Hinek kes gava di nivîsên min da gotineke erebî dibînin aciz
dibin, min rexne dikin, dibêjin ”mamoste ev gotin erebî ye”, dixwazin ez
gotinên erebî bi kar neynim, ji dêlî wan gotinên kurdî bi kar bînim.
Û gelekê caran pê ra hin gotinên "kurdî" yên çêkirî jî pêşniyar dikin.
Û gelekê caran pê ra hin gotinên "kurdî" yên çêkirî jî pêşniyar dikin.
Ez ji wan ra dibêjim ez zanim ev gotin bi erebî ye û haya min ji ya "kurdî" jî heye.
Yên ji gotinên erebî pir aciz in û mercek(cama mezinkirinê) di destê wan da tim li dû gotinên erebî ne bi piranî kurdên binê xetê ne, yanî kurdên Kurdistana rojva ne.
Kurdên başûr û rojhilat tiştên wiha zêde ji xwe ra nakin gelş.
Lê alerjiyeke
kurdên rojava ya mezin li hemberî gotinên erebî heye. Gava nivîsekê dixwînin
merceka wan tim di destên wan da ye û wer li pey gotinên erebî ne. Ji wan wetnê ez nizanim kîjan gotin erebî ye, kîjan ne erebî ye.
Bêguman her kes ne wiha ye, yên nivîsan bêmercek dixwînin jî hene, lê ez dibêjim ew hindik in, piraniya kurdên rojavayê Kurdistanê wiha ne.
Lêli alî din hewqasî jî ne li dijî nivîsîndina bi erebîne.
Tiştê ez dibînim hema hema hemûyên wan bi erebî dinivîsin û ne li dijî nivîsîndina bi erebî ne. Heta ji be ku kanin bi erebî binivîsin pir memnûn û bestewar xuya dikin.
Kesên qet bi erebî nanivîsin, tenê bi kurdî dinivîsin hene ya na ez nizanim.
Ez werim ser mijara xwe, di nivîsên min da hebûna gotinên erebî.
Li ser vê mijarê berê jî min çend caran nivîsî. Ez naxwazim gotinên çêkirî û zimanekî naylon, zimanekî xwendevan, gel jê fêm neke bi kar bînim.
Ez dixwazim tiştê ez dinivîsim were fêmkirin, xwendevan mecbûrî nêrîna ferhengan nebe.
Ez ne li dijî bikaranîna gotinên erebî û biyanî me. Heger di kurdî heye û gel bi kar tîne ez bi kar tînim.
Mesele ez ji dêlî gotina ”wêje” edebiyatê bi kar tînim, ez caran gotina ”wêje” bi kar naynim, qet. Ne di nava gel da û nej î di tu klasîkeke kurdî da ez rastî gotina ”wêje” nehatime.
Lê gotina edeb û edebiyat her kes jê fêm dike. Lema jî
ez qet nabêjim ”wêje”, ji dêlî wê ve peyva edebiyatê bi kar tînim.
Numûneyên wek viya pir in.
Piraniya kurdan misilman in û bi riya dîn bi hezaran gotinên erebî ketine kurdî û bûne malê ziman û edebiyata me.
Koka wan erebî be jî êdî ew bûne malê zimanê kurdî, me li gorî zimanê xwe û telafuza xwe ew guhertine û kerasekî kurdî, kurmancî li wan kiriye.
Ji xwe ne mimkûn e meriv gotinên erebî û biyanî bi kar neyne. Ev ne ji bo kurdî tenê, ji bo tirkî û farisî û hemû zimanên din jî wiha ye, zimanê bêyî gotinên biyanî li dinyayê tuneye, di her zimanî da pir hindik peyvên ji zimanên din hatine girtin hene. Li dinyayê zimanekî xwerû ji gotinên xwe tuneye.
Lema jî heta ji min tê ez zimanekî xelk jê fêm dike bi kar tînim, xwe ji gotinên çêkirî û ji zimanê naylon yê fêmkirina wî zahmet e diparêzim, dixwazim zimanê min sade û rehet be, ne naylon be.
Ez ji gotinan bêtir li sentaksê miqate me, ya muhîm tiştê ez dinivîsim li gorî sentaksa kurmancî be.
Min gotiye ”muhîm” ya jî girîng zêde ferq nake, ya muhîm,
girîng cumle rast be, gorî hevoksaziya kurmancî be.
Heger gotinek di kurmancî da tê bikaranîn, dixwaze bira bi erebî be ya latînî be ez bi kar tînim. Tenê ez li gotinên tirkî miqate me.
Ji xwe di kurdî da gotinên tirkî pir û pir kêm in, kurdî di bin tesîra tirkî da nemaye, wek ji erebî girtiye ji tirkî jî gotin negirtiye.
Lema jî di kurdî peyvên tirkî hema hema îstîsna ne. Lê erebî pir in, ew jî wek min got bi riya dîn û îslamîyetê ketiye zimanê me.
Gava ez peyveke erebî bi kar tînim ne ku ez nizanim ew gotin erebî ye, ez zanim. Lê ji ber ku gotina jê ra dibêjin ”kurdî” ye gotineke çêkirî ye, naylon e ya jî nakeve serê min û di nava gel da jî nayê bikaranîn, lema ez ya erebî tercîhî wê dikim.
Ez naxwazim gotinên naylon belav bikim. Rastkirina şaşiyê dû ra pir zor dibe. Ji bo jî ji dêlî gotineke çêkirî ya erebî, latînî bi kar tînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar