23 oktober 2008

Gelo ewê "sona" me kurdan çito be?

Kurdekî bi navê ”Welat”, ji endanên Dîwanxaneyê ra meylek şandiye û gotiye:
”Ev sona(dawiya) me kurdan ewê çito be? Çend sal in ku em êsîr in. Ev halê me ewê ça be?”
Camêr pirs ji dereke rast, ji Dîwanxanê kiriye.
Dîwanxane ciyê mîr û began, ciyê hamî haman û xwediyê aqil û faman e, divê meriv pirsên wiha giran ji cimata Dîwanxanê bike.
Gelo “sona” me kurdan ewê çito be?
Bi rastî ez jî bi şev û roj difikirim û vê “sonê” meraq dikim.
Gelo ewê “sona” me kurdan çito be?
Piştî hewqas liberxwedan, şer û fedekarî û bi dehhezaran şehîd, gelo emê havilekê bikin û tiştekî bi ser avê xin ya jî dîsa weke carên berê ewê keda me bibe keda bersîs û bi avê da here?
Ne Welat tenê, ez bawer dikim hemû kurd vê pirsê ji xwe dikin û dixwazin bersîva wê bizanibin.
Ez xelkê nizanim, lê tiştê ji min va xuyaye nuha “halê me kurdan halê helewçiyan e, me xwe tê da hîştiye, me herdera xwe di ard, rûn û şekir gerandiye lê hîn tu helaw li piyasê tuneye.
Tiştê xuyaye ev hevîr ewê hîn gelek av bikşîne, divê em vê yekê baş zanibin û li gor wê hesab û kitabê xwe bikin.
Lê herçî “sona” me ye, ez bawer nakim ji nuha xerabtir bibe. Û başkirina halê me jî heta dereceyekê di destê me da ye, em çuqasî xwe bidin ser hev û siyaseteke rast bimeşînin, dinyayê nekin dijminê xwe emê halê xwe hewqasî baştir bikin.
Dengîr Mîr Mehmet Firat, li ser talîmata Erdogan careke din got ew tesadufî rastî Ahmed Turk hatiye û ne wî, Sirri Sakik jê ra gotiye "abê" merheba!
Berdevkê AKP-ê Dengîr Mîr Mehmet Firat, li ser nanxwarina xwe ya bi Ahmet Turk ra îro beyanek din daye rojnameya Hurriyetê û careke din sond dixwe ku ew bi tesadufî rastî DTP-liyan hatiye.
Firat li ser terorîstiya PKK-ê ji Hurriyetê ra wiha gotiye:
“Talîmata serokwezîr jî heye. Gotiye heta ku nebêjin rêxistina terorê ez bi wan ra rûnanim. Ya rast jî ev e. Tu bêyî ku ferqê têxî nabênê, însanan bikujî nabe. Divê tu naletê li vê bînî, lê tu nakî. Esas divê di vir da îhtîlaf tunebe. Serokwezîr viya dibêje. Ez jî di eynî fikrê da me. PKK rêxistineke terorîst e û bi terorê jî ne mimkûn e ku bigihîje derekê. Şansê serkeftinê tuneye. Hêza dewletê bêsînor e.”Di van gotinê berdevkê Erdogan da meriv dibîne ku serokê wî qîma xwe bi beyana wî ya berê neaniye, xwestiye li dijî PKK-ê ew beyaneke hîn serttir û vekirîtir bide, gotinên serok tesdîq bike û biparêze.
Û wî jî feqîro wiha kiriye, li gotinên serokê xwe xwedî derketiye û ji mecbûrî wî jî gotiye PKK “terorîst” û heta ku DTP ji PKK-ê ra nebêje “terorîst, ez jî bi wan ra napeyivim.
Însan dema emirqûlî be wiha ye, nikane ji emrê serokê xwe derkeve, divê tim bibêje, serokê min rast gotiye.
Û navê vê jî şelefî ye.
Min ji xanimê îzin girtiye, sibe êvarî ez û çend kesên ji ciyê karê min emê herin aşxaneyeke lubnaniyan. Loma jî sibe ezê dereng werim mal, ji min tiştekî nepên.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE