12 juni 2010

De nuha bi xatirê we

Belê belê, nîhayet em hatin gihîştin şeva dawî, bixêr sibe saet di 12. 20-an da balafira me ji Stockholmê bi hewa dikeve û me dibe Stenbolê û ji wir jî emê bifirin Diyarbekira xopan…
Jiyan wiha ye, hertişt destpêkek û dawiyek wê heye.
Sîh(30)sal berê, dema ez hatim Swêd, ji min ra bigotana tu yê piştî 30 salî vegerî ezê şeple bibûma, lê wa ye 30 qediya.
Axir tiştê bi jimar, sal bin jî rojek tê diqede.
Serhat û Rojen piştî 2 heftan ewê vegirin, lê ez û xanim, emê 5 heftan bimînin, emê di 19-ê temûzê da vegerin.
Roja ez hatim Swêd min qet texmîn nedikir ku ezê 30 salî, tam nîvê jiyana xwe li vir derbas bikim.
Lê ez çi bikim, qederê, tesadufan wiha xwest û wiha bû.
Nuha jî rêwîtiyeke din, macarayeke din dest pê dike…
Ev rêwîtî ewê çawa derbas bibe, ezê çi bibînim û bibim şahidê çi û ewê çi tesîrê li min bike ez nizanim.
Gelo dema ez herim Wêranşarê û li bajêr bigerim kesê min nas bike ya na?
Gelo çend dost, nas û hevalên min hîn li Wêranşarê mane?
Gelo ew dost û hevalên mane ewê pêşwaziyeke çawa li min bikin?
Gelo ezê bajarê xwe nas bikim, riya mala me derxim ya na?
Welhasil gelek pirs di serê min da li bin guhên hev dikevin…
Ez kompîtorê bi xwe ra nabim û ji welêt tiştekî nanivîsim. Tiştê min dît û jiyam, ezê têkim ser hev, di tûrikê xwe da kom bikim, dema ez vegeriyam ezê di quncikê xwe da hûrik hûrik qal bikim.
Li gel ku tu gelş û astengeke huqûqî nemaye, lê dîsa jî ez hinekî bi heyecan im, hestên kêfê û rêwîtiyeke ne diyar tevlihev in.
Dibêjin serdana cara pêşî wiha ye, weke şeva gerdekê ye, meriv pir heyecan e.
Lê sibe dema ez gîhîştim Diyarbekrê ev heyacan jî ewê derbas be.
De heta 20-ê temûzê bi xatirê we…

5 kommentarer:

  1. Merheba.
    Reyate vekiribe.Diben ditunu gotin ne weq heve.Icar qasi keyfate te hewkaji, te sjokk bibi,,ez direj nekim cjawa be tegisjti te bibini.
    slaven germ.
    pale

    SvaraRadera
  2. Mamo,
    Li gor hesaba min dive tu iro vegeriyabi Swede.

    Ma tu de ciwext dest bi nivisen xe biki?

    SvaraRadera
  3. Xalo,
    Welle te jî pir dirêj kir wîîî. Ev chi dilfirehî ye xalo? Va ye tam pênc hefte ne ku te îmana me kir teneke. Bi rastî em ji meraxan mirin xalo. De carekê destê xwe dirêjî DATAya xwe bike.
    Silav u rêz
    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  4. It's truly very difficult in this busy life to listen news on Television, thus I simply use internet for that reason, and obtain the hottest news.

    Here is my homepage natural cellulite treatment

    SvaraRadera
  5. Can you tell us more about this? I'd want to find out some additional information.

    My site - cellulite treatment reviews

    SvaraRadera

PARVE BIKE