Berê fera-folên malan sifir(paqir)bûn, dema reş dibûn me dibirin ser qelacî, qela dikirin. Dibriqîn, meriv xizmetkar bû lê binêriya, tê da xwarin bixwara.
Beroş, sîtil, legan, qûşxane, sehan, tawe, lengerî, tas giş sifir bûn, xweş
bûn.
Di salê 1970î da qereçî, etar, hin kesên duzenbaz bi gundan ketin feraxên sifir, xişirên zîvîn
giş bi perakî erzan ji milet kirîn, ya jî bi feraxên elemyon û naylon guhertin.
Nuha her kes dike ax, wax, dibêje me çi xwelî li serê xwe kir, lê çû, nuha di mala kesî da beroşek sifir tuneye, giş bûne elemnyon, hesin û pola. Qismek jî plastîk e.
Eynî tişt hatiye serê zimanê me. Hin kurdên nuhpêketî, pir modern gotineke naylon, sexte, bêbingeh, şaş li ku dibînin, gotinên me yên bi sedsalan me bi kar anîne, her kes maneyên wan zane davêjin, gotinên naylon, sûnî bi kar tînin.
Bi vî hawî madê meriv ji kurmancî dihêlin, meriv twîttekê, navê kitêbekê fêm nake.
Carnan ji bo ku meriv xeberekê fêm bike dibê meriv li ferhenga binêre.
Navê edebîyatê kirine "wêja".
Çima?
Ji ber ku edebîyat bi erebî ye.
Hin caran di ferhengan da jî tuneye, dibê meriv telefonî hin zimanzanan bike, maneya wan jê bipirse.
Miletê me jî zû di bin tesîra van kesên bi kurdî dilîzin dimîne, wan gotinan bi kar tîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar