Peyveke, biwêjeke, tabîreke şaş, tercumeya ji tirkî ketiye
devê hin kesan. Dibêjin:
”Te hişê xwe xwarîye, kurdan hişên xwe xwarine. Ma qey te
aqilê xwe xwarîye?
Ne kesên nezan tenê, gelek nivîskar û kesên zana jî vê tabîra, vê biwêja tirkî di maneya, ”te hiş berda ye, te aqil berda ye, hiş di serê te da nemaye, em bêhiş bûne” da bi kar tînin.
Bi kurmancî meriv nabêje, ”te hişê xwe xwariye, me aqilê xwe
xwariye”!
Ev şaş e, ne kurmancî ye, tirkî ye.
Peyva şaş neyê rastkirin bi demê ra dibe rastî û dikeve dewsa peyvên rast.
Wek min got, bi kurmancî meriv dibêje, ”me hiş berda ye, me
aqil berda ye. Hiş di serê me da nema ye. Em bêhiş bûne.
Di edebîyata kurmancî ya kilasîk da, di zargotina kurmancî
da, di sitranên kurmancî da tabîreke, biwêjeke wiha tune ye.
Kal û pîrên me jî tiştekî wiha nabêjin. Deh şiklê kurmancîya
vê kopîya tirkî ya li kurmancî nayê hene.
Ev biwêj nuh e, kurdên kurmancîya wan zeîf, xerabe bi kar
tînin. ji ber ku kurmancî baş nizanin.
Her tiştê hin kes bi kar tîne ne rast e û em ne mecbûr in
wan şaşiyan qebûl bikin.
Bi riya telewîzyonan hin peyvên şaş ketine devê hin kesan.
"Te hişê xwe xwariye, te aqilê xwe xwariye" jî peyveke ji wan e.
Kesên kurmancî baş nizanin ev peyv bi riya medyaya sosyal
belav kirin.
Kesê kurmancî baş zane nabêje "te hişê xwe
xwariye"!
Bajariyên kurmancîya wan ne baş wiha dibêjin.
"Ez jiyan dikim, ez li gund jiyan dikim, ez li Amedê
jiyan dikim" jî gotineke sosiret a bi riya telewîzyonan ketiye devê hin
kesan.
Ji ber ku hin kes kes wiha dibêjin ma emê jî vê şaşiyê qebûl
bikin?
Meriv bi kurmancî nabêje "ez jiyan dikim"!
Meriv dibêje:
-Ez dijîm. ez li gund dijîm. em li bajêr dijîn.
XXX
Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Serketina herî
mezin jî bi xebateke biçûk a destpêkê dest pê dike.
Mesela li her bajarî esnafên welatparêz kanin navê kurdî li
mekanên xwe kin, tabêle û lewheyên xwe bikin kurdî. Bi mişteriyên xwe ra bi
kurdî bipeyivin, viya bikin adet.
Partiyên me, siyasetmedarên me kanin xebateke wiha bidin
meşandin, ji esnafên nas, ji dost û hevalên xwe viya bixwazin.
Dibê meriv bi dikandar û esnafan ra, bi garsonan ra bi tirkî
nepeyive. Pesnê karkir û garsonên bi kurdî serwîsê dikin bide. Yanî xelkê
teşwîqî kurdî bike, axaftina bi tirkî rexne bike, normal nebîne.
Dibê kurd paşnavên xwe yên bi tirkî biguherînin, paşnavên
kurdî li xwe kin. Şerm e paşnavê kurdekî "Turk, Ozturk, Turkdogan" û
nizanim çi tirk be.
XXX
Li gorî Eflatûn kêmaqilî bi du hawî dibe. Yek ji ber
dînîtiyê ye, ya din jî ji ber cahilliyê ye.
Kêmaqiliya hin serok û siyasetmedarên me kîjan e ez nizanim.
Heger ne kêmaqilî be, miheqeq sebebekî vê dilreşiya me ya li
hemberî hev heye.
Dijmin xwîna zarokên me dirjîne gelekên me xwe kerr û lal dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar