Ev du roj in germiyan bi paş da hatiye Stockholmê. Nuha
Stockholm 26 derce germ e, tam havîn e.
Min vê sê zû çû hinek tiftar û boyax kirî. Aliyekî mexzena me gerek bihata
boyax kirin.
Min ew der boyax kir. Min dît boyax nuh xuya dike, min derên din jî boyax kir.
Nuha sorik û xweşik xuya dike. Berê textê reş derketibû.
Dû ra min çû xwe dirêj kir û di xew ra çûm. Bi qebeqebe xanimê û lawikê me Rojen ra ez bi xwe hesiyam. Qala bazara min îro kiribû dikirin û li ser boyaxa min kiribû dipeyivîn.
Rojen karê min dieciband, digot baş boyax kiriye.
Ji xwe karê min paqij e. Ez merivekî pir nişmî û titîz im, karê ez dikim dibê bêqusûr be.
Me perda xwe vekiriye û kursiyên li ser razên danine bin perdê.
Piştî hinek sohbet, gotinek ji vir, gotinek ji wir, xanimê xwe li ser kursiya xwe dirêj kir û di xew ra çû.
Û min jî hat ev nivîs nivîsî.
XXX
Tirk ne îro tenê tecawizî keç û jinên me dikin û carnan jî
gû bi me didin xwarin. Ji roja Kurdistan dagir kirine û vir da ye tirkan
tecawizî keç û jinên kurdan kirine û dikin.
Nuha jî li Şirnexê, li Bişêriyê eynî tiştî dikin. Kurdê bibe hevalên dagirker û tecawizkaran xayin in, hur bênamûs û bêşeref in.
Meriv nabe dost, heval û şûrkêşê dagirkerên welatê xwe, meriv li welatê xwe nabe berdevk û xulamê neyarê xwe, nabe hevalê qatilên zarokên xwe, tecawizkarên zarokên xwe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar