10 november 2008

Gelek şikir ku A. Aksû arnawut derket

Nivîsa min ya do bi giranî li ser Abulkadîr Aksû bû. Min heta nuha ew wek kurdekî Çinarî û şêx dizanîbû.
Ev agahdarî min çawa û ji kê bihsîtibû ez nizanim, lê zanîna di hafiza min da ev bû; Aksû kurd û Diyarbekirî bû.
Loma di nivîsa xwe ya do da jî min got Aksû ”kurdekî Çinarî”ye û bi vê zanînê qala bêbavî, xwînheramî û dijminatiya wî ya li hember miletê kurd kir.
Lê îşev, di malpera Kurdistan-Postê da piştî ku min nivîsa Sîdar Boran xwend, ez fêr bûm ku ev bêbava ne kurd e, mahcirekî arnawut e.Ez ji erd heta bi asîman kêfxweş û dilşa bûm ku qatil û xayinekî wiha ne kurd e, ne ji qewmê min e.
Ev nayê wê manê ku kurdên wiha û belkî jî ji wî jî xerabtir tunene. Bêguman hene, lê xerab û pîs çuqasî kêm bin û ne ji xwîna kurdan bin hewqasî baş e.
Ji xwe min di dilê xwe da tim digot, heger tamareke heram, xwîneke tevlihev bi vî însanî ra tunebe ne mimkûn e ku hewqasî bibe dijminê qewmê xwe û ji xulamtiye tirkan hez bike.
Ez nizanim çima lê ev ”xwînheramiya” wî nuqutîbû dilê min, min ji xwe ra digot, bi îhtîmaleke mezin ev mêrê xerab xalis muxlis ne kurd e.
Loma jî di nivîsa xwe da min ew şiband ”gumgumokê.” Gumgumaka ku li gor rîwayetê pifî agirê şewitandina Hz.Îbrahîm Xelîl kiriye ji bo ku agir zû vêkeve.
Ji ber vê yekê jî kurd ji ”marîjokê” hez dikin, tu carî nakujin, lê ji ”gumgumokê” hez nakin. Heta weke zarok, me ”gumgumok” li ku bidîta me kevir davîtê û dikuşt, lê me marîjok nedikuşt.
Ji ber vê yekê jî min Dengîr Mîr Mehmet Firat şiband ”marîjokê” û Aksû jî şiband ”gumgumokê” yanî weke teşbîh nerind, neyar û xayin.
Sîdar Boran di nivîsa xwe da dibêje Abdulkadir Aksû ji malbateke arnawut e. Bavê Aksû weke mamûrekî postê surgûnî Diyarbekrê bûye û Abdulkadir Aksû jî di sala 1944-an da li wir hatiye dinê û li wir mezin bûye. Loma jî gelek kes weke min dibêjin belkî ew kurd e û diyarbekrî ye.
Lê a bixêr ku ne kurd e.
Helbet ne diyarbekrîbûya jî baştir bû.
Çimkî nankorekî wekî wî navê Diyarbekrê jî xera dike.
Diyar e nanê kurdan bêxwê ye, loma mêrik di her fersendê da kêrê dide sifra kurdan.
Yê min bi xwe dema ez dibînim ku yekî kurd berdevkî û zilamtiya tirkan dike ez pir pê diqeherim, pê diêşim, weke kurd li ber xwe dikevim, ji xwe ra dikim derd. Ji xwe ra dibêjim, çima pîs û xayinekî wiha ji me kurdan derketiye?
Lê li alî din şêl û xebata her kurdê xwedî namûs, xîret û heysîyet jî min ji dil û can kêfxweş dike.
Loma jî ji kurdan kesên weke Abdulkadîr Aksû çuqasî kêm derkevin hewqasî baş e û kêfa min tê, serê min bilindtir û zimanê min dirêjtir dibe.
Ez naxwazim kûçikê me jî li ber deriyê dijmin biewte/bireye.
Berî ku rastî nivîsa Sîdar Boran werim, min nêt hebû halanê di biryara KNK-ê, ”Divê dewleta tirk ji Kurdistanê vekşe” hildim û wan pîroz bikim.
Li gor ANF-ê nivîsîye, KNK-ê bi beyanekê biryara axaftinên Erdogan yên nîjadperest daye û gotiye”Mafê derî nîşandanê ne yê dewleta tirk û Erdogan e, yê gelê kurd e. Dewleta tirk welatê me îşxal kirye, divê rojekê berî rojekê ji Kurdistanê vekişe.”Bi baweriya min ev biryar û şêl di esasê xwe da dereng maye, divê ji zûda ev yek ji tirkan ra bihata gotin.
Lê bi derengî be jî biryareke rast û di cîda ye. Divê KNK û PKK dev ji fasafîso û xapandinên ”demokratîk cumhûriyetê” berdin û serxwebûna welatê xwe bixwazin, derî nîşanî artêşa tirkan bidin.
Heyran û qurban û pişopişo ne tirkan nerm dike û ne jî kurdan digihîne tu derê. Û ne jî Ocalan xelas dike.
Tirk heta mirinê nebînin bi tayê razî anbin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE