Di wext û zemanekî pir kevn da li mêrgekê naxirek ga dijiyan. Mêrg hemû çayir û çîmen bû. Kêf kêfa wan bû.
Lê li nêzî mêrgê birrek(keriyek) şêr jî dijiyan û wan çavên xwe berdabûn van gayên bi kêf û bedew.
Lê di dema êrîşên şêran da ga nedireviyan, hemûyan xwe didan ser hev û xwe baş diparastin.
Di nava wan da Gayekî Zer hebû pir bi hêz, pir xurt û gelkî jêhatî bû, egîd û şervanekî bêemsal bû.
Di dema êrîşa şêran da tim di pêşiyê da bû û bi wan quloçên xwe yên weke xenceran berî her kesî êrîş dibir ser şêran û malik li wan diviritand, ew bi ser quloçên xwe va dikir û divirvirand hewa, şêr perîşan dikir.
Bi xêra vê mêranî û cengaweriya Gayê Zer, gayên din jî cesûr bûbûn û wan jî bi mêranî êrîş dibirin ser koma şêran.
Piştî vê hevgirtin û desthilanîna gan, şêr êdî newêrîbûn nêzî wan bibûna, çimkî wan dizanîbûn ku bi êrîşê ewê jî li zirarê derkevin, ji wan jî gelek ewê birîndar bibin û werin kuştin.
Ji ber vê yekê, halê şêran ne tu hal bû, pir jar ketibûn, zikekî têr heft zikan birçî bûn. Carnan zikên xwe bi hin heywanên biçûk têr nîvtêrî dikirin lê wê jî têra wan nedikir.
Ji ber ku şêr bi heywanên biçûk têr nabin, ji wan ra laşên mezin lazim in.
Li ser vê, şêr rojekê li hev kom bûn û gotin wiha nabe, dibê em ji vî gayê zer ra çareyekê bibînin, bi hawakî wî ji ber xwe da bixînin. Heta ew di nava gayên din da be em nikanin tu nêçîrê bikin.
Ew him şervanekî baş e û him jî bi vê şervaniya xwe cesaretê dide gayên din jî, dibe sebebê desthilanîn û liberxwdana wan jî.
Piştî şêwir û mişêwreke dirêj, biryar dan ku Şêrê Kût û çend şêrên din weke ”heyeteke aşîtiyê” bişînin ba naxira gayên li mêrgê û doza lihevhatin û aştiyê li wan bikin.
Şêrê Kût rabû çend şêrên din jî da dora xwe, ala sipî bilind kir û çûn mêrgê, ba naxira gan.
Şêrê Kût şêrekî zana û kone bû, ji Gayê Sor yê mezinê naxirê û yên li dora wî ra bi zimanekî nerm û pir şîrîn got:
-Gelî birayên ga yên mezin û hêja, îro em ne ji bo şer, ji bo xurtkirina biratî û dostaniyê, ji bo uzirxwestina ji we hatine vir. Ez zanim heta nuha me gelek zirar daye we, em viya qebûl dikin. Lê bawer bikin ku me bi xwe ev yek nekiriye, ji nava me hin kesên cahil û xwenezan kirin. Û ew jî ji ruyê Gayê Zer da ye. Hemû sûc yê Gayê Zer e. Heger ne Gayê Zer bûya em tu carî nedibûn dijminên hev û we ev zirar nedidît. Gayê Zer ne gayekî weke we ye, rengê wî ji yê we cihêtir e. Û ev rengê wî yê zer, ecêb û ne weke yê we, çavên me pir nerehet dike, dema çavên me bi wî rengê zer dikeve, em şeple dibin, em xwe wenda dikin. Loma jî em bêhemdî xwe êrîşê tînin ser we. Esas bi we ra tu dijminatiyeke me tuneye. Em dost û cîranên hev in. Musebîbê van êrîşên me Gayê Zer e. Gayê Zer bidin me û ji van êrîşan xelas bibin û em dîsa bi hev ra weke bira di nava aştiyê da bijîn. Heta ku Gayê Zer di nava we da be, hûnê tu carî rehet nekin, heger hûn rehetiya xe dixwazin, Gayê Zer teslîmî me bikin. Em tu tiştekî din ji we naxwazin, tenê Gayê Zer...
Gayê Sor ê serokê naxirê û heyeta pê ra di nava xwe da van gotinên Şêrê Kût minaqeşe kirine, gotin weleh camêr rast dibêje, bi rasti ji Gayê Zer hinekî nerehet e, bi kirinên xwe tim belayê tîne serê me.
Û dû ra jî rabûn Gayê Zer dane şêran.
Di nava wan da tenê Gayê Belek li dijî vê biryara wan derket, got dibê em Gayê Zer nedin, ev xapandine, lê kesî guh neda dîtinên wî.
Piştî demekê şêr dîsa hatin ba wan, îcar jî Gayê Dêldirêj xwestin.
Gotin:
-We dît em çiqasî xwediyê soza xwe û aştîxwaz in, me qet êrîşî we nekir. Û ji bo biryara dana Gayê Zer jî em we pîroz dikin, bi rastî jî we biryareke pir rast da. Lê îcar jî ew Gayê hanê yê Dêldirêj gav û saetê dêla xwe li ba dike û me pê pir nerehet dike. Em bala xwe didin ku dêla wî wer li ber çavê me ye. Û ev yek jî me pir nerehet dike. Ji bo ku em êrîşê we nekin bawer bikin em bi zor xwe digrin. Dêla wî, dêleke pir dirêj û pir ecêb e, me dîn dike. Dêlên we ne wiha dirêj û ecêb in, yên we normal in, em bi dîtina dêlên we qet nerehet nabin. Ya baş ew e ku hûn wî bidin me û em vê meselê biqedînin û bi hev ra dîsa weke biran bijîn. Bi baweriya me hebûna evê “Dêldirêj” biratî û aşîtiya nabêna me xera dike, heta ew di nava we da be hûnê rehet nekin.
Gayê Sor û heyeta xwe dîsa bi hev şêwirîn, gotin û pêşniyara şêran minaqeşe kirin û rabûn Gayê Dêldirêj jî teslîmî şêran kirin.
Gayê Dêldirêj jî bû xwarina şêran.
Gayê Belek dîsa li dijî vê birya wan derket, lê gotina wî pere nekir, jê ra gotin tu şaş î, Gayê Dêldirêj bi rastî jî nerehet e, dêla xwe pir li ba dike û bi libakirina dêla xwe şêran li me diazirîne.
Demek derbas bû şêr dîsa hatin, îcar jî Gayê Reş xwestin, gotin ew zêde diore, bi orîna xe me nerehet dike. Orîna wî ne weke ya we ye. Tu neyartiyeke me li hember we tuneye, em tenê wî dixwazin. Wî bidin me, mesel diqede.
Rabûn Gayê Reş jî dan şêran.
Piştî demekê hatin gayekî din xwestin...
Welahasil şêran her carê bahneyek dîtin û tim gayek ji wan xwestin û wan jî ji bo ku ji bela û êrîşa şêran xelas bibin tim gayek dan şêran.
Dawiya dawî, ga roj bi roj kêm bûn û ji hêzda ketin û şêr jî bêtir stûr û çavsorî bûn.
Piştî demekê şêr, êdî tew bêyî ku bahane mehaneyekê jî nîşan bidin, bi zor gotin, dibê hûn filan “gayî” bidin me, “heger hûn nedin hûn dizanin ku emê çi bînin serê we!”
Her ku roj derbas bûn ga tim kêm bûn û bûn qûtên şêran, tenê Gayê Sor û çend hebên kel û kût man.
Rojekê congeyekî ji Gayê Sorê mezinê naxirê ra got, “Çi bi me hat, me şer çawa û li ku wenda kir? Berê em çiqasî xurt bûn, şêr newêrîbûn bi semta me ketana. Çima em ketin vî halî?”
Gayê Sor, gotinên Gayê Belek bi bîra wî xist û bi kelogirî got:
-Roja ku me Gayê Zer da me ev şer wenda kir. Dibê me Gayê Zer neda...
Gelî PKK-ê û BDP-ê, Hatîp Dîcle ”Gayê Zer” e, dibê hûn wî teslîmî ”şêran” nekin. Heger hûn wî teslîm bikin, weke di vê çîrokê da jî hatiye gotin, sibe ewê yeko yeko dor were we jî. Dibê hûn vê yekê baş bizanibin.
Gelî kurdan, gelî zana û ronakbîrên kurdan, baş bizanibin ku PKK û BDP “Gayê Zer” e, roja ku tirk wan ji ber xwe da bixînin, hûnê jî bibin qûtên wan. Loma jî dibê hûn “Gayê Zer” teslîmî “şêran” nekin.
“Gayê Zer”, garantiya hebûna we ye jî..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar