17 juli 2020

Sê daxwaz



Di wext û zemanekî pir kevn da li welatekî kî heftê sê caran neçûya mizgeftê/camiyê îdam dikirin. Lê berî ku îdam bikirana sê daxwazên wî bi cî dianîn. 

Rojekê yekî bênemaz, ji ber ku di wê heftê da sê caran neçûbû mizgeftê digrin. Berî ku bibin ber darê sêpiyê jê dipirsin, dibêjin:

-Daxwaza te ya yekem çi ye, zû bibêje?

Mêrik dibêje:


-Berî mirina xwe ez dixwazim bi jina wezîr ra razêm.

Wezîr her çiqas dibêje na jî, Padîşah dibêje soz û biryar weha ye, ev qanûn e, em mecbûr in bi cî bînin. Û destûrê didin, mêrik diçe bi jina wezîr ra radizê. 

Dûra daxwaza wî ya duduyan jê dipirsin. Mêrik dibêje:

-Îcar jî ez dixwazim bi jina padîşê ra razêm.

Padîşa jî wek wezîr, her çiqas dibêje na, ez viya qebûl nakim jî pere nake, her kes li dij derdikeve. 

Dawiya dawî ew jî ji mecbûrî qebûl dike. Mêrik digihîje wî mirazê xwe jî.

Dema daxwaza wî ya sisiyan jê dipirsin, mêrik geh bala xwe dide wezîr, geh dide padîşê. Diyar dibe ku mêrik dixwaze ji wan yekî hilbijêre û îşê wî jî biqedîne.Wezîr fêm dike ku rewş xerab e, ewê qûn ji dest here. Lema jî ji padîşê ra dibêje:

-Padîşahê min, fena ku min ev camêr li mizgeftê dîtibe.

Padîşah  jî ji xwe ditirse, dibêje:

-Kuro ”fena”çi ye! Li kêlek min nimêj dikir.

Û bêyî ku daxwaza wî ya sisiyan jê bipirsin wî ber didin.


 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE