15 maj 2010

Biryareke tam layiqî edaleta tirk...

Dadgeha 5-ê ya cezayên giran ya Diyarbekrê du roj berê 166 sal û şeş meh cezayê hefsê da rojnamevan û sernivîskarê rojnameya Azadiya Welat Vedat Kurşûn, ji ber ku Kurşûn di rojnameyê da çend gotar û nûçeyên ne li gor dilê dewletê belavkiriye.
Dadgehê, weke hertim Vedat Kurşûn ji ber sûcê propagandeya ”rêxistina cudaxwaz û terorîst” sûcdar dît û xwest 525 sal cezayê hefsê bide wî. Lê ev cesa daxist 166 sal û şeş mehan.
Dadgehê di biryara xwe da diyar kriye ku Vedat Kurşûn tam 103 caran nivîs û wêneyên li ser PKK-ê belav kiriye û ev yek jî tê wê maneyê ku bi van xeberên li ser PKK-ê wî propagandeya terorîzmê kiriye.
166 sal û şeş meh ceza?
Bi rastî jî biryareke tam li gor şan û şerefa edaleta dewleta tirk e.
Li vê cîhanê bêyî dedadgehek tirk, tu dadgeheke din nikane ji bo ”sûcekî” wiha cezayekî wiha bide rojnamevanekî.
Aqilê meriv disekine…
Ji bo her xeberekê 2 sal û nîv û ji bo endametiya û propagandeya ”rêxistina terorîst” jî 12 sal.
Xêra Xwedê ye, qet ne tiştek e, Vedat Kûrşûn 83 salan ewê li ser aliyê xwe yê çepê û 83 salan jî ewê li ser aliyê xwe yê rastê razê û dûra jî ewê hew binêre ku sal derbas bûne û ceza qediyaye…
Ev biryar jî nîşan dide ku li Tirkiyê dewlet bi hemû dem û dezgehên xwe va çawa li dijî kurdan e…
Karê rojnamevan ew e ku xebera bûyerên diqewime bi hawakî rast bigihîne xwendevanên xwe.
Rojnamevan nikane qala hin bûyeran bike û ya hinekan neke, dema bûyerek li derekê qewimî dibê bi cî, war, wext û belge biweşîne.
Heger hêzên dewletê li kurdan neheqiye bike, bikuje, karê rojnamevan ew e ku qala bûyerê bike, rastiyê bigihîne xwendevanên xwe.
Lê dewleta tirk ji kurdan ra dibêje na, dibê hûn qala rastiyê nekin û li dijî dewletê, hêzên ewlekariyê tiştekî nebêjin, nenivîsin û rexne nekin.
Hêzên dewletê çi nebaşîyê û zulmê jî li we bike, we bikuje jî dibê hûn rexne nekin, biparêzin û bibêjin dewlet baş dike.
Dema weke kurd hûn viya nekin, ciyê we ya zindan û ya jî goristan e…
Belê, tiştê dewlewt ji kurdan ra dibêje ev e, dibê hûn her babet zulm û terora dewletê qebûl bikin.
Ev aliyekî meselê ye, aliyê din jî dewlet bi rastî naxwaxe kurd bi zimanê xwe binivîsin.
Dewlet naxwaze rojnamevaniya kurdî bi pêş keve û kurd jî weke her miletê bibin xwedî çapemenî.
Ji ber berendametiya Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiyê ji mecbûrî hin qanûn û maf qebûl kirine loma jî nikane rasterast weşandina rojnemeyeke kurdî qedexer bike. Lê ji dêlî wê va, bi cezayên wiha kurdan terorîze dike, nahêle rojnamevaniya kurdî bipêş keve.
Azadiya Welat ji sala 1994-an û virda ye berê weke rojnameyeke hefteyî û ji sala 2006-an û virve jî weke rojnameyeke rojane derdikve.
Ji roja Azadiya Welat derketiye û heta nuha bi sedan car bi îdîa ku ew wasiteyeke PKK-ê ye û propagandeya PKK-ê dike, ew girtine û cezayê wiha giran dane berpirsiyarên wê.
Hukûmet di derbarê mesela kurd da çi dibêje bira bibêje vala ye, derew e, ji bo weşandina çend xeberên ne li gor dilê dewletê 166 sal û şeş meh cezayê hefsê hertiştî eşkere dike.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF)jî li hember vî cezayê dadgeha tirk matmayî maye û gotiye ”ev biryar bêhuqûqiyeke mezine”, bi cezayekî wiha ”aqilê meriv disekine.”
Lê dema mesele dibe kurd, ne aqilê dadwer û siyasetmedarên tirk disekine û ne jî dilê wan rehet dibe…
Û ev dewlet jî xwedêgiravî dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê…
Pîrê memir buhar tê, kero memir qîfar tê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE