Li gorî Aydin Dere nivîsîye, li Kurdistana bakur, li hemberî
pirsa ”tu ji kîjan neteweyî/miletî ye?”, gelek kurdan ya gotine ”em musilman
in” ya jî ”em elewî ne.”
Ev nezaniyeke ji cehaletê û kêmaqiliyê jî wêdatir e.
Lê musebîbê vê cahiliyê em bi xwe ne, partiyên kurd in, siyasetmedar û ronakbîr û zanayên kurd in.
Wer xuya dike piştî hewqas sal micadele û bedelên giran, me gelê xwe hîn jî şiyar nekiriye. Însanên me hîn ferqa nabêna milet û dîn da nizanin.
Musilmantî û elewîtî ne navê miletekî, qewmekî ye, navê dînekî û baweriyekê ye.
Meriv kane xwediyê vê ya jî wê baweriyê be, dîndar ya jî komunîst, elewî, êzdî ya jî ataîst be, ev hemû nasnameyên di bin qewmiyeta meriv ra yanî di bin kurdbûna meriv ra ne. Berî her tiştî em kurd in, dû ra em çep, elewî, êzdî, dîndar û nizanim çi ne.
Tevlihevkirina van nasnameyan ya jî dîtina musilmantiyê û elewîtiyê di ser kurdbûnê ra ji ber kêmasiya şiyarbûna netewî ye.
Li Kurdistana bakur şiyarkirina kurdan ji dewletê bêtir, kar û wezîfeya me kurda ye.
Dewlet dixwaze kurd nezan û cahil bimînin û xwe ne kurd, musilman û elewî bibînin...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar