14 november 2017

Bînfirehî û bîntengî



Her kes kane şaşiyê/çeytiyê bike, tiştê şaş bibêje, şaşiyê biparêze…
Ji ber meriv tiştekî ”şaş” got qiyamet ranabe, meriv ji makzayî da nabe merivekî pîs û xerab.
Helbet dibê meriv li gorî baweriya xwe ”şaşiyê” rexne bike ya jî fikrê xwe, ”rastiya” meriv jê bawer dike bibêje.
Lê belê dibê meriv bi hêrs, bi tinaz, bi heqaret nebêje.
Ne bi çêr û heqaret ya jî bi tinaz, bi efendîkî, bi termînolojiyeke maqûl fikrê xwe bibêje. Lê belê ji yê hember ra xeberan nede, henekê bi fikrê yê hember neke.
Bêguman mafê her kesî ye ”şaşiya” yê hember rexne bike û dîtina xwe bibêje.
Lê belê dibê meriv baweriya xwe wek rastiya mutleq nebîne û wer bawer nake.
Pir biçûk be jî îhtîmala şaşbûna(şewtbûna) xwe jî bihêle. Û rexneyên, dîtinê di vî warî da jî ji bin da red neke.
Rastî jî û şaşî jî nisbî, îzafî ye.
Bi kêmanî dibê meriv bi vî çavî li rastî û çewtiyan binêre.
Dibê meriv tu carî  ji bîr neke rastiya meriv jî li gorî hinekan kane şaş û ne rast be…
Yanî dixwazim bibêjim dibê em kurd di sohbet û minaqaşeyên siyasî, edebî, lîngustîkî, sosyal, axirê li ser çi dibe bila bibe, dibê em dilê hev nehêlin.
Dibê meriv bersîva fikrê bi fikir bide, ne bi heqaret û gotinên ne li rê ya jî bi qerfpêkirinê.
Xerakirin her tim rehet e, lê avakirin zor e.
Gava zanîn kêm be zorbatî derdikeve pêş.
Lema jî minaqaşeyên di nabêna zana û aliman da her tim xweş û bi tahm e û lezet e, bêxeber û bêheqaret e. Kes kesî naêşîne. Her kes fikir û baweriya xwe dibêje.
Kirina gotineke tahl, hîştina dilê yekî hêsa ye, lê belê cebara dilekî ji te mayî pir zor e û gelekê caran jî qet ne mimkûn e.
Ji bo wê jî dema ez dibînim hin nas, dost û hevalên kêfa min ji wan ra tê li ser tiştekî tune dikevin gewriya hev, dilê hev dihêlin ya jî ji ber gotinekê ji hev dilsar dibin pê diêşim, dibêjim xwezî vî camêrî wiha nekira û xwezî vî camêrê din jî ji vê gotinê xwe hewqasî aciz nekira.
Axir di minaqaşeyê da meriv çiqasî bînfireh û bi tolerans be, zû hêrs nebe û li ciyê rehetiyê dilê hevalê xwe nehêle baş e.
Lê meriv carnan hin tiştan bêhemdî xwe dike û dû ra jî poşman dibe. Lê telafîkirina wê zahmet e.
Welhasilî kelam heta ji meriv were dibê meriv dilê hevalê xwe nehêle û hinekî bînfireh be, zû sor nebe û helbet zû jî hêrs nebe…
Bînfirehê her tim ji bîntegiyê çêtir û bêzirartir e…
Bi hêviya bîndengî, kîn û buxd di nava kurdan da kêm û xweşbînî, dilfirehî û hezkirin zêde bibe…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE