24 juni 2011

Ker û rûvî

Dibêjin hebû, tunebû, kerek hebû. Rojekê ji xwe ra got:
-Ev halê min ne tu hal e. Însan him li min suyar dibin û him jî barên xwe li min dikin. Dibê ez xwe ji vî halî, ji vê himalîya însên xelas bikim.
Wiha got û çû ji derekê ji xwe ra postê şêrekî peyda kir. Postê şêr li xwe kir û xwe bera nav daristanê da.
Di nav daristanê da wek ku bi rastî jî ew şêr be, dest bi quretîyê û çavsoriyê kir. Bi vî hawî çend rojan gelek lawirên nezan û kêmaqil tirsand, ew qutifandin.

Demekê kêf kêfa ker bû, êdî her kesî ne weke ker, bi çavê şêr lê dinêrî û li gorî wê jê ditirsiyan û hurmet nîşan didanê. Bi vê dekê ker ji halê xwe pir memnûn bû.

Lê vê yekê zêde dom nekir, dawiya dawî rojekê rastî rûvî hat, texlîdê şêr kir, xwest rûvî jî weke lawirên din bitirsîne. Lê belê rûvî keniya, jê ra got:

- Birako, bi postê şêran ker nabin şêr. Heger tu dixwazî min bitirsînî dibê tu xwe ji zirîna xwe ragirî. Heger te bikanîbûya devê xwe jî bigirata û neziriya, minê bigota bi rastî qey tu şêr î û ezê jî ji te bitirsiyama. Lê belê çer tu ziriya min fêm kir ku tu ker î, te postê şêr li xwe kiriye. Temîya min li te, dema tu dixwazî bibî şêr ya jî têkevî kirasê şêran dibê tu wek keran nezirî, dev ji zirîna xwe berdî.

Piştî rûvî ev şîret li ker kir, ker di cî da postê şêr di ser xwe ra anî û berê xwe da mala xwe û ji wê rojê û pê ve êdî hew postê şêr li xwe kir û tu carî nexwest kesî bixapîne.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE