Xalid begê Cibrî, Yûsif Ziya beg û hevalên wan di 92 saliya
şehadeta wan da bi hurmet bibîr tînim.
Serokê rêxistina Azadî(Rêxistina Azadiya Kurdistanê) Mîralay
Xalid Begê Cibrî, Yûsûf Ziya Beg û sê havalên wan di 14-ê nîsana 1925-an da ji
alî rejîma kemalîst ve li Bedlîsê hatin îdamkirn.
Xalid Beg di 20-ê meha çileya pêşîn da(20/11-25) li Erzeromê
hate girtin û di 14-ê nîsanê da jî hate îdamkirin. Îdama Xalid Beg darbeyek
mezin li xebatên Azadiyê xist û moralê kurdan xera kir.
Dewleta tirk û hemû dîroknasên kemalîst dixwazin rol û
pêşengiya rêxistina Azadiyê di Serîhildana Şêx Seîd da bincil bikin, vê
serîhildana kurdan ya netewî wek serîhildaneke ”dînî” û ji bo paşdeanînê
şerîetê nîşan bidin. Lê rastî ne wiha, dibê kurd dîroka xwe bi xwe binivîsin û
van derewên dijmin eşkere bikin.
Çi heyf ku hîn jî piraniya kurdan Xalid Begê Cibrî, Ziya Beg
û rêberên wek wan nas nakin, di Serîhildana Şêx Seîd da hîn haya piraniya
kurdan ji rol û pêşengiya rêxistina Azadyê nîne. Tenê navê Serîhildana Şêx Seîd
bihîstine hew. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û dîroknasên kurd, dîroka kurdan bi
cîlîn nuh bide nasîn û şiûrên wan yê dîrokê xurt bike. Ev yek berpirsiyariyeke
netewî ye.
Xalid Begê Cibrî, di sala 1882-an da li Wartoyê(Gumgumê)
hate dinê û di 14-ê nîsana 1925-an da ew, Yûsûf Ziya Beg û sê hevalên xwe ji
alî rejîma kemalîst ya nîjadperest va li Bedlîsê hatin bidardekirn.
Xalid Begê Cibrî kurdperwerekî mezin û serokê rêxistina
Azadiyê bû, canê xwe di riya serxwebûna Kurdistanê da feda kir. Divê em tu carî
van şehîdên xwe ji bîr nekin, tim bibîr bînin.
Xalid Beg, li Stenbolê Mekteba Eşîretan qedand. Piştî
qedandina wê, ket Mekteba Herbiyê ya Yildizê û ji wir wek zabit mezûn bû. Bi
rutbeya Yuzbaşî tevî artêşê Osmanî bû û di çepha Filîstîn da û li hember rûsan
şer ker. Ji ber qehremanîya di van şeran da nîşan da bû mîralay.
Ruhê wan şad û gorra wan buhuşt be!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar