24 februari 2017

Jiyan û Olan

Zilamek û lawê xw li daristanê degiriyan. Lawik lukimî, ket. Nigê wî êşiya. Ji ber êşa nigê xwe qîrînî pê ket, got ”axxx”!
Ji qotê çiyayê hember dengekî got ”axxx” û lê vegerand!
Lawik matmayî ma, bi qîrîn got:
-Tu kî yî ?
Çiyê bersîv dayê:
-Tu kî yî?
Lawik ji vê bersîvê pir hêrs bû, got:
-Tu tirsonekeke !
Çiyê dîsa bersîv dayê:
-Tu tirsonekeke !
Lawik tam şeqizî, him tirsiya û him jî matmayî ma. Fam nekir ev çi mesele ye. Dageriya ser bavê xwe û jê ra got:
-Bavo, ev çi ye? Ev çi deng e?
Bavê got:
-Lawê min, nuha baş guh bide bavê xwe û fêr bibe!
Û dû ra jî berê xwe da çiyê û bi qîrîn got:
-Ez heyranê te me!
Ji çiyê dengekî bersîv dayê:
-Ez heyranê te me !
Bavê dom kir, dîsa bi qîrîn got:
-Tu muhteşem î !
Çiyê lê vegerand:
-Tu muhteşem î !
Bav dîsa qîriya:
-Ez ji te pir hez dikim !
Çiyê lê vegerand:
-Ez ji te pir hez dikim!
Matmayina lêwik hinekî din zêde bû, serê wî li hev ket, baş fêm nekir ev çi ye û  çima wiha dibe?
Bavê, lawê xwe zêde di meraqê da nehîşt, got:
-Lawê min, însan ji viya ra dibêjin olan(dengvedan).
Lê belê di rastiyê da ev jiyan e.
Tu çi bidî jiyanê ewê jî wiya bide.
Tu çi biçîne, tu yê wiya biçine.
Gava tu hezkirineke hîn zêde bixwazî, dibê tu zêde hez bikî, ji dil û can hez bikî.
Gava tu dilovanîyeke hîn zêde bixwazî, dibê tu bi xwe li hemberî însanan bêtir dilovan û bi merhemet bî.
Heger tu ji însan hurmetê bixwazî, dibê tu jî li hemberî însanan bêtir bi hurmet û bînfireh bî.
Heger tu dixwazî însan ne bînteng, bi sebir û xwedî tolerans bin, dibê tu ne bînteng û bêsebir bî.
Dibê tu bînfirehiyê, xweşîbîniyê, ferqîyeta fikir û baweriyên cihê qebûl bikî û hurmetê nîşan bidî.
Ev qaîde beşekî esasî yê jiyana me ye.
Jiyan ne tesadufeke, di neynikê da eksê kirinên me ne, me çi çandi be, mahsûlê me jî wê ew be…
Ev qanûneke xwezayê û jiyanê ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE