Cara dawî di Şerê Cîhanê yê Yekê da fersenda serxwebûnê ket
destê kurdên bakur, başûr û rojava.
Lê herçiqas şertên der û hundur heta dereceyekê musaîd û di lehê kurdan da bûn jî lê yekîtiya kurdan tunebû, kurd di warê leşkerî da ne xurt bûn û di warê siyasî da jî biryarên şaş dan û bi gotinên kemalîstan xapiyan.
Îro dîsa ji bo serxwebûnê hin şertên der û hundur peyda bûne.
Dijminên kurdan bi hev ketine û li hemberî kurdan ne yek in. Di nabêna wan da di gelek waran da şerekî mezin heye. Dinya piştgiriya siyaseta wan nake, li dijî îdeolojî û dûzana wan e...
Kurd li welatê xwe organîze ne, xwedî hêz in û di warê leşkerî da jî pir xurt in.
Li hemberî vê hêza wan him dijmin û him jî dinya hesabê wan dike, êdî nikanin bêyê kurdan li herêmê tiştekî bikin.
Yanî him şertên der û hundur û him jî hêza kurdan ya rêxistinî û leşkerî di lehê kurdan da ye.
Ji bo kurdan îro tiştê kêm tifaqek û siyaseteke netewî ye. Heger hêzên kurd cepheyeke netewî ava bikin û siyaseteke netewî bimeşînin dewletbûn êdî ne xeyal e. Mesele êdî girêdayî zîrekî û hostayiya siyasetmedar û serokên me ye. Heger kurd zîrek bin ewê ji van şertan bi kar derkevin û gelê xwerizgar bikin.
Lê ji bo ku kurd ji vê demê bi kar û bi serketin derkevin kadir û serokên jîr û hoste lazim in.
Şertên der û hundur hemû hazir û di lehên meriv da bin jî gava lîderên li gorî van şertan siysetê bimeşînin tunebin serketin ne mimikûn e.
Ji ber ku şert bi serê xwe têr nake û zaferê nayne. Ji bo serketinê dibê siyseteke li gorî şertan were meşandin. Yanî faktora însên jî bi qasî şertan muhîm e.

XXX
Kî devê xwe vedike dibêje ”bihara ereban” bû bihara kurdan, bihara ereban bi kêrî kurdan hat û kurd û kurd…
Wa ye berpirsiyarekî CIA yê kevn û pisporê Rojhilata Navîn Graham Fuller jî di kitêba xwe ya dawî da ”Tirkiye û bihara ereban” da gotiye, ”ji bihara ereban kurd li karê derketin…”
Min fêm nekir ka kurdan çi kar kirine?
Li tu beşekî Kurdistanê welatê we rizgar nekirine, serxwebûna xwe îlan n...
XXX
Rahma Xwedê lêbe, dora şeqizandinê îro jî ya Îtalyayê bû. Îtalyayê qulba xwe şaş kir.
Ev serketina, belkî jî di dîroka Kostarîkayê da serketine herî mezin e. Bi vê serketinê Kostarîkayê înilîza şandin mala wan û bilêta Îtalyayê zû birrî û bi îhtîmaleke mezin Îtalî jî wek înilîzan ewê zû herin mala xwe.
Li Brezîlyayê serketina welatên biçûk, welatên feqîr min kêfxweş dike. Belkî ji ber ku em kurd jî feqîr û bindest in loma…
Alîkariya hakem jî Îtalya xelas nekir, hakem penaltiyeke(straf) sedîsed neda Kostarîkayê. Lê axirê dîsa jî heq û edaletê ciyê xwe dît...
Û Kostarîkayê futbolek ji Îtalyayê xweştir û baştir jî lîst
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar