Hayrî Kasaç |
Ev çend roj in xortekî bi navê Hayrî Kasaç, ji bo ku di
programa telewîzyonekê da bi hustuxwarî, bi uslûba parsekekî ji bo 20 sanîye bi
kurmancî bibêje ”lolo, lolo” ji keça berpirsiyar destûr xwest, tê rexnekirin.
Her kes şêla xort, uslûba wî, hustuxwarî û rebeniya wî rexne dike, dibêjin gerek meriv xwe hewqasî pîs neke.
Ev reaksiyona kurdan, rexneyên tên kirin ji xort bêtir, li hemberî zorbatî, çavsorî faşîzma tirk e. Ez bi xwe reaksiyona kurdan wer fam dikim.
Dibêjin ji bo du gotinên bi kurdî gerek meriv xwe li hemberî tirkan hewqasî rebenok neke.
Gava kurdek li hemberî tirkan hustuyê xwe xwar dike, xwe feqîrokî dike, mafê
xwe yê însanî û netewî bi zimanê parsekan bi rica û minet dixwaze, bi kurdan zor tê. Lema jî li dij derdikvein, rexne dikin.
Hereketkirina wek ferdên miletekî tiştekî baş e, li hemberî tirkan dibe giraniyeke netewî.
Hereketkirina wek ferdên miletekî tiştekî baş e, li hemberî tirkan dibe giraniyeke netewî.
Kurd li hemberî tirkan êdî wek ferdên miletekî bi bindestiya xwe hesiyan e û zulma li wan dibe êdî qebûl nakin, hereket dikin.
Ev yek, ev şêla nasyonalst di nava kurdan da pêşketina hestên netewî nîşan dide, kurd êdî wek ferdên miletekî hereket dikin.
Zulma tirkan, faşîzma tirk di nava kurdan da nasyonalîzm xurt kir. Ev pêşketineke baş e, nasyonalîzim di nav kurdan da çiqasî xurt bibe, kurd ewê hewqasî zû azad bibin.
Dilê kurdan li tirkan heta hûn bixwazin reş bûye, minaqaşeyên li ser Hayrî Kasaç jî îspata vê yekê ye û ez viya wek pêşketineke pir baş dibînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar