01 juli 2014

Şêla Îsraîl dibê me şaş neke


Hin kurd dibêjin, berpirsiyarên dewleta Îsraîl çima heta nuha di heqê kurdan da wiha nedipeyivîn?
Çima berê nedigotin dewleteke serbixwe mafê kurda ye û dibê kurd jî dewleta xwe ava bikin?
Çima berê nedigotin heger Kurdistan çê bibe berî herkesî emê wê nas bikin?
Çima berê dostê tirkan bûn û neyartiya krdan dikirin, lê îro çima wiha dikin?
Miheqeq hîleyek, hesabek tê da heye….
Tu dostayî û dijminatî ne ji qal û bela de ye û ne jî ebedî ye. Dinya menfaet e, pir normal yê do dostê te bû îro bibe dijminê te, ya jî dev ji dostiya te berde û yê do dijminê te bû jî îro bibe dostê te.
Ma Malikî di dema Seddam da ne dost û xêrxwazê kurdan bû? Di rojên giran da gava cî lê teng dibû, hêviya wî kurd bûn, dibeziya ba kurdan. Lê îro dewran guheriye û dixwaze kurdan di tasek av da bifitisîne.
Ma Erdogan û Esed do ne dostên hev bûn? Heta ji dostiyê wê da, wek malbatekê bûn. Lê nuha herdu serî jî gorrên hev dikolin, kêran ji hev ra disûn…
Yanî Îsraîl do wiha dikir û îro çima wiha dike ne tu pirse. Do wer dihat hesabê wan loma ji kurdan bêtir dostên tirkan bûn, lê piştî ”One minute” Erdogan nabêna wan xera bû û êdî hêviya xwe ji Erdogan birîn. Loma jî nuha pir mimkûn e ku hin tiştên ne li gorî dilê Tirkiyê bibêjin û bikin.
Kî dibe bira bibe, dema yek bibêje, avakirina dewleteke serbixwe mafê kurda ye jî, em nikanin jê ra bibêjin tu çima wiha dibêjî?
Ya rast dibê em bibêjin mala te ava! Lê bêguman meriv sebebê gotina wî bizanibe pir baş e…



XXX
Alîkarê serokê AKPê Huseyin Çelik, çend roj berê di beyaneka xwe da got dema Iraq perçe bibe ewê Kurdistana serbixwe nas bikin.
Di hevpeyvîneke din da jî got, wek her miletî, mafê miletê kurd e jî çarenûsa xwe tayin bike
Lê îro wa ye ev beyanên xwe paşda girtiye, gotiye wî tu carî beyaneke wiha nedaye û tiştekî wiha negotiye.
Dema meriv ne azad be, ne xwedî îrade be, Erdogan meriv wiha perîşan ûşaşomaşo dike.
Erdogan tu carî qebûl nake kes gotina wî hîn negotibe û ji bo gotinê destûr nedabe bibêje.
Bi îhtîmaleke mezin Huseyin Çelik, di hevpeyvînekê da hat heyecanê û bêhemdî ew gotin ji devê wî derket. Lê gava Erdogan bihîst lê rabû, azareke biçûk dayê û gotina wî pê da tekzîbkirin.
Welhasil “emirerîtî” karekî zahmet e, meriv nizane qumandar ewê ji kîjan peyva meriv hez bike û ji kîjanê hez neke…
Welhasil bindestî pîs e, Xwedê kesî bindest neke…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE