Li Tirkiyê û Kurdistana bakur ji bo guhertina çend madeyên qanûna esasî kurd û tirk sibe diçin ser sindoqan.
Di 26 xalên zagonê yên ku sibe ewê li ser wan referandûm çêbibe ji bo kurdan raste rast tu made tunene.
Herdu teref jî bi qasî hev neyarê kurdan e û naxwazin tu mafekî netewî bidin kurdan.
Di vî warî da di nabêna terefan da tu dubendî tuneye.
Loma jî di pakêta nuh ya ku hukûmeta AKP-ê da jî înkara nasnameya kurdan û ya zimanê wan weke berê her berdewam e.
Bi van guhertinên hin madeyên destûra bingehîn AKP û hêzên îslamî dixwazin li hember artêşê û serdestiya dadgeha destûrê, yanî li hember leşker û brokarsiya siwîl ya sîstema kemalîst pozîsyona xwe xurttir û saxlemtir bikin.
Yanî di nabêna tirkan da şer şerê îktîdarê ye, loma jî ne rast e ku kurd bi aktîfî bibin teref ya jî alîgirên ji van cepheyan yekê.
Lê her çiqas ji bo kurdan di pakêta hukûmetê da raste rast tiştek tunebe jî, lê dema di referandûmê da cepheya ”ERÊ” biserkeve, ji ber ku kurd miletekî bindest in û girêdayî Tirkiyê ne, lema jî pir hindik ewê hinek feyde bigihîje kurdan jî.
Ev rast e.
Ji ber vê yekî jî meriv dikane bibêje ku ji bo kurdan biserketina cepheya ”ERÊ” ji ya ”NA”yê baştir e.
Û loma jî bi baweriya min kurdê ku bixwaze raya xwe bide, dibê bide cepheya ”ERÊ”, ne ya ”NA” yê.
Di biserketina ”ERÊ” da pir hindik be jî kara kurdan zêdetir e.
Lê ev nayê wê maneyê ku dibê kurd bibin propagandîst û aktîvîstên cepheya ”ERÊ” û sergovendiya wan bikin.
Ev ne karê me ye.
Ev şer şerê di nabêna tirkan da ye, ne karê me ye ku em rabin bibin terefê aliyekî. Şêleke wiha pir şaş e.
Ev yek dibê bi rengekî pasîf, tenê bi dengdanê bibe, ne zêdetir.
Lê ji referandûmê ”NA” derkeve jî dinya xera nabe. Halê kurdan berî referandûmê çi bû, piştî referandûmê jî ewê dîsa ew be.
Di nabêna alîgirên cepheyên ”ERÊ” û ”NA” yê da şerekî pir mezin heye, lê tiştê xerîb herdu alî jî bi dijminatiyeke pir mezin êrîşê dibinin ser kurdan û hevûdu bi dostî û hevalbendiya PKK-ê û tevgera kurd ya netewî îtham dikin.
Meriv hinekî hêvî dikir ku AKP-yê di demeke wiha krîtîk da, weke CHP-ê û MHP-ê dijminatiya kurdan nekira.
Çimkî îro hewcedariya wan bi rayên kurdan heye, ji bo rayên kurdan ba jî dibê hukûmeta AKP-ê li hember BDP-ê û kurdan siyaseteke nermtir û maqûltir bimeşanda.
Lê AKP ji bo ku nîşanî tirkên nîjadperest bide ku ew li dijî kurdan e, îdîeya ku xwedêgiravî AKP dixwaze hin mafan bide kurdan pûç bike ji cepheya leşker, faşîst û kemalîstan bêtir êrîşê dibe ser kurdan û tevgera kurd ya netewî.
Ji roja ku kampaniya referandûmê destpêkiriye û virda ye AKP û hukûmeta wê bi dijminatiyeke pir mezin û hovane êrîşî dibe ser endamên BDP-ê û cepheya ”BOYKOT”ê, nahêle kurd bîna xwe bigrin.
Li seranserê Kurdistanê û Tirkiyê pûlis her roj davêjin ser mal û buroyên kurdan û BDP-ê û milet terorîze dikin, digrin bin çavan.
Rojek berî cejnê destên xwe di xweîna 10 gerîlayên kurd gerandin, cejn li kurdan kirin şîn.
Piştî wê terora ku li Wanê meşandin, zulma kul i gel kirin wahşeteke pir mezin bû…
Yanî hukûmeta AKP-ê ji bo ku dilê tirkan baş têke cî ku ew tu mafî nadin kurdan û tu nêteke wan ya wisa jî tuneye, her babet zulêmê li kurdan dikin, berpirsiayrên wan digrin, dixin hefsan.
Û di ser da jî ji kurdan ra dibêjin raya bidin me…
Di rewşeke wiha da pir normal e ku gelek kurd vê referandûmê ”BOYKOT” bikin…
Min bi xwe berê gotibû ku dibê meriv bibêje ”erê”, lê tenê weke şexs, ne ku meriv rabe propagandeya erê bike.
Çimkî di nava sîstemê da her babet guhertin, baş xerab tesîrê li me kurdan jî dike.
Em nikanin bibêjin îşê me jê nîne.
Û ez hîna jî li ser vê dîtinê me.
Lê heger li Kurdistanê sindoq vala vegerin ser xwediyên xwe jî baş e, mafê kurdan heye û her wisa rast e jî ku vê rejîma xeyrîmeşrû û dagîrkir û hilbijartinên wê ”BOYKOT” bikin.
Heta belkî ev yek di pêşerejê da ji bo tevgera kurd ya netewî hîn baştir be jî, hin netîceyên baştir jî bi xwe ra bîne.
Esas xwezî hêzên kurd bikanîbûna tifaqa xwe bikirana yek û hemû hilbijartin û sîstema dewleta tirk red bikirana.
Ji ber ku dewleta tirk Kurdistan bi darê zorê dagîr kiriye û îradeya gelê kurd jî xesb kiriye, loma jî ev dewlet bi meclîs û hemû dezgehên xwe ve ji bo kurdan xeyrîmeşrû ye.
Gava kurd rîayetî qanûn û prosesên vê dewletê û vê sîstemê nekin, wan ”BOYKOT” bikin ne şaş e, rast e.
Lê dibê ev bibe şêleke kurdan ya siyasî û bi îstîkrar, ne ku him here meclîsê û him jî ”referandûmê” boykot bike.
Şêleke wiha bêguman ewê rê li ber serxwebûna kurdan veke, tevgera kurd ya netewî têxe mecrayeke nuh.
Mesela nuha, ji ber çi sedemî dibe bila bibe, dema BDP di propagandeyên referandûmê da dibêje, qanûn û dewleta ku hebûna kurdan nas neke, em jî wan nas nakin, tiştekî rast dike, bi vê şêla xwe gaveke pir girîng û dîrokî davêje.
Belkî jî kurd ji nuha pê va riyeke wiha bidin ber xwe ewê baştir be, êdî nebin aletê qanûn û sîstema ku ew bindest kirine.
Kurd carê têkevin ser vê xetê, êdî nayên zeftê.
Ez hêvî dikim ku ev şêla BDP-ê û PKK-ê ne tenê mexsûsî vê ”referandûmê” be, di rojên pêş da jî eynî siyasetê bidomînin, bibêjin meclîsa ku hebûna miletê kurd nas neke em nabin parlamenterên wê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar