Heyeteke din ya BDP-ê di bin serokatiya Selhedîn Demirtaş û Gultan Kişanak-ê da îro çûn Başûrê Kurdistanê.
Li gor tê texmînkirirn heyeta BDP-ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û vekişîna hêzên PKK-ê ji Kurdistana bakur ewê bi Serokê Herêma Kurdistan-ê Mesud Barzanî û hin rayedarên din yên Kurdistana Federe ra hevdîtin pêk bîne û ji wan alîkariyê bixwaze.
Îhtîmal heye ku heyeta BDP-ê bi hin berpirsiyarên PKK-ê ra jî hevdîtinan pêk bîne.
Ji ber ku dibê sebebekî cidî ya vê ziyareta ji nişkave hebe.
Wek tê zanîn piştî hevdîtina hefta borî ya bi Oclan ra Aysel Tuglukê gotibû, mimkûn e ku di rojên pêş da ewê herin Qendîlê jî.
Heger pêvajo bi vîrengî, bêyî ”qeza û bela” dom bike baş e û mimkûn e ku îcar hin netîceyên baş bi xwe ra bîne.
Nabêncîtiya kurdên başûr ji ya xerîban çêtir û ewletir e. Berî her tiştî ew jî kurd in û xwedî tecrûbe ne.
Yekîtiya Ewrûpa jî êdî bi şiklekî vekirî ji tirkan ra dibêjin bi vî halê xwe yê nuha ne mimkûn e ku hûn bibin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Ji bo ku hûn bikanibin bibin endam, îsal ji pê ra qanûneke esasaî ya nuh hazir bikin, mafên kurdan û yên eqaliyetên din jî bidin û bi vî rengî riya endametiyê li ber xwe vekin.
Di konferansa ”Tirkiyeya li Ewrûpa” da berdevkê grûba keskan yê Yekîtiya Ewrûpayê Cohn-Bendît û gelek siyasetmedarên din jî ev dîtina Yekîtiya Ewrûpayê dubare kirin.
Ji kurdan jî Sezgîn Tanrikulu û berpirsiyarên BDP-ê û çend kesên din jî beşdarî konferansê bûn û ji bo qannû esasî ya nuh ku di sala 2011-an da ewê were çêkirin, dîtin û daxwazê kurdan anîn zimên…
Yanî bi kurtî şertên der û hundur ji bo gavavêtina hukûmetê musaîd in û baş xuya dikin.
Heger hukûmet bixwze, îcar bi rastî jî dikane hin gavên pozîtîv, ku kanibe kurdan jî tatmîn bike bavêje.
Lê li gel van sinyalên hêvîdar û baş jî nerawestandina operasyonan û şêla dadgehan ya li hember siyasetmearên girtî yên BTP-ê meriv ditirsîne.
Dadgeh hîn jî nahêlin siyasetmedarên kurd bi kurdî parastinên xwe bikin, hemû daxwazên girtî û abûkatan red dikin.
Lê ya baş îcar kurd jî li hember bêqanûniya dadgehên hustuyên xwe xwar anikin, di şêla xwe da israr dikin.
Bi israr dibêjin emê bi kurdî parastinê xwe bikin.
Dibê ji nuha û pê va her kesê bi kurdî dizane wiha bike, bi tirkî nepeyive, heta ku dewlet zimanê kurdî jî dike zimanê resmî.
Ev jî babetekî serîhildanê û şer e, em kurd in emê bi kurdî bipeyivin…
Di mahkimeya KCK-ê ya beşê Amedê di rûniştina îro da dema berpirsiyarê BDP-ê yê berê Bayram Altun xwest bi kurdî parastina xwe bike, serokê dadgehê midaxele kir û mîkrofon ji destê wî da girtin û nehîşt bi kurdî bipeyive.
Bêguman ev zulm e û midaxeleyeke li dijî mafên mirovan û peymanên navnetewî ye.
Parlamenterê kevn Hatîp Dîcle jî di axaftina xwe da got, ewê paraztina xwe bi kurdî bikin û lê ji bo ku karê mahkemê hêsan bikin hevalekî wan ewê axaftinan wergerîne tirkî.
Dîcle di dawiya axavtina xwe de got, mafê xweparastina bi zimanê dayikê mafekî xwezayîye û ewê tu carî dev ji vî mafî bernedin.
Di vî warî da di nabêna abûkat û heyeta dadgehê da minaqaşe derket û abûkat û siyasetmedarê kurd Sabahattîn Korkmaz got, ”ew hem maxdûr hem jî şahid e û wiha got:
"Ez di dadgeha we de hatim darizandin. Min xwest parastina xwe bi kurdî bikim. Dadgeha we ji zanîngehê tercuman xwest. Min parastina xwe bi kurdî kir. Astenkirina parastina kurdî, binpêkirina mafê darizandina edlî yê. Miwekîlên min ji ber ku mafên çandî yên kurdan parastine li vir tên darizandin. Ji bo ku bi kurdî parastinê bikin."Lê belê heyeta dadgehê guh neda gotinên girtî û abûkatan û got, “ bi zimanê em nizanibin emê nehêlin hûn xwe pê biparêzin.”
Lê kurdê bi liberxwedana xwe vî şerî jî qezenc bikin, dîrokê bibe şahidê vê serkeftina kurdan jî…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar