24 april 2018

Ciwanên nuha kêf dikin





Ciwanên(xortên) nuha kêf dikin. Dilê wan çi bixwaze wiya dikin, dilê wan here çi wiya dixwin û wiya vedixwin.

Ma dema me wiha Bû?


Me ji ciwaniya xwe tiştekî fêm nekir. Her tiştê xweş li me yasax bû.

Ciwanên nuha xwe ji tu tiştî mahrûm nakin û tu keser û hesretê di dilê xwe da nahêlin.

Heger îmkan hebe her kes kane her tiştî bixwe, vexwe û li xwe ke. Kes li wan yasax nake, kes şerm nabîne.

Di dema me da ne wiha bû. Her tiştê xweş wek zewq û zeafên burjûwayê biçûk dihat binavkirin. 

Em xort wek kûsiyê di qêlik da bûn. Ji alîkî da mezinên me, ji alîkî da îdeolojîya çepîtiyê û siyasetê gelek tişt li me yasax kiribûn.


Yê îmkanên wî hebûn jî ji tirs û şerma der û dora xwe û hevalan nikanîbû wek xortên îro bijiya. 

Mesela perê min hebû lê dîsa jî min nikanîbû her xwarin û vexwarina min dixwest bixwim û vexwim, bikirim û tahm bikim. Di jiyanê da tim otosansorek hebû.

Ciwanên nuha dilê wan Whiskiyê bixwaze vedixwin, kes nabêje hûn şoreşger in, hûn kurdçî ne, çawa hûn Whîskiyê vedixwin?



Bi Whîskiyê ra cixara Malboro dikşînin, kes nabêje ma hûn fedî nakin, hûn Malboroyê, cixara zarokên zengînan û Amerîkayê dikşînin?

Lê ji me ra digotin. Ji bo me şerm bû em cixara Malboro bikşînin û Whîskiyê vexwin.

Di salên 1970î, di salên ciwaniya min da  Whisky, Malboro, çîkolata, mûz li me xortên çep û kurdperwer "yasax" bû, eyb bû...

Xortê van tiştan bikiriya ya jî bigota ez jê hez dikim, ya jî xwarin û vexwarina  Whisky, Malboro, çîkolata û mûzê normal bidîta dihat rexnekirin, afarozkirin. Xwarin û vexwarina van tahman li dijî exlaq û prensîbên çepîtiya me bû.

Cara pêşî min Whîsky di sala 1979a da li Rihayê li mala hevalekî tahm kir. Malboro, dilê min dibijiyayê lê min newêrîbû bikiriya.

Meriv milyoner bûya jî nedibû pakêtek Malboro  û şûşeyek Whîsky bikiriya. Digotin zarokên bujuwa cixara Malboro dikşînin û Whisky vedixwin.


Xwarina mûza, vexwarina Whîsky û kişandina cixara Malboro ji bo xortên şoreşger eyb bû, tiştekî wiha îxaneta bi sinifa karkir ra û bi îdeolojiya çep ra bû.

Digotin ma tu bûyî ”zarokê burjuwa ?”

Wek xortên şoreşger gerek me cixara Bafra, Îkîncî, Birincî ya jî Bîtîs bikşanda. Hemû jî cixareyên herî erzan û jahr bûn. Betlîs ya herî erzan û ya herî pîs bû.

Min wek rahmetiyê bavê xwe Harman(pakêta wê sorb û) dikşand. Dişibiya Dunhillê. Ew jî cixareyeke buha bû, lê ya muhîm ne ya Amerîkayê bû. Ji xwe wê demê li Tirkiyê cixareyên welatên din tunebû, hemû bi qaçaxî dianîn Tirkiyê...

Me  şerm dikir mûzek bikiriya û bixwara. Û ji xwe li her bajarê Kurdistanê mûz tunebû.

Çimkî ewê tavilê navê te bibûya ”mûz çocuxu” yanî ” zarokê mûza…”

Li gorî baweriya çepîtiya wê demê ya jî çepîtiya em li Kurdistanê fêr bûbûn, gerek kesê çep mûz nexwara, Whîsky venexwara, Malboro nekişanda,ata nexwa çîkolata nexwara û nizanim çi û çi nekira. Jiyana me şiklekî terîqetê bû

Li Diyarbekrê Malboro bi hin hevalên me ra dîtibûn, navê me kirin partiya Malboro ya jî tiştekî wiha. Nuha baş nayê bîra min. Yanî hevalên maocî navek bi me kiribûn.

Li gorî sovyetçîyan, hevalên maocî muhafazakartir û hinekî paşdamayîbûn, li dijî luksê û tiştên modern û xweş bûn. Digotin gerek meriv wek karkiran, jiyaneke spartansk bijî...

Wek min got mûz fêkîyekî zarokên zengîn û bûrjawzî bû. Kesê li dijî burjuwazî, axa û zengînan dibê li dijî fêkiyên wan û xwarin û vexwarinên wan jî bûya.

Lê keç û xortên îro yasaxên wiha nas nakin, dilê wan çi bixwaze wiya dikin. Û rengekî bêtirs di medyaya sosyal da rismên xwe jî belav dikin.

Heger me rojekê rociya xwe bixwara û bi dizî cixareyek Malboro bikşanda, ya jî qedehek Whîskê vexwara, ya jî hinek çîkolata bixwara, me bincil dikir, me nedixwest hêzên der û dora me, mezinên me, hêzên din pê bihesin. Çimkî em kanîbûn bibûna benîştê devê hinekan...


Di dema me da dinya ne tu dinya bû, feqîrî, mahrûmîyet li alîkî, lê disîplîn û yasaxan jî bîn li me çikandibûn.

Lema jî wek xortên nuha me nikanîbû bi serbestî mûz bixwara, me nedixwest navê bibe ”mûz çocuxu” yanî navê sebiyê mûza bi dû me keve.


Ciwanên nuha mûza di ser serê xwe ra davêjin. Him jî mûzên chiquita.

Dilê wan kîjan cixarê bixwaze wiya dikşînin.



Whîskiya  vedixwin Chivas Regal, The Macallan e. Şerabên herî buha vedixwin.
Luksa me şeraba tirk û araq bû.

Xwarina çoklad(çîkolata)jî eyb bû.Erê çîkolata wek nuha ne pir bû, lê hebû. Lê me nikanîbû bixwara. Ya jî me şerm dikir çîkolata bixwara.

Çimkî şoreşgeran çîkolata nedixwar. Belkî şoereşgerên tirk dixwarin, lê me li Kurdistanê li xwe heram kiribû.


Kê çîkolata bixwara jê ra digotin filankes bûye "zarokê çîkolata."

1980î da dema ez hatim Swêd min bala xwe dayê dikan, mixaze tije şekir û çîkolata ye û him jî çîkolatên reng reg, babet babetî. 

Ez bûm wek erebê çav li penêrê ter keve, ez dîn bûm. Her cara ez li dikanan li ber refên çîkolatayên babet babetî disekinîm şorik bi devê min diket.

Li Mixaza Alensê, li hin dikanên şekirfiroş ez bi deqîqeyan li ber refên çîkolatan disekinîm û min bi hesreteke kûr, bi dilbijokiyeke bêsînor li çîkolatên babetbatî dinêrî û av bi devê min diket.

Lê min newêrîbû bikiriya û exlaqê xwe yê şoreşgerî xera bikira. Min nedixwest bi bawrî û îdeolojiya xwe ra îxanetê bikim.

Min digot ya heval bibînin?
Heval nebînin jî îxanet e, durûtî ye...


Min nedixwest zeîfiyê nîşan bidim û navê ”çîkolata çoçixî” bi min keve.

Lema jî di rojên pêşîn da bi rojan min nefsa xwe mihûz kir, min nekirî, min li çîkolatên rengo rengo temaşe dikir, carnan min radikir, lê dinêrî û dîsa paş da datanî.


Heta rojekê êdî min hew girt, hew deyax kir û min ”çîkolatekî Marabou” yê mezin kirî. Min got îxanet be çi be ezê bixwim, hema di ku da zirav e bira di wir da biqete û min xawar...

Tahmê da biçoka min, êdî ez tahmijîm çîkolata, rojê min çîkolatekî nuh, tahmeke nuh diceriband. Çimkî pir erzan bû, ji nan, pîvazan jî erzantir bû. Dema diçûm mektebê tim çîkolatek di çendtê min da hebû. Dema birçî dibûm min dixwar. Ez tê da mabûm, bixwe û ha bixwe…


Dû ra min dît li Swêd xwarina çoklat ne sûc e, ne îxaneta bi şoreşgeriyê ra ye. Kes xwarina çoklad, vexwarina Whîsky û Malboro sûc nabîne. Hevalên me yên vir her tiştê me nedixwazar û venedixwar, dixwin û vedixwin. Her yekî zeriyeke swêdî jî kiribû bin çengê xwe. Li welêt me ji hevalên keç ra digot "xwişkê..."

Êdî çîkolatê Marabou tim di çentê min da hebû. Heval bi vê çîroka min hesiyan, dest bi diziya çîkolatê min kirin. Wan zanîbû di çentê min da tim çîkolata heye, carnan li komelê dema birçî dibûn, çîkolatê min didizîn.

Piştî çîkolata, min dest bi kişandina Malboro jî kir. Êdî min hemû yasax masax ji ser xwe avêtin, min got bijî azadî, bimre yasax !

Lê ciwanên nuha bitrin, her tişt heye û kanin her tiştî bikin, bixwin, vexwin, di felsefa wan da yasax tuneye. Me feqîrê Xwedê tu tiştek ji ciwaniya xwe fêm nekir….

Lê li gel vê jî ez bi hesret û bi evîn li wan rojan digerim û wan rojan xeyal û yad dikim…

7 kommentarer:

  1. Ez dikarim bi rihetî bêjim nivîsa herî tehmxweş ya Zinarê Xamo ew e :) Pir û pir xweş bû, têr kenîyam, trajedî bi wextê re dibe ken çinku :)

    SvaraRadera
  2. Erê rast e, jiyana me him trajî bû, him komîk bû, bû trajîkomîk.
    Tiştên wiha li ba min pir in, dibê ez wan bînim bîra xwe û binivîsim.

    SvaraRadera
  3. Apo,

    Te ji kesera dilî gotiye, sihet xweş.

    Ez ji vê terza te hez dikim, tu xwe ji xweşîyên jîyanê bêpar nakî, tahm dikî û dilê xwendevanên xwe jî dibijînê.

    Wan salên we ez didim ser bala xwe: Wek ku li dinyê çi tişt hebin versîyonên wan ên herî eletewşt li ser vê erda me, di nav me de hatiye ceribandin. Halbûkî li dinê ne wisa ye.

    Herçî ciwanên îro ne, erê, dixwin û vedixwin lê yeqîn bike wê tam û ekla ku tu ji tiştan digirî, nagirin. Çunkî wek salên ciwanîya we her tişt ne hinde besît e, jîyana îro ro tijî rê û rêç in, û biryar ne hinde asan in. Tev qerebalixî ne di mejî de.

    Dubare sihet xweş!

    SvaraRadera
    Svar
    1. Têbînîyek,

      Ne di maneya rihetîyê de basît.

      Min xwast bêjim; Sade, ne hinde tevlihev û kompleks, girîft.

      Radera
    2. Spas ji bo ecibandinê. Helbet gelek gelşên xortên nuha hene. Jiyan bê gelş nabe. Ferqa me û ciwanên îro, gelûên me cihê ne, rewşa salên 1970î û ya îro ji hev cuda ye.
      Min xwest di nivîsa xwe da bi rengekî mîzahî qala jiyan, îdeolojî û kultura ciwanên wê demê bikim. Ji bo ku ciwanên îro yên salên 1970î hinekî nas bikin.

      Radera
  4. bitr in apo. zehf bitr in. :) lê ew tehma ku tu ji çîqlatê distînî em nikarin hîs bikin. seetxweş bo vê nivîsa xweş.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi guhertina wextê ra tahm tû lezeta iştan jî diguhere, efsûnî û dilbijokiya berê didan însanan jî bi wan ra namîne.
      Ken û mizicandina keçekê, çavqurçkirinek wê, em dikirin Mem û Mecnûn. Lê îro bi hev şabûn jî ciwanan nake Mem û Zîn û Mecnûn û Leyla.
      Wek gelek tiştên din, evîn jî êdî pir erzan, bêcazîbe û bêtesîr bûye.

      Radera

PARVE BIKE