02 november 2010

Siyasetmedarên tirk siyaseteke durû dimeşînin

Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul îro li Osmaniyeyê li ser hin pirsên rojnamevanan yên di heqê biryara PKK-ê ya rawesrandina şer heta hilbijartinên 2011-an gotiye, ”min do û pêr jî got û nuha jî dibêjim, bi terorê meriv nikane bigihîje derekê.”Ev siyasetmedarên tirk merivên pir bêheya ne, ji alîkî da xwe davêjin bextê kurdan, dibêjin şer rawestînin, em vê meselê bê şer, bi riyeke aştî, bi diyalogê hel bikin.
Lê li aliyê din jî ji serîhildana kurdan ya netewî ra hîn jî dibêjin ”teror” û efendim meriv ”bi terorê nikane bigihîje derekê.”
Ê de were memre, were meteqe?
Ji ber ku carê fêrî siyaseta durû û xapandinê bûne, loma jî di bin ra, bi dizî tiştekî dikin û dibêjin û di rû da jî tiştekî din dibêjin.”
Yanî kurmê şîrî heta pîrî…
Yanî ji gelê xwe ra takiyê dike…
Ne Gul tenê, hemû siyasetmedarên tirk ji bikaranîna gotina ”bi terorê meriv nikane bigihîje derekê” pir hez dikin.
Meriv bi ”terorê” (!) digihîje yan nagihîje ”derekê” di van 26 salên dawî da kurdan baş nîşanî we da…
Heger ne ev serîhildan û şerê kurdan yê çekdarî bûya nuha we hîn hebûna kurdan jî qebûl nedikir.
Lê îro hûn mecbûr mane ji hin tiştan ra çavên xwe bigrin, bi kurdan ra rûnin, kanal û ”zannîngehên” kurdî vekin û soza hin mavên din bidin kurdan.
Hûn ji xwe ber û bi rehetî nehatin vê nuxteyê.
Ji bo hatina we ya vê nuxteya îro, kurdan heta nuha 29 caran serî hildan û dest avêtin çekan.
Heger îro kurdan hin maf bidest xistine, hemuyê van mafan jî ji we bi darê zorê û bi xêra vî şerê çekdarî, ku hûn jê ra dibêjin ”teror” hatine stendin.
Heta ji we tê hûn bibêjin ”tero”, lê çawa ku birîndar bi birîna xwe dizane, hûn jî dizanin ku vê serîhildana kurdan ya çekdar çi derb li we xistiye…
Yanî hûn bi birîna xwe dizanin…
Gul bi şîretwarî gotiye:
”Hêvîdar im ku çek bêne danîn û agirbest bêwext be û ji vê xeletiyê vegerin. Li hember terorê musamaha qet ne mimkûn e. Bêyê pûlis û leşkerên dewletê ewê destûrê nedin tu kesî ku li ser axa Tiriyê bi şiklekî bêqanûnî çekan bigerîne.”
Pîrê gotiye, lawê min çû seferê hat kêmaqilê berê…
Birêz Gul, ji bo ku ”bêçalakî, agirbset” bêwext be yanî şer dîsa dest pê neke, dibê hûn jî terora xwe rawestînin û mafên kurdan yên netewî bidin.
Şer, ji bo tiştekî dest pê kiribû û ew tişt jî hîn nehatiye bidestxistin.
Yanî heta ku ”sebebê” şer ji ortê ranebe şer naqede.
Îro biqede, sibe ewê dîsa dest pê bike.
Ev yek ji kurdan bêtir girêdayî we ye.
Ewê li hember ”terorê” musamahayê nîşan nedin, ewê nehêlin bêyî pûlis û leşkerên dewletê li ser axa Tirkiyê kesên çekdar bigirin…
Gotinên qor, gotinên vala û bêmane.
Tu dibêjî qey kurd bi destûra wan radihîjin çekan û şer dikin.
Ji xwe ji bo kurd nikanibin bi çekdarî li çiyayên Kurdistanê bigerin çi ji destê we tê hûn dikin, îcar ev tehdîda nuh çi ye?
Birêz Gul, ça wa ku kurdan berê bi destûra we ranehêştin, îro jî ewê li gor destûra we tevnegerin. Ev mesele bi yasax masaxan nabe, heger hûn dixwazin kurd çekan bi temamî deynin, wê demê divê hûn mafên kurdan yên netewî bidin û weselam.
Dema we mafên kurdan da, wê demê kes çekan hilnagire û dernakeve serê çiyan, ji ber ku sebeb namîne...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE