Di hilbijartinan da esas du gurûb hene, yek cepha tirk û yek jî ya kurd e.
Ji hilbijartinan ra çar roj man, piştî çar rojên din di 12-ê hezîranê da li Tirkiyê û Kurdistanê hilbijartinên giştî ne.
Di hilbijartinan da esas du gurûb hene, yek cepha tirk û yek jî ya kurd e.
Cepha tirk di nava xwe da çend partî ne û di gelek waran da jî weke hev nafikirin.
Lê netîce hemû jî partiyên tirkan e û dixwzin ku kurd ji bin vê bindestiyê îro xelas nebin, hêdî hêdî bihelin, bibin tirk.
Loma jî dibê kurd xeteke sor bikşînin nabêna xwe û van partiyên tirkan û yek rayê jî nedin wan.
Em werin ser cepha kurdan, yanî namzedên serbixwe ku ji alî BDP, Hak-Par û KADEP-ê ve tên destegkirin.
Di dîroka kurdan ya nêzîk da ev cara pêşîye ku li Kurdistana bakur di hilbijartinekê da kurd tifaqeke bi vî rengî saz dikin.
Loma jî hêviya ku li Kurdistanê û li Tirkiyê rayên kurdan li gor hilbijatinên berê ewê zêde bibin pir bilind e.
Di vê hilbijartinê da ji bo kurdan tiştê herî girîng, dibê cepheya tirkan(AKP, CHP, MHP û yên din) li Kurdistanê rayên xwe kêm û kurd jî rayên xwe zêde bikin.
Dil dixwest ku hemû kurdên welatparêz wiha bifirkirin û ji ber vê yekê jî piştgiriyê bidin namzedên serbixwe yên cepheya kurdan.
Lê hindik be jî hin kurd hene ku wiha nafikirin û bang û dîtinên boykotkirinê û neçûna ser sendoqan belav dikin.
Helbet ”boykotkirin” hertim ne şaş e, carnan meriv dikane hilbijartinekê boykot jî bike.
Lê dibê ev boykot bi rastî jî pêwîst be, di cîda be, organîze be û bi xwe ra netîceyeke siyasî bîne.
Ez boykotkirina hilbijartinên 12-ê hezîranê pir bêmane û şaş dibînim.
Çimkî ji bo tiştekî wiha ne cepheyek û ne jî rêxistinek heye. Û ji vê jî girîgtir tu sebebekî bi heq û maqûl jî tuneye.
Boykotên ferdî bêyî zirarê tu feydeyeke wan ji kurdan ra tuneye. Bi îhtîmaleke herî baş li çend ciyan dikane bi çend rayan bibin sebebê qezenckirina neyarên kurdan.
Nêt û armanca me ya boykotê çi dibe bila bibe, kêmkirina çend hezar rayên kurdên welatparêz ewê tenê feydeyê bigihîne AKP-ê, CHP-ê û partiyên tirkan yên din.
Di vê hilbijartinê da rayên ”boykotê” rayên bênasname û bênetîce ne, tu feydeyekê bi xwe ra nayne.
Lê rayên herin ji namzedên serbixwe ra xwedî nasname, mesaj û netîceyên siyasî ne, tirk û dinya alemê bibêjin kurdan hewqas ray girtin.
BDP û namzedên wê çiqasî ne li gor dilê me û ”xerab” bin jî ji bo kurdan bi serketina wan ji biserketina AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê pir û pir girîngtir û bi feydetir e.
Em ferz bikin ku 3-4 milyon kurd neçûn ser sandoqan û namzedên BDP-ê yek jî derneketin, ma ewê çi feydeya wê ji me ra hebe, emê çi bidestxin?
Yek kurd jî ewê neçe meclîsê, hemû parlamenter jî ewê herin ji AKP-ê û partiyên tirk yên din ra.
Wekî din?
Di netîceyeke wiha da kara kurdan çi ye, di warê siyasî da emê çi bidest xin?
Çimkî boykot, dibê karekê bigihîne kurdan, netecîyeke siyasî bi xwe ra bîne. Ku ev tunebe pir bêmaneye.
Hinek dibêjin ku ne 30, dixwaze bira BDP 200 parlamenteran jî derxe qet ferq nake, tiştekî naguhere.
Ev ne rast e, ferq dike û him jî pir ferq dike.
Ka em vê pirsê wiha bikin.
Dema BDP ji Kurdistanê yek parlamenterî dernexe, hemûyan AKP, CHP û MHP derxe, ewê çi feydeya me tê hebe?
Dema BDP û parlamenterên kurd tunebûn, hemû yên partiyên tirkan bûn çi feydeya kurdan tê hebû, bi çi hawî em li karê bûn?
Çimkî partiyên tirkan 70 salî bi tena serê xwe ji Kurdistanê parlamenter û reyêsin belediyan derdixistin.
Ma qey hebûna 20 parlamenter û 100 serokên belediyên BDP-ê ji yên AKP, CHP û MHP-ê xerabtir in?
Ma ev parlamenter û serokên belediyan tunebûna ewê baştir bûya?
Miletê kurd bi dewleta tirk ra di warê leşkerî û siyasî da di şerekî bêaman da ye. Hilbijartinên 12-ê hezîranê jî beşekî vî şerî ye.
Heger em kurd in û doza azadiya kurdan û serxwebpna Kurdistanê dikin dibê di vî şerî da jî em piştgiriya kurdan bikin, hewil bidin ku yê kurd zora dijmin bibe û têkeve ser wî.
Neçûna ser sindoqê, banga boykotê temaşekirina li şer e. Û ev şêl jî di netîceyê de feyydeyê digihîne dewletê û AKP-ê.
Dewleta tirk û AKP bi dil û can dixwaze ku hemû hilbijêrên BDP yanî kesên ku doza kurdayetiyê dikin, azadiya kurdan dixwazin neçin ser sindoqan û rayên xwe nedin.
Ji bo ku hemû parlamentera AKP û CHP derxin û dû ra jî ji cîhanê ra bibêjin, mêze, hemû kurd bi me ra ne, kurd tiştekî naxwazin.
Dema meriv raya xwe bide BDP-ê ev nayê wê maneyê ku meriv hemû dîtin û siyaseta wan rast dibîne.
Dîtineke wiha pir şaş e. Meriv dikane rexneyên xwe bibêje, binivîse û dû ra jî bibêje, ji bo ku dijmin li welatê min bi ser nekeve ez raya xwe didim .
Ji bo ku tirk û cîhan guh bide me û daxwazên me yên federasyonê, û serxwebûnê bigre cidiyê dibê li Kurdistanê partiyên tirkan dakevin sifirê, 10 parlamenter û belediyan jî negrin.
Heta ku partiyên tirkan 100 parlamenterî û em jî 20 heban derxin emê nikanibin daxwazên xwe yên federasyon û serxwebûnê bi kesî bidin qebûl kirin.
Cepha tirk di nava xwe da çend partî ne û di gelek waran da jî weke hev nafikirin.
Lê netîce hemû jî partiyên tirkan e û dixwzin ku kurd ji bin vê bindestiyê îro xelas nebin, hêdî hêdî bihelin, bibin tirk.
Loma jî dibê kurd xeteke sor bikşînin nabêna xwe û van partiyên tirkan û yek rayê jî nedin wan.
Em werin ser cepha kurdan, yanî namzedên serbixwe ku ji alî BDP, Hak-Par û KADEP-ê ve tên destegkirin.
Di dîroka kurdan ya nêzîk da ev cara pêşîye ku li Kurdistana bakur di hilbijartinekê da kurd tifaqeke bi vî rengî saz dikin.
Loma jî hêviya ku li Kurdistanê û li Tirkiyê rayên kurdan li gor hilbijatinên berê ewê zêde bibin pir bilind e.
Di vê hilbijartinê da ji bo kurdan tiştê herî girîng, dibê cepheya tirkan(AKP, CHP, MHP û yên din) li Kurdistanê rayên xwe kêm û kurd jî rayên xwe zêde bikin.
Dil dixwest ku hemû kurdên welatparêz wiha bifirkirin û ji ber vê yekê jî piştgiriyê bidin namzedên serbixwe yên cepheya kurdan.
Lê hindik be jî hin kurd hene ku wiha nafikirin û bang û dîtinên boykotkirinê û neçûna ser sendoqan belav dikin.
Helbet ”boykotkirin” hertim ne şaş e, carnan meriv dikane hilbijartinekê boykot jî bike.
Lê dibê ev boykot bi rastî jî pêwîst be, di cîda be, organîze be û bi xwe ra netîceyeke siyasî bîne.
Ez boykotkirina hilbijartinên 12-ê hezîranê pir bêmane û şaş dibînim.
Çimkî ji bo tiştekî wiha ne cepheyek û ne jî rêxistinek heye. Û ji vê jî girîgtir tu sebebekî bi heq û maqûl jî tuneye.
Boykotên ferdî bêyî zirarê tu feydeyeke wan ji kurdan ra tuneye. Bi îhtîmaleke herî baş li çend ciyan dikane bi çend rayan bibin sebebê qezenckirina neyarên kurdan.
Nêt û armanca me ya boykotê çi dibe bila bibe, kêmkirina çend hezar rayên kurdên welatparêz ewê tenê feydeyê bigihîne AKP-ê, CHP-ê û partiyên tirkan yên din.
Di vê hilbijartinê da rayên ”boykotê” rayên bênasname û bênetîce ne, tu feydeyekê bi xwe ra nayne.
Lê rayên herin ji namzedên serbixwe ra xwedî nasname, mesaj û netîceyên siyasî ne, tirk û dinya alemê bibêjin kurdan hewqas ray girtin.
BDP û namzedên wê çiqasî ne li gor dilê me û ”xerab” bin jî ji bo kurdan biserketina wan ji biserketina partiyön dijimin AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê hezar qatî baştir e, pir û pir girîngtir û bi feydetir e.
Em ferz bikin ku 3-4 milyon kurd neçûn ser sandoqan û namzedên BDP-ê yek jî derneket, ma ewê çi feydeya wê ji me ra hebe, emê çi bidestxin?
Yek kurd jî ewê neçe meclîsê, hemû parlamenter jî ewê herin ji AKP-ê û partiyên tirk yên din ra.
Wekî din?
Di netîceyeke wiha da kara kurdan çi ye, di warê siyasî da emê çi bidest xin?
Çimkî boykot, dibê karekê bigihîne kurdan, netecîyeke siyasî bi xwe ra bîne. Ku ev tunebe ne rast û pir bêmaneye.
Hinek dibêjin ku ne 30, dixwaze bira BDP 200 parlamenteran jî derxe qet ferq nake, tiştekî naguhere.
Ev ne rast e, ferq dike û him jî pir ferq dike.
Ka em vê pirsê wiha bikin.
Dema BDP ji Kurdistanê yek parlamenterî dernexe, hemûyan AKP, CHP û MHP derxe, ewê çi feydeya me tê hebe?
Dema BDP û parlamenterên kurd tunebûn, hemû yên partiyên tirkan bûn çi feydeya kurdan tê hebû, bi çi hawî em li karê bûn?
Çimkî partiyên tirkan 70 salî bi tena serê xwe ji Kurdistanê parlamenter û reyêsin belediyan derdixistin.
Ma qey ji kurdan ra ew dem başatir bû?
Ma qey hebûna 20 parlamenter û 100 serokên belediyên BDP-ê ji yên AKP-ê, CHP-ê û MHP-ê xerabtir in û zirar danne kurdan?
Ma ev parlamenter û serokên belediyan tunebûna ewê baştir bûya?
Miletê kurd bi dewleta tirk ra di warê leşkerî û siyasî da di şerekî bêaman da ye. Hilbijartinên 12-ê hezîranê jî şiklekî vî şerî ye.
Yê min bi xwe dijminê min, qatilê bavê min jî bi dewleta tirk ra lihevxwe li hember dewletê ezê alîkariya wî bikim.
Mesela din ne ya wê rojê ya rojeke din e.
Bi dîtina min şêla li hember hilbijartinên 12-ê hezîranê jî eynî tişt e, dibê meriv li şerê dewletê û kurdan temaşe neke.
Heger em kurd in û doza azadiya kurdan û serxwebûna Kurdistanê dikin dibê di vî şerî da jî em piştgiriya kurdan bikin, hewil bidin ku yê kurd zora dijmin bibe û têkeve ser wî.
Neçûna ser sindoqê, banga boykotê temaşekirina li şer e. Û ev şêl jî di netîceyê de feydeyê digihîne dewletê û AKP-ê.
Û helbet ev jî ne daxwaza tu kurdî ye, lê netîceya boykotê ev e.
Dewleta tirk û AKP bi dil û can dixwazin ku hemû hilbijêrên BDP-ê yanî kesên ku doza kurdayetiyê dikin, azadiya kurdan dixwazin neçin ser sindoqan û rayên xwe nedin.
Ji bo ku hemû parlamenteran AKP û CHP derxin û dû ra jî ji cîhanê ra bibêjin, mêze, hemû kurd bi me ra ne, kurd tiştekî naxwazin.
Dema meriv raya xwe bide BDP-ê ev nayê wê maneyê ku meriv hemû dîtin û siyaseta wan rast dibîne.
Ez bi xwe jî gelek dîtin û daxwazên wan şaş dibîjim, rexne dikim, lê di rojeke wiha da jî dîsa dengê xwe didm wan.
Heger di vê hilbijatinê da partiyek, ji BDP-ê baştir hebûya me yê rayên xwe bidana wê, piştgiriya wê bikira.
Lê tiştekî wiha jî tuneye.
Meriv dikane rexneyên xwe yên li BDP-ê bibêje, binivîse û dû ra jî bibêje, ji bo ku dijmin li welatê min bi ser nekeve ez raya xwe didim .
Di şêleke wiha da tu anormalî tuneye.
Ji bo ku tirk û cîhan guh bidin me û daxwazên me yên federasyonê û serxwebûnê bigrein cidiyê dibê li Kurdistanê partiyên tirkan dakevin sifirê, 10 parlamenter û belediyan jî negrin.
Heta ku partiyên tirkan 100 parlamenterî û em jî 20 heban derxin emê nikanibin daxwazên xwe yên federasyon û serxwebûnê bi kesî bidin qebûl kirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar