23 juli 2011

Mehdî Eker kuştina kurdan weke heqekî dewletê dibîne

Parlamenterê Diyarbekrê û wezîrê çandiniyê yê hukumeta AKP-ê û ”berdevkê” Erdogan yê Kurdistanê yê nuh Mehdî Eker ”beyanên tûj” yên parlamenterên BDP-ê, îlankirina Xweseriya Demokratîk û boykotkirina parlamentoyê  bi zimanekî sert rexne kiriye û gotiye:


”Heger tu reformên demokratîk dixwazî ciyê wê meclîs e. Em amadene her tiştê meşrû minaqaşe bikin. Xweseriya Demokratîk jî tê da.”


Eker xwe li ber baranê şil dike û pênc pere jî qîmet û giraniya van gotinên wî tuneye.


Çimkî hîn do Erdogan, Arinç û wezîrê hundur henekên xwe bi ”Xweseriya Demokratîk” kirin û gotin ”ji xwe ra lêdixin û ji xwe dilîzin” û tiştê dikin sûcekî qanûna esasî ye.


Loma jî van gotinên Eker forteke vala ye û bi tu hawî AKP-ê û Erdogan girê nade.


Heger bi rastî Erdogan ji minaqeşeyên ”Xweseriya Demokratîk” ra vekirîbe ewê bi xwe bibêje, bi yekî weke Eker nade gotin.


Herçî vegera meclîsêye ji xwe ne tiştekî nuh e, ji roja pêşî da ye Erdogan dibêje ”hûnê weke berxikan werin meclîsê, xweziya ku we tûkiriye erdê û hûnê bialêsin…”


Li gorî Mehdî Eker:


”Uslûba BDP-ê û zimanê bikartîne gelkî şaş e û zirarê dide pêvajoyê.  Û ev ziman ji alî kurdan ve jî neyê qebûlkirin. Ez jî kurd im, tu yek ji wan jî ji min zêdetir ne kurd e. Li Tirkiyeyê li hemberî kurdan înkar îmha û qetlîama kulturî tuneye. Yên ku dibêjin heye neheq in. Berê hebû lê îdî nemaye. Li her derê dinyayê hêzên ewlekariyê dibê welatê xwe biparêzin. Tu yê riyan bibirî, teknisyenên tendurustiyê birevînî, çi sûcê wî heye? Zemîna çareseriyê meclis e. Eger tu reformên demokratîk dixwazî ciyê minaqeşekirina van meclis e. Em amade ne her tiştên şer'î minaqeşe bikin. Daxwaza Xweseriya Demokratîk jî tê de. Lê em ji bo şer'îkirina rêxistina terorê ne vekirî ne."


Dibê kurd jî weke komel, cemiyet bipeyivin.zêdeyî 110 parlamenterên kurdan hene. Ji vanan ji 70-î zêdetir li ba me ne. Li gel hemû astengiyan milet ray da me.”


Diyar e ji delî ku Erdogan bersîvê bide BDP-ê, hinekan Eker dane pêş û wezîfeya bersîvdanê dane wî..


Ji bo ku Erdogan jê re bibêje ”eferim”, ji nuha û pêva Ekerê gelek carên din jî berdevkî û sîlahşoriya Erdogan û AKP-ê bike…


Ji ber ku Erdogan zû bi zû naxwaze muhatabî kurdan bibe û navê BDP-ê û kurdan, bêyî heqaret û gotina “terorê” bigre devê xwe.


Bala xwe bidinê heta nuha Erdogan yekcarê jî navê BDP-ê bi rehetî negotiye, tim ya ”îma” kiriye ya jî di dewsê da ”pronav/zamîr” bikar aniye.


Lê ji ber ku li hemberî BDP-ê hewqasî tije kîn û nefret e qet navê BDP-ê û yên berpirsiyarên wê negirtiye devê xwe….


Her cara ku Erdogan ji mecbûrî qala BDP-ê û kurdan dike, bi tinaz û pir sert dipeyive, heqaretê dike, gotinên pir ne xweş dibêje.


Loma jî “Stêrka nuh” Eker ji bo tiştên wiha berdidin kurdan û bi vî rengî xwe nakin muxatabê kurdan û BDP-ê.


Eker li siyaseta BDP-ê rexne girtiye, gotiye,  BDP zimanekî “sert” bikartîne  û bi vê yekê jî zirarê dide pêvajoyê.


Em qebûl bikin ku zimnê BDP-ê tûj e û BDP tiştên ne li rê dike û dibêje.
Baş e tu ji bo kurdan çi dixwazî û te heta nuha çi xwestiye?
Û di ser da partiya te hukûmet  e û tu jî wezir î.


Madem tux we kurd qebûl dikî û yek BDP-liyekî jî ji xwe kurdtir nabînî, wê demê tu û 70 hevalên xwe tiştên rast û maqûltir bibêjin.


Mesela ji bo çareseriya mesela kurd dîtin û pêşniyara we çi ye, hûn ji hukûmetê, ji dewletê ji kurdan ra çi dixwazin ?


Heta nuha me nebihîstiye ku we ji bo miletê kurd ji hukûmetê tiştek xwestibe û li pêşniyarek dabe meclîsê.


“Ez jî kurd im” û “yek BDP-lî jî ji min ne kurdtir e” bi peyvê nabe, emel lazim e, konkret ji bo kurdan tu çi dixwazî?


Tu dev ji daxwazên BDP-ê berde, tu çi dixwazî, wiya ji me ra bibêje.


Dema hûn BDP-ê rexne dikin ne ku hûn ji bo kurdan tiştekî ji yê wan baştir dixwazin, weke nûnerekî hukûmetêhûn bidestiya kurdan diparêzin.


Hûn dixwazin kurd li hemberî bindestiyê dengê xwe nekin, dev ji kurdbûnê berdin û bibin tirk û weke we mezinayiya tirkan qebûl bikin.


Mehdî Eker ji ber ku bûye wezîrê dijmin loma jî êdî ne bi çavê ferdê miletekî blindest, bi çavê mamûr û siyasetmedarekî dewleta tirk li bûyera dinêre û loma jî dikane bibêje:


”Li Tirkiyeyê li hemberî kurdan înkar, îmha û qetlîama kulturî tuneye. Yên ku dibêjin heye neheq in. Berê hebû lê îdî nemaye.”


Diyar e kêfxweşiya wezîrtiyê çavên Eker efendi qarixî kiriye loma jî kurdan jî weke tirkan êdî weke miletekî serbest û azad dibîne.


Lawo hey bêûjdan, ma çawa ”li hemberî kurdan înkar, îmha û îmhaya kulturî tuneye?”


Ma li Tirkiyê bi qanûnî çi mafê kurdan heye?


Ma bi ya te telewîzyoneke ji bo xapandinê dawî li siyaseta dewletê ya asîmîlasyona kurdan aniye?


Kultura miletê kurd girêdayî zimanê kurdî ye, gava ziman ne serbest be, kurd bi zimanê xwe nezwînin ewê çawa bikanibin kultur û edebiyateke kurdî biafirînin?


Ma nexwendina bi zimanê kurdî ne ”înkar, îmha û qetlîama ziman û kultura kurdî ye?”


Dema kurd bi zimanê xwe nexwînin, ne xwedî zanîngeh, rojname, radyo, telewîzyon û weke tirkan hemû dem û dezgehên netewî bin, ewê çawa weke milet li ser nigan bimînin û bibin xwedî kultureke netewî?


Li Tirkiyê kurd weke milet ne xwediyê mafekî herî biçûk in jî.


Kurd hîn nikanin elîfbeya xwe bikar bînin, nikanin bi zimanê xwe di dadgehan da xwe biparêzin, nikanin navê partiya xwe bi kurdî bidarda kin, nikanin tabeleyeke bi kurdî binivîsînin, nikanin di meclîsê da bi kurdî bibêjin ”roj baş” û tu hîn jî dibêjî ”qetlîama” kulturî tuneye!


Kurro ne înkar, îmha û qetlîama kulturî tenê, ya fizîkî heye, partiya te dixwaze miletê kurd ji ortê rake, bike tirk.


Serokê te her roj pir vekirî dibêje li Tirkiyê milet tunene, yek “milet” heye û ew jî miletê tirk e.


Ma ev gotin ne îlana ”înkar, îmha û qetlîama miletê kurd e?”


Ji ber ku tirkan ”rutbe” bi Eker ve kirine, ew kirine wezîr, loma jî camêr mecbûr e weke tirkekî mamûrê dewletê êrîş û operasyonên artêşê, girtin û kuştina zarokên kurddan biparêze û bibêje, ” Li her derê dinyayê hêzên ewlekariyê dibê welatê xwe biparêzin.”


Mêrik carê bûye merivê dijmin, loma jî êdî hest û perspektîva netewî pê ra nemaye, êdî ji welatê xwe jî dike welatê dijmin û qetilkirina zarokên gelê xwe jî misteheq û rast dibîne.


Û xwediyê vê dîtina rezîl, bêyî fedî xwe bi parlamenterên BDP-ê ra direwisîne û dibêje ”ew ji min ne kurdtir” in…


Eker efendî, şerm e, xwe neke pêkenîn, erê bi eslê xwe tu kurd î, lê tu di artêşa dijmin da leşkerekî li dijî gelê xwe yî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE