04 juli 2009

Hestên jê mayinê û êşa piştê

Stranek kurdî ya gelkî xweş heye, xortê evîndar bi dilekî şewat dilorînî û dibêje:
”Esmer eman eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Tu kulîlka dora çeman
Xelk zewîcî ez û tu man
Dinya alem tev zewicî
Lê malwêranî tenê ez û tu man”
Ya min jî bû ev mesele.
Dinya alem, mahkûmên dozên giran hemû vegeriyan, li welêt bejn û bala xwe li ba dikin, ez feqîrê Xwedê tenê mam li van kuçe û kolanên xerîbiyê...
Heta çend sal berê jî mahkûm qaşxûnên weke min pir bûn, min ji xwe ra digot, de yê ”mahkûm” ne ez tenê me, hevalên weke min pir in.
Lê nuha bêyî min hema hema kes ne maye, yên sedûyeksal cezayên wan hebûn jî hemû vegeriyan û li welêt û di kanalên telewîzyonan da lotikan didin xwe.
Ez tenê bûme weke hespê kulekê li ser waran mayî, malan bar kiriye, koç bi rê ketiye, ez tenê mame li van çol û çepelan.
Hefs be jî, surgûnî be jî, dema bi dost û hevalan ra be, weke karwanê bi êlê ra ye xweş e, bîna meriv teng nabe.
Lê dema meriv tenê bimîne, cî û warê meriv behişt be jî ne xweş e.
Her cara ku ez vegera mahkûmên weke xwe dibihîzim, weke evîndarê vê stranê kovanek giran xwe bera ser dilê min dide û ez jî ji xwe ra dibêjim:
”Kuro eman eman, delal eman
xelk û alem giş vegeriyan
li surgûniyê tenê ez mam”
Ez merivekî pir dilbijok im, dilê min bibije xwarinekê miheqeq çê dikim û dixwum.
Ji zûda bû me fasûliyê hişin çênekiribû. Wê rojê xanimê çêkir. Me xwar, lê ez jê têr nebûm. Min got dibê em careke din çêkin.
Ev du roj in min fasûlî û kundur kiriye ji bo ku çîke. Lê tim maneyekê dibîne û çênake.
Min dît ewê fasûliyên min xera bibin û kesê çêneke.
Loma jî min îro zend û bendên xwe vemalt û min tirşika çêkir.
Tirşika min gelkî xweş bû, lezetê da boçikê.
Lê ya xerab çêkirinê pişt xist ber min.
Ev demeke pişta min gelkî diêşe. Qey ez zêde ji pê mam, pişta min zêde êşiya. Ji mecbûrî min rabû du hebên ”Panacod” li ser hev xwarin.
Heban êşa pişta min kêm kir, lê li alî din jî ez serxweş kirim. Diyar e du heb li ser hev zêde bûn, gêja min bir, ji mecbûrî min xwe dirêj kir.
Nuha hîn jî hişê min baş nehatiye serê min, hîn jî dewxa min dihere, loma jî ez baş nizanim ez qala çi dikim.
Ez bawer dikim îro hewqas bes e, sibet ê xêr vêra…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE