Bi dîtina min di referandûma 12-ê îlonê ya qanûna bingehî da kurdan ”bi kevirekî du beytik xistin.”
Bi têkçûna çepheya nîjadperest û faşîstan ya ”NA” û biserketina cepheya ”ERÊ” û li Kurdistanê jî zêdebûna rêjeya BOYKOTÊ, kurdan û BDP-ê li hember hukûmetê pozîsyona xwe xurttir kirin.
Biserketina cepheya ”NA”yê ji bo kurdan pir û pir xerab bû. Pir baş bû ku ev cephe him biserneket û him jî li Kurdistanê ji kok da paqij bû.
Dêrsim ne têda li yek bajarekî Kurdistanê jî dengên ”Na” zêdeyî dengên ”ERÊ” derneketiye.
Di warê siyasî û psîkolojîk da ev tablo ji bo kurdan û tevgera kurd ya netewî pir girîng e.
Li Kurdistanê têkçûna MHP-ê û CHP-ê, bi gotineke din têkçûna faşîzmê û kemalîzmê serkeftineke mezin e.
Dijminên kurdan çiqasî kêm bibin ji bo wan hewqasî baş e.
Sibe ewê dor were aKP-ê jî.
AKP, gelek hêviyên derewîn dide hin kurdan û bi vî rengî hêza xwe muhafeze dike. Lê sibe ewê dawiya van derewan jî were.
Yanî tiştê hat serê CHP-ê ewê serê AKP-ê jî.
Netîceya Dêrsimê ji bo miletê kurd şerm û rajediyeke mezin e, dibê kurd li ser vê yekê rawestin.
Dibê kurd kemalîzmê miheqeq ji Dêrsimê jî dûr xin...
Tiştek pir eşûkereye, li hemû bajarên Kurdistanê kurdan bi piraniyeke pir mezin ji guhertina qanûna esasî ya Tirkiyê ra gotin erê û ji statukoparêzan ra jî gotin na.
Ev yek...
Bi taybetî jî li bajarên ku asîmîlasyon zêde bi pêş da neçûye, zimanê kurdî neheliyaye, yanî kurd hîn kurd in, li van deran him dengê ”ERÊ” û him jî ”BOYKOT” zêdeye.
Ev jî gelkî girîng e.
Di van netîceyan da meriv rola zimên dibîne.
Li bajarên ku kurd heliyane û zimanê wan bûye tirkî rêjeya ”NA” gelkî zêde ye.
Û li bajarên ku asîmîlasyon ne xurt e, kurdî neheliyaye jî li gel ”BOYKOTÊ” dengên ”ERÊ” pir zêdeye.
Lê dibê ev dengên kurdan yên ”ERÊ” hemû weke dengên AKP-ê neyê hesêb, ji van dengên ”ERÊ” hejmareke pir zêde ne dengên AKP-ê ne, dengên BDP-ê û kurdên welatparêz in.
Di hilbijartinên parlamentoyê û mehelî da ev deng ne yên AKP-ê ne, hinek jê yên BDP-ê û hinek jî yên hêzên din in.
Hinek kurd hemû dengên ”ERÊ” wek yên AKP-ê dihesibînin, lê hemû dengên ”Boykotê” wek yên BDP-ê nahesibînin.
Ev, him ne rast e û him jî neheqî ye.
Rast e, hemû dengên “BOYKOTÊ” jî ne yên BDP-ê ne, di vir da “boykotçiyên” ne BDP-yî, ne siyasî jî hene.
Lê eynî tişt ji bo AKP-ê jî derbas dibe, wan jî gelek dengên ne yên xwe girtine.
Li seranserê Kurdistanê(25 bajar) nisbeta beşdarîyê teqrîben ji % 64 e.
Li gor vê, teqrîben ji % 36-ê hilbijêran jî neçûne ser sindoqan.
Ev tenê li Kurdisanê.
Lê li Tirkiyê jî bi milyonan terefdarên BDP-ê neçûne ser sindoqan, yanî dibê meriv çend prosentên din jî li rayên boykotê zêde bike.
Ev jî dihere ji % 40-î derbas dike.
Û di ser vê da dibê meriv çend prosentên BDP-liyên ku dane AKP-ê jî hesab bike.
Wê demê rêje digihîje ji % 50-ê dengê kurdan.
Loma jî dibê meriv hêza dijmin zêde û ya xwe jî kêm nenebîne.
Hêza AKP-ê ne saxlem e, demî ye û makûmî helandinê ye, lê ya kurdan û BDP-ê him pir saxlem e û him jî roj bi roj mezintir û gurrtir dibe, ewê bibe…
Çimkî BDP tevgereke netewî ye.
Li Culemêrgê ji % 95, li Amed % 64. 77, li Mêrdînê % 56, li Şirnexê %77-ê kurdan neçûne ser sindoqan.
Ev hêzeke pir mezin e û dibê kurd li gor vê hêza xwe bi dewletê ra bipeyivin.
Yanî êdî kurd hêdî hêdî rayên xwe didin xwe û ji partiyên dijmin qut dibin.
Mesela kurd gav bi gav berbî helbûnê va diçe, partiyên kurdan, hêzên kurd çiqasî xurt bibin çareserî hewqasî nêzîk dibe.
Mesela berê tirkan, siyasetmedarên wan gotinên nemayî ji kurdan ra dikirin kesî guh nedidayê, lê kurd êdî ne tenê guh didinê, bi dengên xwe bersîvê jî didin.
Rêxistina BDP-ê ya Culamêrgê ji berdevkê hikûmeta AKP-ê Cemîl Çîçek ra kîsek hine şand.
Wek tê zanîn çendakî berê Cemîl Çîçek gotibû, "Me tirkî fêrî nîjeryayiyan jî kir, lê me nekanîbû fêrî Culemêrgiyan bikira."
Li ser van gotinên Cemîl Çîçek yên nîjadperest, gelê Culamêrgê soz dabû ku piştî referandûmê ewê hinê têkin sindoqên vala û ji Cemîl Çîçek ra bişînin.
Û culemêrgiyan bi rastî jî wisa kirin, soza xwe anîn cî û bi % 95 BOYKOTÊ bersîvek baş dan Cemîl Çîçek…
Her bijî Culemêrgê, warê şêr û pilingan, kela kurdayetiyê...
Culemêrg, ez bi te gelkî serbilind im….
Silav û rêz kekê min. Rêxistinek dijî damizrandina dewlete Kurdî be, taybet ÎRO dijî destkeftên Ba$ûra Kurdistanê be, desthelatîya me (desthelatîya Ba$ûr) weki "îsrayêla duyem" nav bike, desthelatîyê weki dijminê gelê Kurd binirxîne (Emine Ayna hevpeyvîn bi malpera PEYAMNER ra)..hwd çawa ew partî/dezgeh/rêxistin dibe Kurdewar, an jî tevgerek netewî.? Ji berku cenabê te dibêje:
SvaraRadera"..Çimkî BDP tevgereke netewî ye."?
Ew nirxandina cenabê te, di nav Kurdan da hestên Kurdewarîyê lawaz nake mamosta.!
Bimîne di xa$îyê da.
R. Sîtav
Birayê ezîz, weleh bi dîtina min BDP jî û PKK jî tevgerên netewîne û dibê meriv bi vî çavîjî lê binêre.
SvaraRaderaDîtineke eksî vê pir şaş e.
Heger BDP, ne tevgereke netewî be, wê demê bi milyonan kurd çi ne, qey dijminên me ne?
Lê ev nayê wê maneyê ku tevgerên netewî bê kêmasî û şaşî ne.
Di nava her tevgera netewî da însanên ne li gor dilê meriv, heta yên "xerab" jî dikanin hebin.
Ev yek ji bo BDP-ê û PKK-ê jî derbas dibe.
Loma jî dibê meriv BDP-ê û PKK-ê li gor çend kesan dijmin îlan neke.
Rast e heta nuha gelek caran Ocalan û hin berpirsiyarên PKK-ê di heqê Kurdistana başûr da tiştên ne xweş gotine, lê ev yek tu carî nebûye sebebê dijminatiya di nabêna PKK-ê, BDP û kurdên başûr da.
Em dibînin berpirsiayrên PKK-ê û BDP-ê her roj li ba Mesûd Barzanî û Celal Talabanî ne.
Dijminatiya bi PKK-ê û BDP-ê ra ne rast e û li zirare gelê me ye.
Ev tevger hêz û artêşa miletê kurd e, dibê em bi çavê dijim lê nenêrin.
Ji kirinên wan yê baş ra bibêjin baş û ji yên şaş jî rexne bikin.
Dibê meriv ne li hember PKK-ê û BDP-ê li hember şexsên "pîs", "xerab" be.