Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Vecdî Gonul, do li Sefaretxaneya Tirkiyê ya Brukselê bi minasebeta merasima 10-ê Kasimê/mijdarê axaftineke ku serapê nîjadperestî û faşîzim jê di defe kiriye.
Lê li alî din jî Gonul, bi vê axaftian xwe çîroka çêkirina miletê tirk û avabûna dewleta tirk raxistiye ber çavan.
Îro ji vê axaftian Vecdî Gonul çend rêz di malpera ”Xortên Sivîl” û du-sê malperên din da hat weşandin.
Xortên Sivîl, ev axaftian Vecdî Gonul bi tundû protestê kirine û xwestine ku ew tavilê îstîfa bike û serokezîr jî ”bi tehcîrê wî paşda bişîne welatê ku ew jê ahtiye.”Axaftina Vecdî Gonul bi temamî tuneye, tenê çend rêz in. Diyar e ji guhdarên civînê yekî ev beş daye der.
Vecdî Gonul di axaftian xwe da wiha gotiye:
”Min demekê di Odeya Tîcaretê ya Îzmîrê da wezêfe girtibû. Di nava avakarên vê odeyê da yek misilman jî tunebû, hemû ji kesên ji Levanteyan(ji bo neviyên ewrûpiyan, cihûyan, ereb û balkaniyan tê gotin) miteşekîl bûn. Berî avabûna cumhûrîyetê jî li Anqerê çar taxên aidî ermeniyan, rûman û mûsewiyan hebûn. Li Egeyê zeviyên herî baş û bi xêr û bêr di destê kêmneteweyan da bûn. Di pêvajoya ”nation building” yanî di çêkirina netewe da gava herî girîng mubadele bû. Bifikirin li Egeyê rûman dom bikira ya jî li gelek derên din yên Tirkiyê ermeniyan dom bikira gelo îro em dikanîbûn bibûna dewleteke netewî? Îro jî micadeleya li Başûrê Rojhilat tê dayin tesîra kesên ji ber sebebên tehcîrê xwe mexdûr dihesibînin em dizanin heye. Heger ne prensîbên cumhûriyetê yên destpêkê bûya welatê me nikanîbû bibûya welatekî însanên modern û ronakbîran.”Mêrik pir vekirî dibêje, heger ne xêra tehcîr û mubadeleyê bûya îro ewê Tirkiye tunebûya.
Rast gotiye.
Xortên sivîl ew rexne kirine lê ez bi hawakî din difikirim. Ez dibêjim gelkî baş bûye ku Gonul ev rastî aniye zimên. Ji bo me û gelên din ev gotinên Gonul belgeyeke dîrokî ye. Divê kurd van gotinên Vecdî Gonul weke belgeyeke dîrokî arşîv bikin.
Min bala xwe dayê, yek rojnameyeke mezin jî qala vê axftian Gonul nekiriye. Çimkî nayê hesabê wan, naxwazin ev axaftin zêde belav bibe û sûcê wan bête zanîn.
Vecdî Gonul nizanîbû ev gotinên wî ewê derkevin der û belav bibin. Ji ber wê yekê jî vê êvarê bi beyanekê xwest gotinên xwe nerm bike, got min qala 80 sal berê kiriye û nizanim çi.
Dîroka çêbûna miletê tirk û dewleta wan çiqasî eşkere bibe hewqasî baş e, ji ber derdikeve ortê ku bi zalimî, fêlbazî û bêbextiyê çawa bûne milet û xwediyê Tirkiyê.
Gonul ji devê xwe revandiye lê baş bûye.
Bi rastî jî, ji xwe li Kurdistanê tirk hema hema tunebûn lê Anadoliyê jî heta salên 40-50-î tirk zêde ne di piraniyê da bûn. Vecdî Gonul bi devê xwe ev rastî îtîraf kiriye.
Li Îzmîrê salên ew qal dike salên 1950-î ye. Yanî heta dawiya salên çelî jî tîcareta Îzmîrî hîn di destê tacirên ne tirk da bûye.
Evy ek li Stenbolê jî wiha bû.
Li Anqerê çar taxên ermenî û cihûyan hebûne, ku îro 40 ermenî û cihu jî li Anqerê nehîştine, hemû bi darê zorê ji malên wan, ji gund û bajarên wan bidûr xistin û ji Balkanan bi milyonan mahcir anîn di dewsa wan da bicî kirin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, li gor peymana mubadeleyê ya di nabêna Tirkiyê û Yûnanîstanê da, di nabêna 1923-1924-an da bi kêmanî milyonekûnîv(1,5 milyon) rûm şandin Yûnanîstanê.
Ev jî di nabêna du salan da. Weke tê zanîn vê tehcîrê heta salên 1980-î jî dom kir.
Loma jî îro li Tirkiyê nufûsa mahcirên ji Balkanan li dora 20 mîlyonî ye, heger ne zêde be ne kêm e.
Sebebê vê mubadelyê tirk û îslamîkirina Anadoliyê bû, dixwestin hemû miletên ne tirk û ne misilman ji Tirkiyê derxin ji bo ku Tirkiye tenê ji wan ra bimîne.
Û mêrikan di vê siyaseta xwe da biser ketin jî. Nuha li Anadoliyê 2-3 hezar rûm, ermenî û cihû nemane.
Rûm û ermenî qedandin, nuha jî berê xwe dane kurdan, dixwazin tiştên anîn serê rûman, ermenî û miletên din, bînin serê kurdan jî, kurdan jî weke wan ya ji welatê wan dûr xin ya jî bihelînin, asîmîle bikin, bikin Tirk.
A ji ber vê armanca tirkan e ku Erdogan herroj weke amîgoyekî faşîst ji kurdan ra dibêje hedefa me ”yek milet, yek dewlet, yek al, û yek welat”e yanî ya bibin tirk ya jî ji vir herin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar