18 mars 2012

Şevekê di nava dost û hevalan da

Do min pê ra negîhand bibêjim ku ez û xanim em diçin dawetê.
Do daweta keça Wîldan Tanrikulu bû, em jî vexwendiyên dawetê bûn. Weke hertim dawet dîsa li derî bajêr, li dereke dûr, li herêma Sodertalyayê bû.

Axirê zor bela bi halekî xerab me xwe gîhand ciyê dawetê. Saloneke nû û pir xweşik bû.
Herçî salonên dawet û şahiyan in hemû di destê asûrî- suryaniyan da ne.

Ez bawer dikim li Stockholêmê û... heta li gelek bajarên din yê Swêd hema hema hemû salonên dawet û şahiyan yên asûrî-suryaniyan in.

Li Stockholmê nufûsa kurdan ji ya asûrî-suryaniyan zêdetir e lê bi qasî ku ez dizanim yek saloneke kurdan jî tuneye. Lê yên asûrî-suryaniyan bi dehan in.

Asûrî-suryanî weke li Kurdistanê, li Swêd jî mêrikan tucar in û ji tîcaretê fêm dikin, di nabêna wan da hevkariyeke baş heye, di warê aborî da alîkariya hev dikin.

Di nabêna kurdan da hevkarî û alîkariyeke bi vî rengî tuneye. Tenê kurdên Konyayê wiha ne, ew di warê aborî da weke bankayê alîkariya hev dikin û hev û du dikin xwedî îş û kar.
Ez werim ser dawetê.

Weke min got, saloneke pir ne mezin bû lê gelkî paqij û xweşik bû. Serwîsa wan jî mikel bû, her tişt hebû. Lê belê xwarina wab ne baş bû.

Serwîs û tiştên din hemû baş bûn, vexwarin gelek babet hemû, min bi xwe wîskî vexwar.
Solîstê gurûba muzîkê xortekî bîst û sê çar salî bû, lê belê 5-6 zimanan distira. Bi asûrî, kurdî, erebî û swêdî digot. Helbet bi îngilîzî jî zane, belkî got jî nayê bîra min.

Di wî temenê xort da zanîna 5-6 zimanan ne karekî hêja ye. Lê asûrî û ermenî di warê zimên da jêhatî ne.

Tiştê di dawetan da bala meriv dikşîne, kurd, asûrî-suryanî, ereb, faris di şahî û dawetên xwe da bi rehetî li muzîka miletên din jî guhdarî dikin, bi zimanên din jî distirên.

Tenê tirk tehamulî tişekî wiha nakin, dinya wan tenê tirkî ye û tu carî tehamulî muzîka miletekî din ankin.

Di daweteke tirk da ne mimkûn e ku kurdî, erebî û asûrî jî di repertuara gurûbê da hebe.
Lê miletên din tehamulî vê yekê dikin…

Do me bi pênc zimanan li muzîkê guhdarî kir.
Rahmetiyê bavê min govendgirekî pir baş bû, defê li ku derê bigota girr, ew li wir sergovend bû.
Tê bîra min ji bo dawetên kurd û ereban kincên wî yên xusûsî hebûn. Li gorî dawetê kinc li xwe dikir.
Lê ez yek lîstikê jî nizanim. Tiştekî pir ecêb e, ez him ji govendgiriyê û him jî ji lêdana aletekî muzîkî gelkî hez dikim, lê herduyan jî nizanim.

Bi taybetî min gelkî dixwest ku ez zanibim li ûdê xim, ez heyran û muptelayê dengê ûdê me.
Esas umrê fêrbûnê tuneye, li Swêd gelek însan piştî teqawitiyê vê xeyala xwe birastdigerînin û fêrî sinet û tiştan dibin…

Kî dizane, belkî piştî teqawîtiyê ez jî biwêribim gaveke wiha radîkal bavêjim û berî mirina xwe bikanibim bi evîn li têlên ûdê xim.

Di çûyinê da weke min got, me bi halekî pir xerab xwe gîhand ciyê dawetê, ez ketibûm derdê vegerê, şev nîvê şevê emê çawa vegeriyana mal?

Xwedê kesî bê dost û heval nehêle, dema hevalan bihîstin Zinarê Xamo ketiye derdê çûnê, gotin sakin be, yên te bibin mal pir in. Berê min ciyê xwe li ba Mamoste saxlem kir, dû ra lawê Eyûb Alacabey Bawer, camêr got apo ne mesele, ez te dibim. Û camêr mala wî ava saet di yekûnîvê şevê da em danîn ber deriyê me.

Daweteke pir xweş bû, bi vê minasebetê min gelek dost û heval jî dîtin. Hemşeriyê min Siraç Kirici û zarokên xwe ji Almanya hatibûn, me hev û du dît û bîstekê sohbet kir. Me xanim û zarokên wî nedîtibûn, me ew jî dîtin û hevûdu nas kir...

Ez ji bûk û zavê ra bextewarî û jiyaneke mişt dilşadî dixwazim. Bi hêviya ku bi hev û du ra kal û pîr bibin û tu carî gotineke tahl nedin û ruyên hev…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE