Do êvarî ez, xanim û lawikê me yê mezin Azad, em li daweta lawê Cemal Saygilî bûn.
Daweteke bi ser û ber û gelkî xweş bû, tu kêmasî tunebû, me çi dixwest tavilê li ser masê bû.
Mala bavê zavê û xwediyên dawetê ava be, camêran di nabênê ra tim riya xwe bi masa me dixistin û li halê me dipirsîn û ser masa me ji berêvkê da dewlemend dikirin.
Min bala xwe dayê, govendgiran do êvarî kurmên xwe baş şikandin, kêf kêfa wan bû, xwe baş hejandin…
Ez feqîrê Xwedê ”ne ji defê ra dibim û ne jî ji zurnê ra”, na dizanim bistirêm û ne jî dizanim bazdanê bikim…
Dişibim dareke bêber…
Yê min di dawetan da tenê xwarin, vexwarin û ”leqleqa” vala ye.
Em bi hefteyan, bi mehan dikin ser hev, heta ku dawetek ya jî şînek çê bibe, li wir herkes tûrikê xwe vala dike.
Wek min berê jî çend caran gotiye, bi xêra van dawetan em gelek dost û hevalan dibînin û li hal û demên hev dipirsin, bi hev ra çend saetên xweş diborînin.
Di dawetan da gelşa herî mezin zêdebûna dengê muzîkê ye, salon biçûk û nizm in û deng jî pir bilind e, dengê bilind û ciziviza mîkrofonê bi rastî jî meriv ji guhan dike.
Heger ne ev gelş be, bi rastî jî kêf kêfa me ye…
Lê çawa ku gul bê strî nabe, helbet dawet jî bê muzîk û muzîk jî bêyî wolîma herî bilind nabe.
Lê ji bo ku em bikanibin di dawetan da sohbetê, şêwir û mişêwran geş bikin tim nigekî me li der û yek jî li hundur e.
Û bêguman do jî wiha bû...
Em û malbata Xalîlê Zaxoyî li ser maseyekê bûn, min got xanim wiha baştir e, di nêzîk da Kurdistan çêdibe dibê hûn ji nuha da hevûdu nas bikin...
Xwîna jinan tavilê keliya ser hev û sohbet germ kirin...
Vê yekê karê min û Xelîl hêsantir kir, êdî me jî dikanîbû li gor dilê xwe siyaseta kurdan û ya dinyayê weke hiriya bikîn ji hev vençiriya.
Nizanim çawa bû û wezna wê hat û min got:
”Xelîl, karwanê kurdan yê serxwebûn û azadiyê carê ketiye rê, kes nikane vî karwanî rawestîne. Hûn xelas bûne, we Kurdistana xwe çêkiriye. Ya me jî di rê da ye, zû, dereng, miheqeq ya me jî ewê çê bibe. Heger ez û tu nebînin jî, zarokên me miheqeq ewê bibînin…”
Xelîl got, ”rast e, me li başûr tenê birayê biçûk berî birayê mezin zewicand, sibe dora birayê mezin e, helbet emê daweta wî jî çêkin…”
Min ji vê numûneya ”birayê biçûk û mezin” yanî Kurdistana başûr û bakur gelkî hez kir û loma jî jê ra got, ”soz, sibe ezê qala vê numûneya te bikim.”
Bi rastî jî di normalê da dibê berê birayê mezin bizewice û ji ber birayên din derkeve.
Lê carnan eksê vê toreyê(tradîsyonê)dibe û birayê biçûk, berî birayê mezin dizewice.
Di destpêkê da kurdan jî xwestin wisa bikin, Kurdistana bakur berê rizgar bikin, lê nebû.
Dûra xwestin bi avakirina Komara Mahabadê ”birayê ortê” bizewicînin, bûk xemilandin, zava hazir kirin, dawet li dar xistin, lê dijmin êrîşeke dijwar anî ser dawetê û zava şehîd kirin, loma jî dawet zû ferikî…
Ev bira(birayê ortê)jî negişt mirazê xwe…
Loma jî nuha li başûr ”birayê biçûk dizewice”, dawet li dar e, bixêr û xweşî heger ev birayê biçûk bigihîje mirazê xwe, sibe jî ewê dora ”birayê mezin” be...
Di dema cixarekişandinê da ez rastî Wîldan Tanrikûlû û Mahmût Al hatim.
Ez û Mahmût Al ji salên 1974-75-an da hevûdu nas dikin û dostên hev in.
Min pê ra hinekî sohbet kir, me li hal û demên hev pirsî. Ji min ra got, ”ma tu çi dikî, bi çi mijûl î?” Piştî çend agahiyên li ser kar û virda û wêda, min got weleh wekî din jî blogeke min heye, ez herşev meqaleyekê dinivîsim.
Mahmûd Alê hemşerî û dostê min yê nêzî 40 salan, li hember vê agahdariya min hinekî matmayî ma, got pir baş e, lê weleh min nedîtiye…
Îcar dora matmayinê ya min û Wîldan bû, min got, Xwedê ji ter razî, ev 4 sal in, nexweşiyeke pir giran ne têda, min her şev nivîsek nivîsî ye, lê wa ye hîn haya te jê çênebûye…
Ma heta nuha tu guhê gê da bû? Yanî ez nuha biqeherim ne heqê min e?
Em hinekî keniyan, me çend henekên xwe kirin û piştra jî got, "ka edresê bide min, ezê lê binêrim."
Min got, heyran edres medres ne hewce ye, hema di googlê da Zinarê Xamo binivîse, ewê derkeve….
Ez jî herşev bi cidîyeteke pir mezin tim hewil didim ku miheqeq nivîsekê binivîsim, lê wa ye dostekî min yê 40 salan hîn haya wî ji min tuneye…
Bi xêr di dawet ya jî şîneke din da heger em dîsa rastî hev hatin, ezê jê bipirsim, hela ka feqîrxaneya min ziyaret kiriye ya na….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar