14 februari 2015

Barê me giran e aqilê me sivik !

Kesên xwedîdewlet li gorî kesên bêdewlet û bindest bêtir ji  xwe ra ne, berjewendiyên xwe baştir dibînin, bêtir neteweperest in.

Bi kesên xwedîdewlet ra aqilê dewletê heye. Kar û zirara xwe baştir dibînin, tu carî karê  û îşê li dijî berjewendiyên xwe nakin.

Mesela gundiyekî tirk jî wek siyasetmedar û brokratekî tirk hereket dike, dizane ji wî ra, ji dewleta wî ra, ji miletê tirk ra çi baş e û çi xerab e. Yanî bi her tirkî ra kêm zêde aqilekî, şêleke, hizreke netewî heye. Ev aqil jixweber heye, kesî derza vî aqilî nedaye wî.
Ev aqil û şêl li ba me kurdan pir kêm e, nêzî sifirê ye.

Jixwe heger ne wisa bûya bi milyona kurd nedibûn hevalên dijminên xwe, rayên xwe nedidan partiyên tirk, di wan partiyan da nedibûn berpirsiyar. Heger aqilê tirkekî bi wan ra hebûya, wanê jî wek tirkan dem û dezgehên xwe ava bikirana, rayên xwe bidana xwe.

Li ba gelek keç û xortên me yên li Swêd dijîn jî ev aqilê netewî zêde bi pêş neketiye, hîn kêm e. Ji aqilê me yê xortaniyê pêşdatir e, lê li gorî xelkên din kêm e…

Gelekên wan wek swêdiyekî humanîst û pir ”enternasyonalîst” difikirin. Wisa bawer dikin ku bi dilpakiyên xwe ewê bikanibin qûna dinyayê rast bikin. Ji herkesî, ji her miletî hez dikin, bêyî ku li halê xwe bifikirin dixwazin alîkariya herkesî, her miletî, her feqîrî bikin.

Gelê wan, zarokên wan li vir û li wir ji nêza dimrin lê ew hewil didin alîkariya xelkê din bikin. Wek swêdiyekî difikirin.

Em jî di salên 1970î da bi nezanî wiha difikirîn, em jî pir komunîst û enternasyonalîst bûn. Me jî digot zulm li ku hebe, neheqî li ku hebe emê li dij bin. Û li gorî îmkanên xwe em li dij derdiketin jî.
Helbet ev yek wek fikir ne şaş e, însaniyet, humanîstî baş e, lê dibê di vir da jî evzeliyek(priotet, oncelik), dorek hebe. Loma jî em di her warî da ji her miletî bêtir muhtacî alîkariyê ne.

Carê em miletekî bêdewlet û bindest in, em hinek tirk, hinek îraqî, hinek sûrî û hinek jî îranî ne. Hîn em ne xwedî nasnameyeke kurdî ne. Dibê em vê yekê wek heqareteke mezin qebûl bikin.
Di xortaniya xwe da me ji bo filistîniyan, erîtriyan, wîetnamiyan, kombiçiyan, afrîkiyan xwe diçirand. Me ji dîroka xwe bêtir, dîroka wan dizanîbû.

Me ji xwe bêtir li ser gel û miletên bindest dinivîsî. Me dijminên wan wek dijminê xwe dizanî.
Me ji serîhildan û micadeleyên kurdan bêtir, xwe kiribû heyranê serîhildan û micadeleyên gelên din.
Me ji navên rêber, serok û qehremanên kurdan bêtir, navê rêber, serok û qehremanên miletên din dizanîbû. Me xwe kiribû heyranê serok û qehremanên xelk û miletên din.

Lê piştî salan, piştî ku me hinekî dinya dît, me fêm kir ku me wek xiltan xwelî li serê xwe kiriye.
Me dît ku ne haya kesî ji me heye û ne jî kes me nas dike.

Wîetnamî, kamboçî, erîtrî, mozambîkî, somalî û reşikên din yên ku me ji bo wan serê hev dişkand, tew nizanin em çi mexlûq in.Tew nizanin miletekî bi navê kurd û welatekî bi navê Kurdistanê heye.
Û hîn jî nizanin û naxwazin bizanibin jî. Ji ber ku herkes li gorî berjewendiyên xwe nas dike ya jî nas nake, têkiliyan datîne û piştgiriyê dike.

Ma xortên wîetnamî û kamboçî çima ewê dîroka kurdan fêr bibin û ji bo kurdan bi hev kevin û neyartiya hev bikin?
Ev dinya wiha ye, herkes ji bo miriyê xwe digrî. Lê tenê em kurd di şîna xwe da jî ji bo miriyên xelkê digrîn.

Ji ber ku bi me ra aqilê, şiûrê netewî kêm bû loma me wiha dikir. Û loma em hîn jî wiha dikin.
Em 30-40 milyon kurd kole û bindest bûn, lê me piştgiriya miletên xwedîdewlet dikir. Ev ne biaqilî ye…
Barê me giran bû lê aqilê me sivik bû. Û îro jî ev aqil bi me ra hîn baş tuneye.
Ji bo dewletbûnê îdeolojiyeke netewî lazim e, her dewlet bi saya vê îdeolojiyê çê bûye. Miletê ji îdeolojiya netewî bêpar nikane bibe xwedî dewlet.  Û ev jî xwenaskirin û dîtina berjewendiyên  xwe ye…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE