Serokê MHP-ê Bahçeliyê faşîst, li hemberî rakirina xwendina
sonda ”Ez tirk im” ji dibistanên destpêkê xwe gelkî aciz kiriye û ji serokwezîr
Erdogan ra gotiye:
”We ji Sonda me” navê tirk derxist. We ji çiya û keviran navê tirk xera kir. Baş e navê Ahmet Turk çi bibe? Wê demê navê wî jî biguherin.”
Min berê jî çend caran li ser nav û paşnavên bi tirkî nivîsîye, bi dîtina min berî ku Bahçelî û tirk doza vê yekê li kurdan bikin, dibê kurd nav û paşnavên xwe yên bi tirkî biguherînin.
Di warê siyasî da jî ne rast e ku paşnavê serokekî wek Ahmedê hecî Necîm ”Turk” be.
Dibê di zûtirîn wextê da Ahmed Turk ji kurdên din ra jî bibe numûne û paşanê xwe biguhere.
Bi hezarn kurd paşnavên wan ”Turk”, ”Ozturk” û nizanim çi turk in. Lê di nava hemû tirkên dinyayê da hûn nikanin tirkekî paşnavê wî ”Kurd” bibînin.
Ji ber ku tirk xwedî şiûrekî netewî ne, ne mimkûn e ku heqareteke wiha li ser xwe bikin.
Paşnavê ”Turk” û ”Ozturk” li kurdekî heqaret e û ji xwe dewletê jî ji bo ku vê heqretê vekirî û xuya bihêle paşnavên wiha li kurdan kiriye.

XX
Li gorî serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê Prof. Burhan Kuzu, perwerdeya bi zimanê dayikê ewê Tirkiyê perçe bike û camêr dû ra jî wek alimekî pir mezin pêda çûye û gotiye, ”Tenê diya yê kurd tuneye ku, ya her 18 gurûbên etnîkî jî dayikên xwe bigrin û werin emê çi bikin?”
A xwediyê van gotinan jî serokê Komisyona Qanûna Esasî ya Meclîsa Tirkiyê ye.
Meriv xwediyê vê fikrê nake serokê qomisyona heyeta destûra komeleya taxa me.
Heger bi rastî jî li Tirkiyê 18 milet hene û hemû jî doza perwerdeya zimanê xwe bikin, ev yek mafê wan e. Çewtî ne di dayina mafê wan da, di nedan û înkarê da ye.
Ya din Kuzu bi qestî şeb û şikir tevlihev dike, ew komên mahciran û miletekî li ser axa xwe tevlihev dike.
Kurd ne mahcir in, ji derve nehatine Tirkiyê. Kurd, ev serê hezar salan e ku li Kurdistanê li ser axa xwe dijîn. Tirk ji derve hatine û bi hîle û xurdan, bi saya xapandinê li welatê kurdan bi cî bûne û nuha jî jê dernakevin.
Loma jî miletê kurd û mahcirên Balkan û Kafkasan tu carî nikane wek hev bin. Hûn jî viya dizanin lê ji heramiya xwe xwe hûn qal û qîlên berdayî dibînin.

Hecî Qadirê Koyî yê nemir belkî 150 sal berê xemsarî û
bêxîretiya kurdan ya li hemberî zimanê wan dîtiye û gotiye:
”Ta le jêr barî romiyan nemirin
zahmete qedrî beytî min bigirin”
”Heta ku di bin destê romiyan(tirkan)da nemirin
zahmete qedrê beyta min bigrin”
Gorbuhuştê Hecî Qadir çiqasî rast gotiye. Diyar e şairê nemir qewmê xwe baş nas kiriye...
Aso Zagrosî, li ser şairê mezin Hacî Qadirê Koyî lêkolînekepir hêja kiriye. Kurdên bakur hema hema vî şairê mezin qet nas nakin û
helbestên wî jî nexwendine.
Ez wisa bawer dikim ku kêm kurd dizanin ku Hacî Qadirê Koyî li Stenbolê wefat kiriye û gorra wî li Goristana Karaca Ahmed e(Karaca Ahmet Mezarligi).
Fermo, em hinekî Hacî Qadirê Koyî nas bikin û dîroka fêr bibin.

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897)
Zemane resmî caranî nemawe
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Li dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanîn bawe
Eman qedrî bizanin em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyamî heyatî şêxî Xanî
le ser nusxey xetî ew nusrawe
le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
xezîney gewhere û kîsey dirawe
le mecmûhî duwel Soran û Botan
le sayey em kitêbe nasrawe
le Kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
esasî nezimî Kurdî danenawe.
Her Kurde le beynî kullî mîllet
Bê behrye le xwêndin kitabet
Bêganeye le tercemey zmanî
Esrarî kitêbî xelkî dizanî
Yekser ulema dirişt û ûrdî
Ney xwênduwe du herfî Kurdî
Ustadî xetin le em sê zmane
Wek dê le zmanî xoy bêgane
Sahîb kitêb û peyame herkes
Ême nebê bûne qewnî çerkes
Xo muminîn ne rusin
Bo çi kufre zmanman bi nûsîn
Milletî bê kitêb û nûsîn
Xeyrî Kurdan nîye le rûyî zemîn
Kitêb û defter û kaxez
Ger bi Kurdî benûsraye zemanî
Mella û zana û pîr û padşaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî
Kurdî axir çîye eyîbî
Her kelamî heqe nîye eyîbî
Lefzî Kurdî, belaw nebû, girbû
Wa le mabeynî ême da têçû
Le fesahet bila muherabê
Çi qîyamet be ermenîş nabe
Ya le gel farsî çi ferqîy heye
Bo çi ew raste em kêmîye
Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degey kam le kamîye sîrqet
Çunke ême qedîmtirîn le wan
Be tawarîxî cumleyî edînan
Çiraxî nazim û munşî kujawe
Li dewrî ême roman û cerîde
Eger çî meqsede zanîn bawe
Eman qedrî bizanin em kitêbe
le dinya êstekî hemtay nemawe
le eyamî heyatî şêxî Xanî
le ser nusxey xetî ew nusrawe
le lay erbabî xoy bo qedir û qîmet
xezîney gewhere û kîsey dirawe
le mecmûhî duwel Soran û Botan
le sayey em kitêbe nasrawe
le Kurdan xeyrî Hacî û şêxî Xanî
esasî nezimî Kurdî danenawe.
Her Kurde le beynî kullî mîllet
Bê behrye le xwêndin kitabet
Bêganeye le tercemey zmanî
Esrarî kitêbî xelkî dizanî
Yekser ulema dirişt û ûrdî
Ney xwênduwe du herfî Kurdî
Ustadî xetin le em sê zmane
Wek dê le zmanî xoy bêgane
Sahîb kitêb û peyame herkes
Ême nebê bûne qewnî çerkes
Xo muminîn ne rusin
Bo çi kufre zmanman bi nûsîn
Milletî bê kitêb û nûsîn
Xeyrî Kurdan nîye le rûyî zemîn
Kitêb û defter û kaxez
Ger bi Kurdî benûsraye zemanî
Mella û zana û pîr û padşaman
Heta mehşer dema naw û nîşanî
Kurdî axir çîye eyîbî
Her kelamî heqe nîye eyîbî
Lefzî Kurdî, belaw nebû, girbû
Wa le mabeynî ême da têçû
Le fesahet bila muherabê
Çi qîyamet be ermenîş nabe
Ya le gel farsî çi ferqîy heye
Bo çi ew raste em kêmîye
Ba wicûdî eger bikey dîqqet
Tê degey kam le kamîye sîrqet
Çunke ême qedîmtirîn le wan
Be tawarîxî cumleyî edînan
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar