13 november 2007

Êdî em hogirî hev bûne

Ez dizanim nuha we pir meraq kir:

-Do min çima tiştek nenivîsî û hûn di meraqê da hîştin?

-Gelo tiştek hat serê min ?

-Gelo benzîna min di nîvê rê da qediya?

-Ya jî Xwedê neke piştî vî temenî ez bûm mîvanê xezaleke swêdî û li wir destê min jê nebû?

Axir dinya ye, hezar û yek tişt tê bîra meriv û serê meriv tevlihev dibe.

Ez rastiyê ji we ra bibêjim, van îhtîmalên jorîn yek jî nebû.

Ez do çûm çayxana meşhûr ya Hacî Saygili û min bi şirîkê xwe yê daimî, Av. Weysî Zeydanlî ra nezere lîst.

Destûra min ya çûna derve heftê rojeke. Piranî roja îniyê(lê dikanim rojan bi hev biguherînim, ew azadiya min heye), piştî kar ya diçim aşxana Selîm Bakac(Yilmaz) qahweyekê li wir vedixum(camêr tim jî qahwa teze dide min) ya jî diçim qahwa Hecî, heger hoste hebin, bîstekê nezerê dilîzim.

Wek dibêjin, reva pisikê heta kadînê ye.

Li vî welatî gerr û kêfa min jî ya aşxana Yilmaz e, ya jî qahwa Hecî ye.

Şirîkê min ev demeke hatiye Stockholmê, him zarok û nas û dostên xwe bibîne, lê ji vê bitêr jî ji bo ku têra dilê xwe bibe şirîkê min û nezerê bilîze û derzê bide xelkê.

Ev du hefte bûn ez neçûbûm wir û min şirîkê xwe nedîtibû, min zanîbû nuha gelkî bîriya min kiriye. Loma jî zêde hewîniya min nehat, min lêxist, ez do çûm wir. Me du lîstik lístin û em dû ra rabûn.
Ez û cîranê xwe Mamoste, em zû rabûn. Esas ew kînga rabe, ez jî radibim, çimkî ew suwar e, ez jí peya me. Seet li dora nehan em li mal bûn.

Ez çer gîhiştim mal, min tavilê kompîtora xwe vekir û xwest tiştekî binivîsim. Lê min kir û nekir, bêxwediya malpera min venebû. Bû şeşderba lazan û nexebitî. Min çiqas li ber da jî pere nekir.

Lê ev cihêbûna kin ji bo min bû wek anketekê, hin xwendevan pirsîn, gotin:

-Do te çima tiştek nenivîsî?

Ev pirsîn alametê xêrê ye, diyar dibe ku êdî em hogirî hev bûne. Yanî ez şevekê nenivîsim bi kêmasî çend kes meraq dikin.

Yanî em hînî hev dibin.

Ji bo min destpêkek baş e.

Tirk metodén mafíayé bi kar tíninSerokwezîrê Tirkiyê Erdogan, îro jî gef li kurdan xwar û sinyala operasyoneke leşkerî da. Erdogan got:

”Berî ku zivistan were ewê ev îş çêbibe. Heger em ji yên hember tiştên berbiçav nebînin operasyon nêz e.”

Ev du meh in ku hukûmeta meleyên nîjadperest li hember kurdan her roj beyanên wiha didin, şerekî psîkolojîk û taktîka tirsandinê dimeşînin.

Her roj beyanên bi vî rengî didin, dibêjin heger hûn nizanim çi nekin, emê li we xin, emê dest bi operasyonê bikin.a

Ê bikin!

Ma kesî bi destê we girtiye?

Mafîa çawa bi saya zilamên xwe xelkê tehdît dike û bi zor xûgiyê ji wan digre, dewleta tirk jî li hember kurdan eynî siyasetê dimeşîne, eynî taktîkê bikar tîne. Ew jî bi hêza xwe ya leşkerî ya pir mezin, wek çeteyên mafîayê çavsoriyê li kurdan dike, gav û seetê wan nerehet û bêhuzûr dike, dixwaze bi dare zorê xûgiyê ji wan bigre.

Siyaseta li hember Sûriyê meşandin, (bitirsîne û teslîm bigre)dixwazin li hember kurdên başûr jî bimeşînin.

Geh gefan li kurdan dixwin, dibêjin heger hûn wek me nekin, emê we bixwin.

Dema tirsandin pere neke, îcar gundên kurdan didin ber topan û dibêjin, mêze em ciddî ne.
Erdogan di axaftina xwe da dibêje:

”Min ji Serokê Emerîka Bush ra gotiye, ya Barzanî ya em. Di demeke kin da divê hûn biryara xwe bidin.”

Erdogan, tiştê wî ji Bush ra gotiye dibêje, lê nabêje bersîva Bush çi bûye?

Bi van gotinên jorîn jî careke din derdikeve ortê ku derdê Erdogan ne PKK ye, Barzanî ye, yanî Kurdistana Federe ye. Ew dixwazin vê desthilata kurd ji ortê rakin. Ev armanc ji viya vekiriîtir nayê gotin.

Lê pir mixabin hîn jî hin kurdên ”pir zana, pir siyasetmedar” vê nêta Erdogan û hukûmeta wî nabînin. Hîn jî dibêjin Erdogan û hukûmeta wî li dijî şerxwaziya artêşê ne, naxwazin êrîşê bibin ser kurdan û gelek hêviyên din.

Yanî mêrik vekirî dibêje, min ji Emerîka ra gotiye, ” ya em ya jî dijminên me, biryara xwe bidin.”
Ev ne cara pêşî ye ku Erdogan viya dibêje, heta nuha gelek carên din jî wî ev dijminatî û armanca xwe eşkere gotiye.

Lê kurd qebûl nakin, dibêjin na, her çiqas wiha dibêje jî divê meriv jê bawer neke, nêta wî ya bi dizî pir baş e.

Ya din Erdogan, îro ne tenê ev got, mêrik hebûna kurdên Tirkiyê jî înkar kir, got:

”Hindikayiyên(mînorîtetên) li welatê me diyar in. Vanan jî li Lozanê hatine diyarkirin. Bêyî wan hindikayî tuneye.”

Yanî Erdogan dibêje, li gor Peymana Lozanê li Tirkiyê tenê miletên xeyrî Muslîm(êrmenî, cihû, asûrî û hwd.)hene. Bêyî wan tu miletekî din tuneye, her kes tirk e.

Û ji xwe hemû mafê tirakan jî heye.

3 kommentarer:

  1. Birez Zinare Xemo Malpera TE pirozbe!
    Ez nivise TE dixwenim kefa min geleki ji nivisandina tere te.
    Desti xwaşbe u serkeftin jibo TE dixwazim

    SvaraRadera
  2. Kek Zinar malpare te pirozbe Naci

    SvaraRadera
  3. Good day! I know this is kinda off topic however I'd figured I'd ask.
    Would you be interested in trading links or maybe guest authoring a
    blog post or vice-versa? My site addresses a lot of the same topics
    as yours and I feel we could greatly benefit from each other.
    If you might be interested feel free to send me an e-mail.

    I look forward to hearing from you! Wonderful blog by the way!


    my blog post; new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE