Her ketin û rabûnek, her serketin û têkçûnek, her serpêhatiyek ji bo meriv dibe tecrûbeyek.
Loma jî ji însanê kamil, zana û jîr ra dibêjin ”pir ketiye û rabûye”, pir tişt dîtiye.
Kesê di jiyanê da bikeve û rabe, îş were serî, rojên xweş û tahl bibîne pir hindik dibe xwedî tecrûbe. Tecrûbe zanîn e. Zanîn şertê serketinê yê esasî ye.
Ji hoste sirê serkeftina wî pirsîne. Hoste bi du gotinan bersîva wan daye, gotiye:
-Biryarên rast.
Gotine, ”çawa dibe tu dikanî hertim biryarên rast bigrî?”
Hoste bi gotinekê bersîva wan daye, gotiye:
-Tecrûbe.
Gotine ”sirê bêxwedi vê tecrûbeyê çi ye?”
Hoste keserek kûr kişandiye û gotiye:
-Biryarên çewt.
Di seranserê dîroka xwe da kurd jî pir ketine û rabûne, gelek rojên dijwar û tahl dîtine. Gelek êrîş, rojên giran, rojên reş û qetlîam û ferman dîtine. Koçber bûne, ji welatê xwe bi dûr ketine, hatine ber sînorên wendabûnê.
Lê neqediyane, tu carî bêhêvî û teslîm nebûne. Tu carî dev ji liberxwedan û micadela xwe bernedane. Tim bi mêranî, bi egîdî, bi înad û bi baweriyeke mezin, li hemberî hêz û dewletên hezar qatî ji xwe xurttir serî hildane, şer kirine.
Îro jî heman tiştî dikin. Bi hêzeke biçûk, bi îmkanên pir hindik û biçûk, li Şengalê, li Kobanê, li seranserê Kurdistanê destanan dinivîsin. Li hemberî gelek hêz û dewletên ji xwe gelkî xurttir şerekî bêhempa didin, bi egîdiyek nedîtî welatê xwe ji zalim û celadan diparêzin.
Bi van ketin û rabûnan, bi van liberxwedan û şaran dibin xwedî tecrûbe, xwedîhafizeyeke netewî. Ev tecrûbe, ev hafiza netewî wan roj bi roj nêzî yekîtiyê, nêzî azadiyê dike.
Meriv bi carê da nabe hoste, jê ra wext û tecrûbe lazim e. Meriv berê dibe şagirt, dû ra xelfe û dû ra jî dibe hoste.
Kurd êdî xwedî tecrûbe ne, dost û neyarên xwe li gorî berê baştir ji hev digerînin, siyasetê baştir fêr dibin. Loma jî ev rojên tahl jî ewê derbas bibin, azadî nêzîk e, lê ji bo tifaq lazim e. Dibê em dest bidin hev. Wekî din tu riyeke azadiyê tuneye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar