Îro di facebokê da ez rastî xemîşokekê/çîrokekê hatim. Min dît ku gelek kesî jê hez kiriye û şirove kiriye.
Di cî da kitêba min (Antolojiya Çîrokên Zarokan)ya çîrokan hate bîra min, min ji xwe ra got ma çima ez şevê xemîşokekê naweşînim?
Wek tê zanîn di sala 2008-an da min li Swêd kitêbeke çîrokan(Antolojiya Çîrokên Zarokan) weşand.
Kitêb ji alî weşanxaneya APEC-ê ve hat weşandin. Di kitêbê da 125 xemîşk/çîrokên zarokan(fabil)hene. Çend heb ne têda hemû jî çîrokên lawiran e.
Min pir dixwest ev kitêb li Kurdistanê were weşandin, lê kesê neweşand. Avestayê tew bersîv jî neda.
Tiştê min fêm kir ji bo ku kitêbeke meriv li Kurdistanê, li Tirkiyê were weşandin ya dibê perê meriv hebe ya jî dibê meriv ji hinan ra şelafiiyê bike, xwe têxe çavê wan…
Îcar yê min ne perê min heye û ne jî ez şelefiyê dikim û ji kesî ra dikim pişopişo…
Loma jî haya kesî ji kitêba min çênebû, tenê kitêbxaneya Swêd çend heb kirîn û li Swêd û li çend derên din min da çend hevalan.
Bêyî Helîm Yûsif, heta nuha kesî qal jî nekiriye, tiştek jî li ser nenivîsandiye.
Neyse derdê kurdan giran e, bi gotinê dawî nayê…
Bi kurtî, ji nuha û pê va ezê her şev xemîşokekê/çîrokekê di bloga xwe û facebookê da biweşînim.
Bi vî hawî bi kêmanî her şev ewê sed kes bixwîne….
Ez îşev bi çîroka ”Beq û Paşa” dest pê dikim.
Bi hêviya ku bi dilê we be û hûn ji zarokên xwe ra bixwînin...
Beq û Paşa
Dibêjin rojekê beq hemû li hev civiyan, dan rê, bi hev ra çûn ba Hezretî Silêman, padîşahê hemû teyr û tulûran. Jê rica kirin, xwestin ew paşayekî bide ser serê wan, ji bo ku ji wan ra rêberîyê û serdariyê bike.
Hezretî Silêman rica wan qebûl kir, rabû maxeke(sutûneke)bi qasî kutekê mezin avêt nav golê û ji beqan ra got:
-Kerem bikin, ji îro û pê da paşayê we ew maxa(stûna) hanê ye.
Beq kêfxweş bûn, hemûyan yeko yeko li pey hev xwe avêtin ji nava avê da, heta ji wan hat daketin binê golê û xwe baş veşartin.
Ji ber ku wan paşayê xwe yê nuh nas nedikirin, lema jî jê ditirsiyan, newêrîbûn xwe nêzî wî bikin.
Piştî demekê ji nava beqan yekî herî ji nava xwe razî, cesûr, hêdî hêdî ajnê kir û derket qeraxa golê, ji bo ku paşa û serdarê xwe ji nêz ve bibîne.
Bîstekê bi meraq û bi baldarî bala xwe da serokê xwe, dûra jî ji xwe ra got:
-Çi paşakî feqîr û bêlibat e, qey raketî ye.
Max(sutûn) gelkî mezin û qalind bû, qet ji ciyê xwe nediliviya. Beqên din jî tirsa xwe revandin û yek bi yek derketin ser ruyê avê, ji bo ku ew jî hinekî li paşayê xwe temaşe bikin.
Giş hêdî hêdî, xwe nêzî wî kirin û çûn cem. Dûra jî xwe holî ser kirin û ji wir jî xwe avêtin ji nav avê da.
Êdî ji paşayê xwe neditirsiyan. Beqên biçûk ji nav avê xwe holî ser dikirin û ji wir jî dîsa xwe diavêtin nav avê.
Û yên mezin jî xwe li ser dirêj dikirin, xwe didan ber rojê.
Max ji bo hemûyan bûbû lîstokek bêemsal. Geh diketin binî, geh jî diçûn ser. Kêf kêfa wan bû. Li ser xwe didan ber rojê, li ser radiketin.
Rojekê beqekî got:
-Bi baweriya min ev paşayê me ne paşayekî baş e. Min digot qey emê jî wek xelk û alemê bibin xwedî serok û paşayekî rastîn. Paşayekî ku bikanibe li me rabe, pê ra heybet hebe, ji me ra meziniyê û serdariyê bike.
Lê ew li ciyê xwe wer sekinîye, em çi dikin jî ew qet têkilî me nabe. Em lê siwar dibin jî xwe aciz nake.
Ne bi me da dixeyide, ne jî tiştekî dibêje. Ma paşa û serok cara wiha dibe? Ev çawa paşa ye?
Beqên din jî heq danê, gotin:
-Weleh tu rast dibêjî. Paşa dibê bi xişm û heybet be, dibê li meriv rabe, dibê meriv jê bitirse! Dibê bi xof be !
Ji ber vê nerazîbûna ji paşê, beq rojekê dîsa li hev kom bûn û giş bi hev ra çûn ba Hezretî Silêman. Ji Hezretî Silêman ra gotin:
-Ya Sultanê hemû teyr û tuyan, em hatine ricayekê ji te bikin. Em ji paşayê xwe ne razî ne. Em dixwazin tu paşayekî hîn baştir bidî me. Yekî bira hebekî bi heybet be, kanibe yekcarnan li me rabe, emir bide me, me baş îdare bike.
Paşayê te daye me, ne dibêje him, ne dibêje gim, em lê siwar dibin jî bîna xwe teng nake. Ma paşa û serdar cara wiha dibe?
Kêfa Hezretî Silêman wê rojê ne li cî bû, lema jî ji wan ra got:
-Beqên kêmaqil! Xuyaye we heq kiriye. Îcar ezê zalimekî wer bidim ser serê we, dibê baş ji heqê we derkeve.
Û dûra jî Hezretî Silêman rabû legleg şand ser golê, ew wek serdar û paşa da ser serê beqan.
Beq bûn heyranê bejn û bala leglegê û tavilê li dorê civiyan.
Rîsipî û mezinekî beqan xwe hazir kiribû ku li ser navê hemû beqan axaftineke xêrhatinê bike û dilşadiya xwe nîşanî serdayê nuh bide.
Lê berî ku ew dest bi axaftina xwe bike, legleg ket nav wan û bi niklê xwe yê dirêj, çend heb ji wan xwarin.
Beqan bala xwe danê ku ev paşa bi rastî jî ne wek paşayê berê nerm û bêzirar e, ew wan dixwe.
Hemû ji tirsa qutifîn, zû zûka xwe bera binê avê dan û li wir li hev kom bûn.
Ji hev ra gotin:
-Qesta me ne paşayekî wiha zalim bû. Bira xeyd û lêdan li wir bimîne, ew raste rast me dixwe.
Rabûn dîsa çûn ba Hezretî Silêman û xwestin ew paşayekî din, yekî hîn nermtir bide ser serê wan, yekî ku bira bi xof û heybet be, lê wan nexwe.
Lê Hezretî Silêman daxwaza wan qebûl nekir, ji wan ra got:
-We çi xwest min ew da we. Belkî ev ji we ra bibe ders ji bo ku careke din hûn çewtiyeke weha nekin.
Loma jî dibêjin ji wê rojê û vir da ye her cara ku beq leglegê li hewa dibînin ji tirsan diqutifin û zû zûka xwe davêjin ji nav avê da.
Û hîn li hêviyê ne ku rojekê paşayê wan were guhertin û ew jî wek gelek heywanên din li perê avan bê tirs û bê xof bijîn…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar