10 augusti 2010

Devê xwar ken lê nabe star

Tirk, ji Îsraîl û filîstîniyan bigre, heta bigihîje Îranê, Îraqê û Sirbistanê aqil didin her kesî, ji bo ”aşîtiyê” şîret û nesîhetan li her kesî dikin.
Û vê yekê jî pir normal û rast dibînin.
Tiliya xwe dixin her qulê, tu kîjan kevirî radikî miheqeq tirk di bin da ne.
Lê ew bi xwe qet qebûl nakin ku yek însan jî ji bo çareserkirina mesela kurd ”şîretekê” li wan bike, ya jî fikrên xwe yên di vî warî da bibêje.
Dema hinek tiştekî wiha dikin tirk xwe gelkî aciz dikin û vê yekê weke ”midaxela” kar û barên xwe dibînin.
Ew, wî mafî li ba xwe dibînin ku ji bo ”aşîtiyê” keştiyan tije însan bikin û bişînin ser Îsraîl, lê ew bi xwe qebûl nakin kuk es tiştekî wiha ji wan bixwaze, ji bo vê yekê nameyeke aştîxwaziyê jî bide wan.
Sefaretê Tirkiyê yê Londonê nameya ku keşe û aştîxwazê bi nav û deng Desmond Tutu ku ji serokwezîr Erdogan ra nivîsî bû qebûl nekir û heyeta name biribû ji ber deriyê sefartê paşda vegerand.
Li gor malpera ANF-ê dinivîse, heyeteke di bin serokatiya cîgirê grûba Mafê Mirovî yê Kurd Matthew Esau û serokê belediya Londonê yê kevn Ken Levingstone da îro xwestine nameya Desmond Tutu ya ku derbarê mesela kurd da ji serokwezîr Erdogan ra nivîsîbû bidin sefareta Tirkiyê ya Londonê.
Lê notirvanên li ber deriyê sefaretê nehîştine heyet here hundur û nameyê teslîmî sefîr bikin, heyet ji ber derî qewitandine.
Li ser vê bêhurmetiya sefîr, Esau beyanek daye û gotiye:
”Sefîr bêyî ku naveroka nameyê biznibe red dike. Meriv nikane vê şêlê fêm bike. Di demên herî hesas da jî name tên qebûlkirin. Qaşomaşo hukûmeta tirk pêvajoya çareserkirina mesela kurd daye destpêkirin. Wê çxê ev xapandine. Em hatin vir ji bo nameyekê bidin, lê derî li ruyê me girtin. Û di ser da jî redkirina nameya yekî weke Desmond Tutu ku hemû jiyana xwe daye aşîtiya cîhanê, pir balkêş e.”
Bê guman ev şêla sefîrê Tirkiyê ne tesarufeke wî ya şexsî ye, ev şêla hukûmeta AKP-ê ye.
Bêyî emir û dîrektîva wezareta derve ne mimkûn e ku sefîr bi serê xwe nameya yekî weke Desmond Tutu red bike.
Dibê kurd vê bêtehamuliya hukûmetê ya li hember kesên aşrîxwwz di meclîsê da li ruyê serokwezîr û berdevkên hukûmetê xin.
Dibê kurd bibêjin, çima hûn rast dibînin têkevin nabêna Îsraîl û filîstîniyan, hûn ”keştiyên aşîtiyê” rêdikin ser xelkê, lê ji bo çareserkirina mesela kurd bi riyeke demokratîk û aştîyane hûn nameyekê jî ji dest xelkê nagrin.
Çima?
Serokwezîr Erdogan, bi çavê ”milayket û kevoka aşîtiyê” li xwe dinêre, li gor wî li vê cîhanê xêrxwaz û aştîxwazê herî mezin ew û welatê wî ye, lê bêhurmetiya negirtina nameya şexsîyetekî wek Desmond Tutu jî normal dibîne.
Madem hûn ji xelkê ra nabêncîtiya xwe normal dibînin, wê demê divê hûn jî ya xelkê normal bibînin.
Ma qey li vê cîhanê nabêncîtî û aştîxwazî tenê karê we ye?
xxx

Rojiya Remezanê li gelê kurd û hemû bawermendan û li cîhana Misilman pîroz û bimbarek be. Ez hêvî dikim ku ev meh ji bo gelê kurd bibe meha serkeftinê, meha pêşketin û xurtbûna hevkariya di nabên hêzên kurdan da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE