Cîgirê Serokê Giştî yê AKPê û mebûsê Semsûrê Dengîr Mîr Mehemed Firat ji wezîfeya xwe ya cîgiriyê û ji endametiya Komîteya Giştî ya AKPê li gor îdîa wî ”îstîfa kir”, lê li gor hin çavkaniyên din ji teref Erdogan va hat bidûrxistin.
Destjêberdana Firat, ji alî serokê AKP-ê serokwezîr Erdogan va hat qebûlkirin û wezîrê hundur yê berê, zilamê tirkan yê rojên giran û neyarê qewmê xwe Abdulkadir Aksuyê Çinarî tayinî şûna wî bû.
Firat, herçiqas pirsgirêkên xwe yên tendurustî wek sedemê îstîfaya xwe nîşan dabe jî, lê gelek derûdor dibêjin ku sedemê eslî yê îstîfa Firat, guhertina helwest û siyaseta serokwezîr Tayîp Erdogan ya derbarê pirsgirêka kurd da ye.
Heger Firat, bi rastî jî ji ber sedemên tendurustiya xwe ji wezîfeya xwe îstîfa kiribûya, do civîna merkeza partiyê hebû, divê beşdarî vê civînê bibûya û sebebên îstîfa xwe ji hevalên xwe ra îzah bikira, xatir ji wan bixwesta.
Lê ev yek nekir, maneya xwe ew e ku ev îstîfa, weke tê gotin ne bi dilxwazî û ji ber sebebên tendurustî ye.
Îro êdî bi kêrî wan nayê, tiştê ew jê dipên nade wan, nikane bide. Loma jî diguherînin.
Îdîa ew e ku xwedêgiravî Erdogan êdî dev ji ”nermbûna” li hember kurdan berdaye û mesela kurd teslîmî leşkeran kiriye. Û loma jî Firat diqewirîne û careke din ban Abdulkadir Aksû dike.
Esas Erdogan bi silaveke ne ji dil û kenekî sexte çend caran kurd xapandin, xwe weke ”qeheremanê demokrasiyê” û serokwezîrê ku "dixwaze mesela kurda çareser bike" nîşan da û kurd jî bi vê yekê xapiyan.
Yanî ya rast mêrik tu carî nerm nebûye ku îro hişk bibe, berê çi ziqûm bû nuha jî ew e. Lê kurdan ji ber nezanî û korfahmiya xwe ev hêvî jê dikirin.
Welhasil, yanî li gor îdîayê ji bo xebateke bêgelş û hevahengiyeke mikemel ya bi leşkeran ra Firat ne yekî minasib e, lê Aksû tam li gor dilê leşkeran e, ji bo siyaseteke hîn êrîşkar û bixwîn yekî weke Aksû ji leşkeran ra weke deramanê çavê kul e.
Û loma jî Erdogan, Aksû daye bin emrê leşkeran.
Di vir da meriv dikane bibêje ku piçekî para rastiyê heye. Meriv dikane Firat bişibîne marîjokê û Aksû jî bişibîne gumgumokê.Li gor rîwayetekê dema Nemrût xwestiye Hz. Îbrahîm bişewitîne marîjokê çûye av tije devê xwe kiriye û biriye li êgir kiriye, xwestiye êgir vemrîne. Lê gumgumokê tim pifî êgir kiriye, ji bo ku Hz. Îbrahîm bişewite xwestiye êgir gurrtur bike.
Çawa ku bi avlêkirina marîjokê vemirandina êgir ne mimkûn bû, bi hebûn û mayina Firat jî guherandina siyaseta AKP-ê ya li hember kurdan ne mimkûn e, lê li gel vê jî dikane maneyeke wê hebe.
Abdulkadir Aksû jî weke Firat kurd e û Diyarbekirî ye, lê ji pirsa kurdî gelek dûr e, yek ji wan peyayên dewleta tirk e ku di demên herî tarî da li Tirkiyê walîtî, serokatiya asayişa giştî û wezîrtîya karên hundur kiriye û di seranserê jiyana xwe da li hemberî têkoşîn û daxwzên miletê kurd yên netewî tim xeteke sert û tirkperest meşandiye.
Aksû, di-1-ê Gulana 1977-an, di qetlîama Meraşê, di cînayeta Vedat Aydin û gelek cînayetên din yên ”qatilnediyar” da yan tim walî bûye ya jî wezîrê hundur.
Lomajî dema tirk dixwazin tevgera kurd ya netewî serkut bikin û bipelixînin dixwazin vî karî bi xulam û gurxenêqekî weke Aksû ra bimeşînin.
Enîs Berberoglu di nivîsa xwe ya îro da dibêje:
”Ez Abulkadir beg ji walîtiya wî ya Dîlokê nas dikim. Ji ber wê yekê ez bi îdîa me. Hilbijartina Aksû ji bo posta merivê duyem, îşareta amedayiya şer ya Erdoga e. Li Bakurêrojhilat ji bo DTP-ê rojên kevn êdî li dû ma, demeke nuh ewê dest pê bike.”
Yanî li gor texmîna Berberoglu jî Erdogan ji xêrê ra ban Aksû nekiriye, miheqeq dixwazin careke din destên wî di xwîna kurdan bigerînin.
Li gor hin çavkaniyên siyasî, Erdogan di dema gera ya xwe Kurdistanê da ji protestoyên kurdan gelkî aciz bûye û bi 75 mebûsên kurd da xeyidî ye û gotiye, ”Heger di rojeke wiha da jî hûnê nikanibin bi kêrî min û dewletê bên, hûnê nikanibin rê li ber protesto û derebegirtinên milet bigrin, ma ezê we çi bikim?”Erdogan merivekî hewqasî nîjadperest û dijminatiya DTP-ê dike ku mêrik tu carî naxwaze navên mebûsên DTP-ê bigre ser zimanê xwe û bi destê wan bigre.
Lê Firat ji ber nezanî û safîtiya xwe û belkî jî weke hate gotin ”bêhemdî” ne tenê ”silav” da mebûsên DTP-ê, di ser da him bi destê wan girt û him jî bi van ra rûnişt xwarin jî xwar.
Erdogan ji ber vê bêdestûrî û gafa Firat gelkî aciz bû.
Bêguman Aksû bêyî destûra Erdogan tu carî ”xetayên” wiha nake, silavê nade mebûsekî DTP-ê û bi wan ra xwarinê naxwe.
Hinek dibêjin ku sebebên îstîfa Firat dikane gotinên Erdogan yên ”yek milet, yek al, yek welat, yek dewlet” be.
Lê Firat bixwe ev îdîa red kirye û gotiye:
“Ne tiştekî pir rast e. Programa AKP-ê ya rojhilat, başûrêrojhilat diyar e. Heta nuha jî ev program meşandiye. Ji nuha pêva jî ewê bimeşîne. Ji viya qet şika min tuneye.”Yanî camêr dibêje tu dijayetiyeke me ya li ser siyaseta li hember kurdan tuneye û bi baweriya min jî ev rast e.
Firat, weke însan li hember kurdan hinekî ”nerm” be, bişibe ”marîjokê” jî ferq anke, tu giraniyeke wî û 75 mebûsên din tuneye, heta ku ew li wir bin mecbûr in di emrê Erdoganê gurcî û dewleta tirk da bin. Roja bêemriya wan bikin ciyê wan li wir tuneye, ewê wan biqewitînin.
Li ser hilbijartina Aksû jî Firat tiştekî xerab nabêje, heta di ser da pesnê wî jî dide. Ev yek jî ferqa wan kêmtir dike.
Firat, li ser hilbijartina Aksû Li gotiye:
“Hevalên pir hêja ne. Abdulkadîr hevalekî me yê pir bi tercûbeye. Di gelek qedemeyên partiyên da cî girtiye, gelek wezîriyên girîng kirîye. Ez bawer dikim ku ewê netîceyên baş bigre.”Yanî ew bi xwe di warê fikrî û siyasî da tu ferqekê naxe nabêna xwe û Aksû û wî jî weke merivekî gelkî hêja dibîne.
Îşareteke herî biçûk jî nade ku ew wek Abdulkadir Aksû nafikire. Lê gelek kes vê etîketê pêva dikin.
Titeştekî din yê balêş Firat, xwedêgiravî ji ber ku siheta wî ne li cî ye îstifa kiriye lê dîsa jî hazir û amadeye ku her wezîfeyê bigre. Min ji vê nexweşiyê tiştek fêm nekir. Firat ji posta herî girîng îstîfa dike lê roja din jî dibêje:
”Ez hîn jî endamê vê partiyê me, mebûs û avakarê wê me. Ji bo her wezîfeyeke ji bo min were dayin ez hazir im. Di hilbijartinan da ezê aktîv bixebitim.”Mesele hewqas vekirî ye, tirk çi bînin serê wan jî ferq nake, tu carî xwe ji mezin û axayên xwe aciz nakin. Serok dikane him li wan xe û him jî jê hez bike.
Ji ber ku tirk bi vê yekê dizanin loma jî ji pîskirina kurdên di nava xwe da natirsin, dilê wan bixwaze diqewitînin, dilê wan bixwaze ban wan dikin.
Çimkî ji bo tirkan dîtina kurdên nezan û neyarê qewmê xwe pir hêsa ye, têra herkesî û her partiyê dike. Tirk kînga bixwazin bi libakirina tiliyekê dikanin bi sedan, bi hezaran kesên weke Aksû li dora xwe bicivînin û bikin zilam û şûrkêşên xwe.
Ew çi bînin serê wan, bi dehan caran wan biqewirînin ew dîsa jî xwe ji xwediyên xwe naxeyidin, kîjan rojê ban wan bikin weke emirqûlî tim hazir û nazir in, tim di emrê mahcirên Balkan û Kafkasan da ne. Li hember gelê xwe di destê dijmin da tim şûr û mertal in.
Lê nezanî û korfahmiya me nahêle em van zilamên dijmin baş nas bikin. Ew û dijmin çi tînin serê me jî em jê îbret, ders û tecrûbeyekê nagrin, car bi car em tim bi ”silaveke Xwedê” û bi "kenekî wan yê durû” dixapin û wan dikin rêber û serokên xwe.
Gundî, heta ku ker û hespên wan karên bikin, barên wan bikşînin li wan dinêrin, ceh û kayê didin wan. Lê roja ku pişt li wan kurmî dibe û êdî ji barkêşanê ra nabin, dibin wan bera çolê didin, ji keftar, gur û hirçan ra dikin nêçîr.
Tirk jî bi vî çavî li li zilamên xwe yên kurd dinêrin.
Ji bo herdemê û her siyasetê ji xwe ra bi rehetî merivan dibînin, demekê pê îşên xwe dimeşînin, roja bi kêrî wan neyê bera wan didin û yekî nuh tînin.
Û ev îş sal bi sal bi vî rengî dom dike.
Lê em jî her dixapin û bi xwe hay nabin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar