18 juli 2020

Tirk darekê li ku derê bibîne dibire !

Edîb, ronakbîr û dîrokzanên ewrûpî li ser barbarî, wêrankarî û bêkulturiya tirkan gelek tişt gotine, gelek tişt nivîsîne, tirk, osmanî wek miletekî barbar bi nav kirine.

Taner Akçam nivîskar û akademîsyenekî tirk e. Li Amerîkayê dijî. Li ser dêra Ayasofyayê nivîseke xweş nivîsîye. Wî jî gotiye tirk bêkultur û bêmedenîyet in, tenê yê xerakirinê ne. Heger ne wiha bûya di sedsala 21ê da Ayasofya nedikirin mizgeft.


Li gorî Taner Akçam, tiştê li Ayasofyayê tê kirin ”nîşana barbariyeke eşkere ye.”

”Îlana bêkulturî û wêrankariya tirtkan ya li hemberî dinyayê ye.

Bi vê gavê ji dinyayê ra ev hat gotin:

”Her çiqas em di sedsala 21ê da dijîn jî em hîn di zihnîyeta fethê ya 1453a da ne. Di sedsala 21ê da jî tu derdekî me yê parastina mîrata kulturî ya însaniyetê tuneye.
Bi me ra kultureke em mîratên kulturî yên ji me ra mane biparêzin tuneye. Em nikanin hêjayiyeke kulturî bixuliqînin. Kevirekî me yê em deynin ser mîrata kulturî ya însanîyetê tuneye. Em nikanin hêjayieyke kulturî ya nuh bixuliqînin. Em ancax mîrata kulturî ya însaniyetê zevt bikin, xera bikin ya jî hilweşînin û îmha bikin.”

Taner Akçam, di nivîsa xwe da ji gotinên ronakbîrên ewrûpiyan jî çend numûne dane. Ji wan numûneyan min çend heb kirin kurmancî.
Numûneyek jê wiha ye:

”Tirk darekê li ku derê bibîne dibire. Tirkan li her dera girtin destê xwe kultur ji ortê rakirin û nikanîbûn tiştê kirin milkên xwe biparêzin. Tirk ne gelekî bi kultur e û kulturên dagir kirin jî lê xwedî derneketin.
Osmaniyan li derên bi dest xistin bêyî wêrankirinê, şewitandinê, xerakirinê tiştekî din nekirin.
Dera osmanî nigê xwe bavê tiştek lê hişin nayê, dera nigê tirkan pê bû, gîha lê hişin nebû…”

Taner Akçam, ji zanayê rûs yê bi nav û deng Nîkolay Danîlevskî jî li ser tirkan numûmeyek daye û gotiye:

” Nîkolay Danîlevskî, civatên medenîyetê dixuliqînin û civatên medenîyetê tahrîb dikin, tune dikin ji hev cihê dike. Li gorî Nîkolay Danîlevskî, Misir, Çîn Samîyên kevn (Asûr, Babîl, Keldan)Hind, Yûnan, Roma, miletên Germen(Ewrûpa) civakên bi kultur in û medenîyet xuliqandine.
Lê li alî din hûn, mogol û  tirk civatên tahrîpkar in, medenîyetan xera dikin.”
”Tirkan li Balkanan berhemên bi hezar salan kevn girtin bin nigên xwe û tahrîp kirin.
Îro li coxrafya Enedoliyê bi hezaran dêr û avahiyên miqedes yên wêranbûyî û bûne axur hene.”

Tiştê Taner Akçam li ser barbarî, bêkulturî û wêrankariya tirkan gotiye hemû rast in. Kurdistan li ber çava ye. Kurdistan wêran kirin, Heskîf bi bûldozeran wêran kirin, kirin baraj. 


Ji roja Tirkiye ava bûye û virda ye tirk bi rengekî sîstematîk  Kurdistanê talan û wêran dikin, naxwazin şopeke kurdan, mîrateke kurdan bibîr tîne bimîne, wek hovên Daîşê ew jî medenîyeta li Kurdistanê heye ji ortê radikin.


Taner Akçam rexne ji bo Ayasofyayê li hukûmeta AKPê û dewleta tirk digre, dema Sûr wêran kirin nekir, negot ev barbarî ye, dibê hûn Sûrê, mizgeftan, dêran wêran nekin.
Lê li ge vê jî tiştê ji bo Ayasofyayê gotiye baş e.

Nivîsa Taner Akçam di malpera Avalê da ye. Navê wê ”Turkun uygalikla sinavi/ Îmtihana tirkan bi medenîyetê ra”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE