05 april 2015

Heft sal berê gava min got DDKD qediya ye êrîşî min kirin



Du roj berê 42 hevalên damezrêner û birêvebirên DDKDê li ser DDKDa Diyarbekir û Îmam Taşçier bi navê ”ji raya giştî ra” beyanek belav kirin.
Di beyanê da tê gotin ku ew, xebat û têkiliyên li ser navê DDKD tên kirin rast nabînin û tu têkiliyeke wan bi van angajmanên Îmam Taşçier ra tuneye.
Ji bo îmzekirinê hevalan ji min jî pirsîn, lê min beyan îmze nekir. Min îmze nekir, ne ji ber ku ez şêla Îmam Taşçier rast dibînim ya jî piştgiriya wî dikim.
Ez şêl û kirinên Îmam Taşçier û bikaranîna navê DDKD rast nabînim. Û min berê jî rast nedîtibû.
Bi dîtina min wan bi hev ra DDKD ava kiribûn, Îmam bi piştgiriya wan bûbû serokê DDKDê, loma jî dibê wî jî  li gorî biryara piraniyê hereket bikira û li navê DDKDê asê nebûya. Ji xwe ra komeleyeke din ava bikira.
Ji ber ku di avabûna DDKDa Diyarbekir da ked, rol û însîyatîfa van kesên îro li dijî wîn in jî heye. Ne ew bûna, ne biryar, piştgirî û daxwaxa wan bûya Îmam Taşçir bi serê xwe û bi van hevalên îro pê ra ne nikanîbû DDKD ava bikira, nikanîbû ev gav biavêta.
Dema siyaseta piraniyê neket serê meriv, meriv  ji wan vediqete û ji xwe ra rêxistineke din ava dike. Asêbûna li navê DDKDê, wek salên 1980î xespkirina navan û komeleyan ez bi xwe pir şaş û pir bêmane dibînim. Tiştekî ne rast û ne xweş e.
Di sala 2008a da dema hevalan dest bi xebatê û reorganîzekirina DDKDê kirin, min got "DDKD qediya ye", bûye malê dîrokê, ne mimkûn e em wê ji nuh ve wek berê vejînin. Kesên dixwazin partiyekê çêkin, partiya xwe ava dikin. Yên program û îdeolojiya partiyê rast bibînin tevê dibin. Ev, dikanin DDKDliyên berê bin û dikanin kesên din bin.
Ji ber van dîtinên min hin kesan êrîşî min kirin, gotinên nemayê ji min ra kirin, gotin du naxwazî yekîtî çê bibe, kurd werin ba hev.
Dîtina min hîn jî ew e, dibê meriv vî navî  îstîsmar neke, ji dîrokê ra bihêle. Ji ber ku mafê tu kesî tuneye xwe tenê, ya jî çend kesan wek mîratxurên DDKD bibînin û mohra wê ji bo hin armancên xwe bikar bîne.
Min beyan îmze nekir, ji ber ku haya min zêde ji minaqeşeyan tuneye, ez gelkî dûrî  minaqeşeyên nabêna wan im, ne di nava da me. Herdu alî jî nas û hevalên min in. Loma jî min rast nedît bibim teref, û beyanê îmze bikim. Ji dêlî wê ve, bi vê nivîsê gotina fikrên xwe min rasttir dît.
Xwezî wiha nebûya, xwezî heval bi vî rengî bi hev neketana û bi rengekî hîn medenî ji hev biqetiyana.
Wek tê zanîn, DDKD di sala 1977a da  wek komeleyeke xortan ya tevgereke sîyasî hat avakirin. DDKDê di nava 3 salên jiyana xwe da bi 38 şûbeyên xwe ve li gorî xwe xebateke pir hêja kir. Û piştî darbeya 1980î ya leşekerî ji alî cûntayê ve hat girtin. Gelek birêvebir û endamên wê bi salan di zindanan da man, îşkence dîtin û hinek jî di van îşkenceyan da hatin kuştin. Bi sedan însan bi çol û çepelan ketin û bi salan li surgûnê man.
Piştî 38 salan û hewqas guherînên siyasî û îdeolojîk ya rast mafê tu kesî tuneye hîn jî bi navê DDKDê xebateke siyasî bike û bi hin hêz û partiyên din ra bi vî navî têkeve têkiliyan.
Ne 42 kesên beyan îmzekirine tenê, piraniyeke mezin ya damezrêner, endam û birêvebirên DDKDê û KIPê yên wê demê îro li nuxteyên gelkî cihê ne, tiştên ji hev dûr û li dijî hev diparêzin, ne bi dîtin û siyaseta DDKD ya Diyarbekrê û Îmam Taşçier ra ne. Piraniyeke mezin ya kadir û birêvebirên DDKDê yên berê têkilî û angajmanên Îmam Taşçier rast nabînin û li dij in. Yên pê  ra jî hene, lê piraniyeke mezin li dij in. Loma jî bi navê DDKDê ketina tifaqan ne rast e.
Heger merivê siyasetê bike dibê ne bi navê DDKDê, bi navekî din bike. Mesela wek PAKê ji xwe ra rêxistineke din ava bike. Wê demê meriv bi vî rengê ne xweş nakeve gewriya hev.
Di vê bûyera DDKDê da jî careke din diyar bû ku PKK di siyasetê da pir jîr e û xwedî plan û program e. Di ”tifaqên hilbijartinên” meha hezîranê da hemû hêzên derî xwe bi riya HDPê û BDPê berra hev dan. Tevgera Azadî û DDKD-PAK perçe kirin. Belkî hin hêzên din jî perçe kiribin haya min jê tuneye.
PKK jî wek dewletê êdî ji "ço û zorê" bêtir siyaseta ”gizêrê” û serîmizdanê dimeşîne. Gava hewce dibîne ji dêlî înkarê û zorê, ban dikê, destê xwe di serî dide û heger ew jî nebe, "gizêrê" nîşan dide.
Însan jî heywan jî ji zorê bêtir, bi zimanê şîrîn û bi ”gizirê” hêsantir nerm dibe. Xwarin şêran dike qirdê sîrkan.
Kursî, menfaet ji zorê û tehdîtê bi tesîrtir e. Ev îş wiha ye. Hostayî û jîriya PKKê nîşan dide. Kîjan rê karê wan rehet bike wê riyê bikar tînin.
Lê sibe, gava bi fireqetiyê kevin, gava bigihîjin armanca xwe, ewê derî nîşanî wan bidin. Heta nuha tim wiha kirine. Te tim mecbûrî siyaseta xwe, hedefa xwe dike. Heta ku tu ji wê siyasetê ra xizmet bikî û li dijî serok dernekevî  te dide ser serê xwe, lê heta tu wer bikî...
Dewlet jî wer dike, gava hewce be, ban hin kurdan dikin, demekê karê xwe bi wan dikin, propagandeya xwe bi wan didin kirin û ya  herî muhîm jî li hemberî dewletê devê wan digre, wan bêteref dike. Dû ra, dema îşê wan diqede, dibêje de oxir be ji te ra û îcar ban hinekên din dike.
Berê ne wiha bû, bi îktîdara AKPê ra siyaseta ”gizêrê” bû siyseta dewletê ya sereke. Û Xwedê heye, jê gelek feyde dîtin.


PKK jî di hilbijartinên hezîranê da eynî siyasetê dimeşîne, ji bo ku siyaseta xwe ya nuh ya partiya tirk bi kurdên din jî, bi kurdên li dijî vê siyasetê bide qebûlkirin û bi vê ra mixalefeta li hemberî serok jî kêm bike, ”gizêrê” nîşanî muxalifên xwe dide, wan bertîl dike.
Ez nabêjim bira wiha neke ya jî çima hûn wiha dike?  PKK hêzeke pir mezin e û siyasetê dike, kîjan taktîkê rast bibîne wiya dixe pratîkê. Ev mafê wê ye. Bira kesên xwedî îdaî tenezulî  ”gizêrê” nekin û dev ji dîtin û baweriyên xwe bernedin û neçin ser xeta wan. Ji ber ku kesî bi zorê nakin mitewiqê xwe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE