Dewleta tirk û hukûmeta AKP-ê û di serî da jî serokwezîr Erdogan çi dibêjin bira bibêjin, çi demagojiyê dikin bira bikin, bi kirinên xwe nîşan didin ku nêta wan pir xerab e û bi lez û bez gorra kurdan dikolin.
Serokwezîr û wezîrê hundur, bi şahşahayeke mezin heroj qala gavên ”demokratîk” û ”hewildanên” çareserkirina mesela kurd dikin, lê bi operasyon, tewqîfat û terora ku li hember kurdan û endamê DTP-ê didin meşandin, bi bêtehamuliya li hember straneke kurdî nîşan didin, diyar dibe ku tu nêteke wan ya baş û dayina mafên kurdan tuneye.
Heger bi rastî jî nêt çareserkirina meseleya kurd be, meriv keçikeke 10 salî ji ber ku dersa kurdî daye hevalên xwe nade mahkimeyê, meriv navê ”Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî” nake ”beşa zimanên zindî” û herî dawî jî meriv ji bo ku di şeveke dezgeheke dewletê da straneke kurdî gotiye stranbêjê protesto nake, şevê naterikîne.
Ev bûyera dawî, yanî di ”şeva Mîllî Piyangoyê”da terkkirina şevê, tiştekî pir balkêş e û dibê hemû kurd hesabê vê şêla mamûrên dewletê ji hukûmetê bipirsin.
Ji bo ku nêta AKP-ê ya xerab baş deşîfre bibe, dibê ser vê bûyerê neyê girtin, şêla hukûmetê were pirsîn.
Çar roj berê li Ixdirê di şeva bilêta Millî Piyangoyê da ji ber ku Şevval Samê bi kurdî jî stranek got, hemû birêvebirên dewletê xwe gelkî aciz kirin û weke protesto şev terikandin.
Li ser daxwaz û israra temaşevanan Şevval Sam, straneke bi kurdî pêşkêşî temaşevanan dike.
Li ser vê, cîgira walî, qeymeqam, dekanê Fakulteya Zîraetê û çend merivên bi wan ra şevê diterikînin.
Li hember vê protestoya giregirên dewletê Şevval Sam matmayî dimîne, lê tiştekî ku bike tuneye.
Şevval Samê, di derbarê bûyerê da do wiha gotiye:
”Jixwe ez stranên hin kulturên etnîk yên cuda ku li ser vê axê jiyane distirêm. Di konsera Ixdirê da jî li ser daxwazeke zêde ya temaşevanan min straneke kurdî jî got. Siyasetmedar dikanin nerehet bibin. Lê belê gel, stran bi min ra got. Dûra jî ji bo ku em bi hev ra govendê bigrin min gel dawetî ber sahneyê kir.”
Li ser pirsa ku wê ji kesên şev terikandine ra gelo gotiye, ”ji we ra oxir be” ya na, Şevval Samê bersîveke pir xweş daye, gotiye:
”Kesên ji stranên ku ji bo dostiyê, aştiyê û biratiyê tên gotin nerehet dibin, ev tê wê maneyê ku ew aştiyê naxwazin. Ew dikanin ji vî welatî jî herin. Emê memnûn bibin.”
Bi rastî jî Samê bersîveke pir baş daye.
Kurd li welatê xwe, li bajarê xwe tehamul dikin bi saetan li stranên tirkî guhdarî bikin, lê 5-6 mamûrên dewletê tehamulî guhdarîkirina yek strana kurdî jî nakin, dema yek staran jî tê gotin bi rengekî pir bêhurmet û bêedeb radibin şevê terk dikin.
Dema yek tehamulî straneke kurdî neke, maneya xwe ew e ku naxwaze bi kurdan ra jî bijî.
Ji kesên wiha ra dibê kurd biwêribin bibêjin, bi kultur û zimanê xwe em ev in, madem hûn naxwazin bi me ra bijîn, wê demê kerem bikin herin welatekî din.
Loma jî bersîva Şeval Samê tam di cî da ye.
Berî nuha bi demekê serokwezîr Erdogan jî di axaftina xwe ya Colemêrgê da ji me kurdan ra gotibû, ”me got yek al, yek welat, yek dewlet, yek milet, yê neecibîne bira kerem bike here dereke din.”
Lê esas yên bêtehamuliyê nîşan didin ne em in tirk in, tirk li hember hertiştê me, heta li hember hebûna me jî bêtehamul in, nikanin li straneke me jî guhdarî bikin.
Ev aliyekî meselê ye. Aliyê din yê meselê jî bêdengiya hukûmetê ye, dibê parlamenterên DTP-ê vê şêla mamûrên dewletê ji hukûmetê bipirsin, gelo ew vê reaksiyona mamûrên xwe qebûl dikin ya na?
Dibê kurd ji kurdên ku di nava AKP-ê da ne, parlamenter û wezîr in AKP-ê ne vê şêla mamûrên wan bipirsin, gelo ew jî weke walî û qeymaqamên dewletê difikrin?
Heger weke wan nafikirin ji bo çi heta nuha bêdeng in, tiştekî nabêjin?
Ma li hember strana tirkî jî eynî bêtehamulî nîşan bidana gelo hukûmetê dîsa jî wiha bêdeng bima?
Xalo,
SvaraRaderaTirkên xwînmij hurmetê li hemberî kurdî, kurd u Kurdistan-ê nîshan bidin jî nedin jî qet u qet min eleqedar nake. Heta ku kurd xwedî mafên xwe yên herî însanî/mîllî nebin, li ser bashî u xirabiyên xwe bi serê xwe biryarê nedin, memurên dewleta tirkan straneke bi kurdî guhdar bikin yan jî nekin,vik u vala ye, pênc qurush qîmeta xwe tune.
Ez dibêm gerek kurd xwe bi buyerên li vir u wir gêj nekin u wextê xwe beredayî nebuhurînin. Lewra dewleta tirk jî ve yekê dixwaze u dixwaze pênc salên din kurdan bi van qeshmeriyan mujil bike u dawiyê jî koka kurdî biqelîne. Heta ku kurd pêsheroja zimanê kurdî bi lez u bez negirin u nexin bin garantiyê, taliya talî dê kurd jî bibin tirkên herî saxlem.
Gelo wê gavê ev êsh u ezeba îro jibo chi u kê ye?
Silav u hurmet
Pîran Tîr