18 juli 2020

Pêxemberê derewîn


Di nexweşxaneya dînan da yekî dîn ji hevalê xwe ra got:
-Ez pêxember im.
Hevalî got:
-Kuro erê me hiş berda ye lê ne hewqasî jî.
Lê hevalê wî ji ya xwe daneket, her îdîa kir ku ew pêxember e.
Li ser vê, rabû çû ba hevalekî xwe yê din û jê ra got:

-Kuro Cemîl tam dîn e, ji min ra dibêje ez pêxember im.
Hevalê wî got:
-Guh medê, derewan dike, çimkî qet nayê bîra min ku min pêxemberekî weha şandibe dinyayê.



Du gotinên kurdî
Xortekî diyarbekrî baş ajnê nizanîbû ketibû cemê Dîclê, ajnê dikir. Dema çû dereke kûr û bê qam di bin avê ve bû û dest bi gazî û hawarê kir. Bi tirkî got:
-Kurtarin, boxiliyam! Kurtarin!… -Haho!, Ez difetisim, min xelas bikin! Haho! Ez fetisîm...-
Gundiyek ji wir derbas dibû, gazî û hawara xortê ajnênezan bihîst. Berbê çû, pê da qîriya û got:
-Kuro çi “qurtar, murtara te ye, ez fêm nakim tu çi dibêjî! Ji dêlî tirkî, tu du gotinên kurdî jî fêr bibûya nuha minê fêm bikira ku tu çi quzulqurtê dixwazî.


Endamê hêja
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di civîneke presê da li ser têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyê agahdarî dida rojnamevanan. Di dereke axaftina xwe da got:
-Rast e, endametiya me ya Yekîtiya Ewrûpayê hîn nehatiye qebûlkirin, lê em endamekî hêja yê Dadgeha Mafên Mirovî ya Ewrûpayê ne. Dibê ev jî were dîtin.

Mişkê serxweş
Rojekê mişk di bin masê da rastî şûşa araqê ya devvkirî hat û camêr wek marekî xwe bera hundur şûşê da. Piştî hinek bînkirin û alastin, efendî serxweş bû û wek şêrekî derket ser masê û bi dengekî bilind got:
-Errrrik, ez bavê felekê me, ka pisika vê malê li ku ye, bira zû derkeve hemberî min!

Dakeve jêr !
Lawikê biçûk ketibû bexçê cîranê xwe, hilkişyabû ser dara hejîrê, ji xwe ra hejîr top dikir. Bîstik derbas bû, xwediyê bexçe ew li ser darê dît. Pê da qîriya, got:
-Law zinya, zû dakeve jêr, tu yê guliyên darê bişkênî, ezê a nuha herim ji bavê te ra bibêjim!
Lêwik deng li jorî darê kir, got:
-Bavo, dakeve jêr, apo dixwaze bi te ra bipeyive!


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE