26 oktober 2015

Bira qet kes xewnan nebîne, AKP perçe nabe




Bulent Arinç, do li Wanê bi muxtar û hin merivên AKPê ra civînek çê kiriye. Di vê civînê da ji HDPê û PKKê ra gotinên nemayî, gotinên pir giran kiriye.
Arinç, careke din nîşan da ku ew çi xebîs e, çi faşîstekî demagog e û herî kêm bi qasî Erdogan neyarê miletê kurd e.
Lê hin kurd zû bi demagojiyên Arinç dixapin.
Çend roj berê kesên ji demagojiyên Arinç ra li çepikan xistin û di nava AKPê da qala muxalefetê û veqetandinê kirin, nuha xeyalşikestî bûne.
Min di nivîsa xwe ya du roj berê da jî got Arinç, sîleheke xerabe ye, ne tu mêr e, neyarê miletê kurd û ne mimkûn e biwêribe li heberî Erdogan rabe. ” Abdullah Gul û Bulent Arinç du namerdên di ser hev ra ne, yek jî ji Erdogan ne baştir e.
Arinç merivekî pir bêşexsiyet e, fêlbaz e, virek û bêexlaq e. Merivekî pir sivik e.”
Ji ber ku ew şexsiyet bi Arinç ra tuneye, ji ber ku merivekî ne di wê çapê da ye, lema jî nikane li hemberî Erdogan rabe.
Arinç dikane bibe mirîd, lê nikane bibe şêx.
Bi baweriya min perçebûna AKPê  ne mimkûn e, heta Erdogan sax be û bixwaze siyasetê bike AKP perçe nabe.
Hinek jê veqetin jî, heta partiyeke nuh çêkin jî vala ye, tişt jê der nayê, nikanin bibin raqib û alternatîfên Erdogan.
Lê ji xwe tu tiştekî AKP bide demokrasiya Tirkiyê tuneye. Wê rola xwe ya pozîtîf lîst, êdî tevgereke nîjadperest, paşverû û panturkîst e.
Bi sedan, bi hezaran însan ji PKKê jî veqetiyan, lê PKK tu carî perçe nebû û ji nava PKKê alternatîfê Abdulah Ocalan derneket.
Derneket ji ber ku lîderekî di çapa Ocalan da, yekî kanibe li hemberî wî rabe di nava PKKê da tuneye.
Û heta Abdulah Ocalan sax be jî ne PKK perçe dibe û ne jî ji nava PKKê raqibekî wî derdikve.
PKK Ocalan e, Ocalan PKK ye.
Heger Ocalan bi xwe dev jê bernede kes nikane Ocalan û PKKê ji hev biqetîne ya jî PKKê perçe bike.
Ev yek ji bo AKPê jî wiha ye, Erdogan AKP ye, AKP Erdogan e, kes nikane wan ji hev biqetîne ya jî biwêribe li hemberî Erdogan rabe.
Û heger rabe jî vala ye, nikane bibe hêz.
Çawa ku yên ji PKKê veqetiyan nebûn hêz, yên ji AKPê veqetin jî nikanin di nava gel da bibin hêz.
Bi dîtina min ev yek ji bo gelek partî û rêxistinên din jî wiha ye. Mesela meriv dikane ji bo tevgera DDKD/KIPê jî bibê.
DDKD/KIP, berhemeke rahmetî Emer Çetîn bû, bi xêra wî, bi navê wî û bi saya giranî û pêşegiya wî di demeke pir kin da li Kurdistana bakur bû hêza herî mezin, herî xurt.
Lê di 1980î da piştî ku Emer Çetîn dev ji serokatiya KIP(PKK)ê berda, ya jî nexwest wek destpêkê dom bike, lema jî tevgera KIP/DDKDê qediya.
Piştî Emer Çetîn, KIP ket destê xeşîm û nezanan, hin kesên ne ehil û ne layiq bûn serok û birêvebirên KIPê û ew hêza herî mezin hêdî hêdî qedandin û dû ra jî çûn li mala xwe rûniştin.
Keştî bi kaptanê xwe dikane bigihîje hedefa xwe, balafir bi pîlotê xwe dikane bifire û partiyek jî ancax bi serokê xwe dikane bijî, mezin bibe ya jî biqede.
Partiyên di destên lîderên hoste da man û mezin bûn û yên ketin destên ecemî nezanan jî mirin.
Mixabin di civata me da rola serok esas e, ev yek wiha ye,
Eynî tiştî meriv dikane ji bo Riya Azadî-TKSPê jî bibêje.
Ev tevger jî berhemeke Kemal Burkay e û heta ku Burkay li ser serê TKSPê bû û aktîv siyaset dikir, TKSP baş, xerab wek hêz hebû.
Lê roja Kemal Burkay dev ji serokatiya TKSPê berda, TKSP di praktîkê da qediya, tenê wek navekî ma.
Û nuha jî ji partiyekê bêtir, wek navekî heye.
Numûneyeke din jî meriv dikane ji başûr YNKê û Mam Celal nîşan bide.
Binêrin piştî nexweşiya Mam Celal, YNK jî bû heft serî, her kes li têlekê dixe.Giranî û îtîbara wê ya berê nema.
Ez bawer dikim piştî wefata Mam Celal, YNK ewê bêtir jî perçe bibe û belkî jî çend partî ji nav derkevin.
Yanî bi van numûneyan dixwazim balê bikşînim ser rol û giraniya serok û lîderan.
Ji ber ku civatên Rojhilat bi gelek aliyên xwe, bi taybetî jî ji aliyê kultura siyasî ve qet naşibe civatên Rojava.
Di cibvatên Rojhilat da rol û oterîteya lîderan, serokan pir mezin e, gelekê caran gava serok dihere ew tevger jî diqede. Û heta hebe jî tevger naqede, jiyana xwe kêm zêde dom dike.
Li Rojava helbet ne wiha ye, erê li wir jî tesîra lîderên karîzmatîk heye, lê ne wek civatên Rojhilat e. Li Rojava însan ji serokan bêtir didin pey îdeolojî û berjewendiyên xwe yên sinifî û grûbî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE