Berê dema înternet û medyaya sosyal, ev teknolojîya dîgîtal tunebû gelek tişt, gelek bûyer tavilê nedihat zanîn, bi dizî dima.
Destê kê di bêrîka kê da ye, kî hevalê kê ye, kê bi kê ra,
li ku derê civîn çêkiriye di eynî rojê da nehat zanîn, bi dizî, îllegal dima.
Lê bi xêra vê teknolojiya nuh û medyaya sosyal êdî tu tişt, tu têkîlî nayê veşartin. Dinya pir biçûk bûye, tavilê meriv her tiştî dibihîze, dibîne.
Meriv her roj di medyaya sosyal da dibîne kî dibe mîvanê kê, kî pesnê kê dide.
Yanî wek berê tişt bi dizî namînin. Medyayê dawa însanan, siyasetmedaran avêtiye ser serên wan, her tişt li ber çava ye.
Ev aliyê medyayê yê baş e, tiştekî bi dizî, veşartî nahêle, her tiştî zû radixe ber çavên însên. Însan dibînin kî çi dike, çi dibêje.
Her
kes li gorî xwe dibe xwedî fikrekê, pê ra qenaeteke hasil sdibe.
XXX
Ji bo xatirê hevalê xwe, dostekî xwe meriv kane bêdeng bimîne, karekî wî,
berhemeke wî, nivîseke wî neecibîne lê ji bo xatirê hevaltiyê eşkere rexne
neke, fikrê xwe nebêje.
Lê him karekî, berhemekê neecibîne, him jî pesnê wê bide ne
xweş e, ne şêleke rast e. Ji bo xatirê hinekan dibê meriv tiştê ne rast nebêje,
li dilê xwe bêbextiyê neke.
Camêrekî xwedî tecrûbe li ser hevaltiyê gotiye, ”heval wek
petêxa ne. Hûnê bibêjin çima?
Çimkî ji bo ku meriv kanibe yekî bibîne, dibê meriv bi sedan
yoxle bike ji ber wê.”
Hevalê xwe ji min ra bibêje, ez ji te ra bibêjim tu kî yî.
//7Cervantes
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar