17 juli 2020

Îro germiyan bi paş da hat Stocholmê


Ev du roj in germiyan bi paş da hatiye Stockholmê. Nuha Stockholm 26 derce germ e, tam havîn e.
Min vê sê zû çû hinek tiftar û boyax kirî. Aliyekî mexzena me gerek bihata boyax kirin.

Min ew der boyax kir. Min dît boyax nuh xuya dike, min derên din jî boyax kir.

Nuha sorik û xweşik xuya dike. Berê textê reş derketibû.


Dû ra min çû xwe dirêj kir û di xew ra çûm. Bi qebeqebe xanimê û lawikê me Rojen ra ez bi xwe hesiyam. Qala bazara min îro kiribû dikirin û li ser boyaxa min kiribû dipeyivîn.

Rojen karê min dieciband, digot baş boyax kiriye.

Ji xwe karê min paqij e. Ez merivekî pir nişmî û titîz im, karê ez dikim dibê bêqusûr be.
Me perda xwe vekiriye û kursiyên li ser razên danine bin perdê.

Piştî hinek sohbet, gotinek ji vir, gotinek ji wir, xanimê xwe li ser kursiya xwe dirêj kir û di xew ra çû.
Û min jî hat ev nivîs nivîsî.

XXX
Tirk ne îro tenê tecawizî keç û jinên me dikin û carnan jî gû bi me didin xwarin. Ji roja Kurdistan dagir kirine û vir da ye tirkan tecawizî keç û jinên kurdan kirine û dikin.
Nuha jî li Şirnexê, li Bişêriyê eynî tiştî dikin. Kurdê bibe hevalên dagirker û tecawizkaran xayin in, hur bênamûs û bêşeref in.
Meriv nabe dost, heval û şûrkêşê dagirkerên welatê xwe, meriv li welatê xwe nabe berdevk û xulamê neyarê xwe, nabe hevalê qatilên zarokên xwe, tecawizkarên zarokên xwe.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE