Serokê HDPê Demirtaş, li ser hin paşgotinên ku HDP bi AKPê
ra bi dizî bazariyê dike gotiye:
”Bira herkes rehet be, HDP ne partiya ku bazarên erzan bike. Yê bixwaze bira li rabirduya me binêre. Ma Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya bazarî kirine? Ma Mahaîr Çayan û Deniz Gezmîş bazarî kirine?”
”Bira herkes rehet be, HDP ne partiya ku bazarên erzan bike. Yê bixwaze bira li rabirduya me binêre. Ma Mazlûm Dogan, Îbrahîm Kaypakkaya bazarî kirine? Ma Mahaîr Çayan û Deniz Gezmîş bazarî kirine?”
Erê Demirtaş bi eslê xwe kurd e û li ser navê kurdan siyasetê
dike, lê bi îdeolojî, fikir û hestên xwe ne kurd e.
Heger Demirtaş bi îdeolojiya xwe, bi dîtin û hestên xwe, xwe
kurd û serokekî miletê kurd bidîta gotineke wiha ji d evê wî dernediket,
Îbrahîm Kaypakkay, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan nedikir referensên xwe, bi sê
çepên tirk pesnê xwe û partiya xwe nedida.
Kaypakkaya ne têda, lê Mahîr Çayan û Denîz Gezmîş herdu jî
mirovên kemalîst bûn. Loma jî ji bo siyasetmedar û serokekî kurd şerm e Mahîr
Çayan û Deniz Gezmîş ji xwe ra bike numûne.
Lê ne kemalîst bûna, herdu jî antî-kemalîst bûna jî ferq
nedikir, dibê siyasetmedar û serokekî kurd ne bi tirkan, bi dîroka xwe, bi egîd
û qehremanên gelê xwe pesnê xwe bide, wan ji xwe ra bike sembol û nîşan, ne ku
du tirkên kemalîst.
Demirtaş li ser navê kurdan siyasetê dike, kurdan ew kirine
parlamenter û serokê partiyekê. Lê ew dîsa jî wek kurdekî, wek serokekî kurd
hereket nake. Çimkî ev hes pê ra tuneye. Gava bêkontrol, spontan dipeyive pir
rehet dibe tirk, wek siyasetmedarekî tirk dipeyive. Ji ber ku bi kultur û
terbiyeya çepên tirk mezin bûye, çavkaniyên xida xwe jê girtiye dîroka tirk e.
Loma jî Demirtaş wek serokekî kurd li meselan nanêre,
refensên wî ne kurd û qehremanên kurd in, ne ji dîroka kurd ne. Ew, wek
siyasetmedarekî tirk numûneyên xwe ji dîroka tirkan digre, bi hin lîderên tirk
pesnê xwe dide.
Tu kes bi nav, bi meqam û kursiya xwe nabe serok û
siyasetmedarê kurd, însan bi şêla xwe, bi dîtin û siyaseta xwe dibe
siyasetmedar û serokekî kurd, ya jî nabe.
siyasetmedarekî tirk bi serê Xalid Begê Cibrî, Doktor Fûad,
Seyid Riza, Qazî Mihemed, Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin tu carî sond naxwe,
bi diristî û mêraniya wan pesnê xwe nade, tu carî wan ji xwe ra nake numûne.
Kurdê ku ne Necmedîn Buyukkaya û Wedat Aydin, Deniz Gezmiş û
Mahir Çayan ji xwe ra bike referens û îdol, ew kurdekî bêşiûr e, dibê kurd
nedin dû serokekî wiha...
Siyasetmedarekî filistînî jî tu carî lîder û egîdekî yahûdî
ji xwe ra nake referens û numûne.
Serok û siyasetmedarekî Kurdistana Îranê û Îraqê jî ne
mimkûn e ku bi farisekî û erebekî pesnê xwe bidin.
Ez bawer nakim bêyî siyasetmedarên Kurdistana bakur, serok û
siyasetmedarên miletekî din lîderên ji miletên serddest ji xwe ra bikin numûne.
Di dîroka me ya nêz da, di nava şehîdên PKKê bi xwe da bi
sedan egîdên di her warî da ji Mahîr û Deniz mêrtir û qehremantir hene. Ji ber
ku Demirtaş bi kultur û hestên xwe, bi dîtin û siyaseta xwe ne serokekî kurd e,
loma jî qehremanên kurdan nas nake, navên wan nayê bîra wî.
Çimkî kurdayetiya wî ne kûr e, xida xwe ji dîroka kurdî
negirtiye, kurdayetiyê di tamarên xweda his nake.
Demirtaş emanetçî ye, çawa ku bû siyasetmedar û serokekî
kurd, pir rehet dikane bibe siyasetmedar û serokekî tirk jî. Û ji xwe wa ye ji
bo wê zend ûbendên xwe vemaltiye. Loma pesnê tirkan dide.
Ji xwe wa ye îro gotiye, me heta nuha siyaseta
kurdayetiyê(siyaseta nasnameyê) dikir, lê ju nuha û pêda emê nekin. Çimkî “wê
demê hewcedarî hebû.”
Diyar e Demirtaş siyasetê, siyasetmedariyê û serokatiyê wek
karekî dibîne, gava hewce be diguherîne, dibe siyasetmedarê miletekî din.
Çawa ku HDP ne partiyeke kurd e, projeyeke dewletê ya
entegrekirina kurda ye, diyar Demirtaş jî li gorî vê projeyê roleke nuh girtiye
ser milê xwe û loma jî êdî bi devê siyasetmedar û serokekî tirk dipeyive...
XXX
Murat Bora: Ev yek tawanbarîyeke mezin e... Hûn jî dizanin ku Demîrtaş siyasetmedar e û divê siyasetê bike û dike jî...
Di şûna van peyvên tirş û tehl de xwezî we piştgirî bida wî û hevalên wî. Lewra dem dîrokî ye û her tişt bi mêranî û rastî naçe ser, hûn çêtir dizanin.
An na, madem hûn dibêjin ew ne kurd e û siyaseta tirkan diajo, kerem bikin vegerin welatê xwe Kurdistanê û hûn kerema xwe re siyaseta Kurdistanî bimeşînin...
Lê Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e, haya we ne ji Kurdistanê heye ne ji jan û zordestîyên dagirkeran heye.
Murat Bora: Ev yek tawanbarîyeke mezin e... Hûn jî dizanin ku Demîrtaş siyasetmedar e û divê siyasetê bike û dike jî...
Di şûna van peyvên tirş û tehl de xwezî we piştgirî bida wî û hevalên wî. Lewra dem dîrokî ye û her tişt bi mêranî û rastî naçe ser, hûn çêtir dizanin.
An na, madem hûn dibêjin ew ne kurd e û siyaseta tirkan diajo, kerem bikin vegerin welatê xwe Kurdistanê û hûn kerema xwe re siyaseta Kurdistanî bimeşînin...
Lê Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e, haya we ne ji Kurdistanê heye ne ji jan û zordestîyên dagirkeran heye.
Di ser de jî hûn zirar didine yekîtîya gelê kurd..
Ev rexne ye, bila dilê we
nemîne lê baş bizanibin ku Demîrtaş û partîya wî di ser de nûnerê kurdan e,
piştî jî nûnerê hemû gel û beşên bindest e...
An bikin, anjî na, bihêlin bila
hin bikin... Li gel silavan...
Bersîva Murat Bora:
Zinarê Xamo: Mûrat
Bora, yanî tu ji min ra dibêjî, ya piştgiriya HDPê bike ya jî devê xwe bigre!
Ne wisa?
Bi tirkî dibêjin” ya tu yê vî deveyî biçêrînî ya jî tu yê ji vî diyarî koç bikî, herî”!
Weleh ez ne devê xwe digrim û ne jî ji vî diayrî diherim”!
Ne wisa?
Bi tirkî dibêjin” ya tu yê vî deveyî biçêrînî ya jî tu yê ji vî diyarî koç bikî, herî”!
Weleh ez ne devê xwe digrim û ne jî ji vî diayrî diherim”!
Demeg demokrasî
demokratbûna me heta piştgiriya HDPê ye, rexnekirina HDPê û Demirtaş di
demokrasiya me da tuneye.
Û di ser da jî hûn her roj ji Erdogan û hukûmetê demokrasiyê dixwazin, dibêjin hûn ne demokrat in, hûn dîktator in. Ev jî tiştekî trajî-komîk e.
Wê demê demokrasiyê em tenê ji bo xwe dixwazin, ne ji bo kesên din û mixalifên xwe…
Birayê delal, min heta nuha di hemû hilbijartinan da piştgiriya BDPê û partiyên kurdan yên din kir.
Lê îcar ezê nekim. Ji ber ku ez li dijî siyaset û konsepta HDPê me. Bi dîtina min HDP projeyeke hukûmeta AKPê ye û dixwaze bi vê ”Hespa Truvayê” ked û xebata kurdan û PKKê ya salan bi avê da berdin, kurdan entegreyî Tirkiyê bikin.
Jixwe çendakî berê Beşîr Atalay got, ”HDP, projeyeke Ocalan û serokê MITê Hakan Fîdan ya xweş e…”
Dibe ku ji bo hin kurdan ev yek ne muhîm be, lê ji bo min muhîm e, ez tu carî piştgiriya partiyeke bi destê dewletê û ji bo helandina kurdan hatiye avakirin nakim û rexnekirina siyaseta vê partiyê jî wek mafekï xwe yê demokratîk dibînim.
Ji ber ku HDP li ser daxwaza hukûmetê ü MITê hatiye avakirin loma jî gelek tirikên kemalîst ku heta nuha li dijî Demirtaş û hemû partiyên kurd bûn, îro ji nişkave bûne propagandîstên Demirtaş û HDPê.
Ji ber ku li gorî wan HDPê dev ji ”kimlik siyaseti” yanî dev ji siyaseta kurdayetiyê berdaye û ev jî ji bo Tirkiyê baş e, loma dibê meriv piştgiriya Demirtaş û HDPê bike.
Yanî ne kuNazli Ilicak û tirk guherîn, bûn însanên demokrat, mafzan û dixwazin mafê kurdan were dayin loma piştgiriyê didin Demirtaş. Tiştekî wiha tuneye, ji ber ku HDPê û Demirtaş û Zozanî dev ji siyaseta partiyek kurd û kurdayetiyê berdane loma tirk ji dibêjin eferim û ji wan ra li çepikan dixin.
Kî pistgiriya vê projeya helandina kurdan dike bira bike, ez nakim. Û fikrê xwe yê li ser vê plana Erdogan jî bibêjim. Ya din li Kurdistanê pir hindik kesên siyaseta Kurdistanî dimeşînin hene û ji nuha û pêda jî roj bi roj ewê zêde bibin.
Û mesela ”vegera welêt”! Heger nivîsa min ji dêlî rexneyê pesnê Demirtaş bûya, wek nuha we yê îtîraz nekira, we yê negota ”vegerin welatê xwe, Li Ewropa cihê we xweş e, nerm û germ e…”
Bi îhtîmaleke mezin we yê bigota ”her bijî mamoste”!
Yanî herçî pesindane meriv dikane li Ewrûpa û li her derê bike, lê gava mesele
dibe rexne, a wê demê li Ewrûpayê nabe, ji bo rexnekirnê dibê meriv ”vegere
”welatê xwe…”!
Lê gelek kes ji Stenbolê, ji Anqerê li ser navê kurdan siyasetê
dikin. Kurd êdî di wê da jî tu anormalî nabînin.
Çimkî êdî gelek kurd Tirkiyê
ji Kurdistanê bêtir welatê xwe, Stenbolê û Anqerê jî ji Diyarbekrê bêtir
bajarên xwe dibînin. Loma jî kes ji wan ra nabêje vegerin welatê xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar