02 september 2009

Li ser xemîşokên zarokan 2

Beşa hevpeyvînê ya duyem û dawî.

4-Li gor fikra te, Kurd heya niha çiqas li ser perwerde û cîhana zarokan a hundirîn rawestiyan e, weşanên wan yên tv û çapemeniyê gelo têra xwe ji bo cîhana zarokan kar dikin?
Perewerdeya zarokan bi hebûna sîstemeke perwerdeyê, bi îmkan û mecalên dewletê mimkûn e.
Berî hertiştî zarokên kurd hîn nikanin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Zarokên kurd piştî 6-7 saliya xwe bi darê zorê fêrî zimanekî biyanî dibin.
Û ev yek jî hestên wan birîndar û şexsiyeta wan tevlihev dike, jihevda dixe.
Helbet di perwerdeya zarokan da rola malê, der û dor, dê û bavê jî gelkî girîng e, lê têr nake.
Ji bo vê yekê dezgeh, lîteratûreke dewlemend, pedagog, psîkolog, kesên pispor û şareza lazim in.
Kurd, weke milet îro ji van îmkanên dewletê ji bin da bêpar in.
Bira dibistan û perwerdeya zarokan ya bi zimanê dayikê li wir bibîne, kurd hîn nikanin navên kurdî li zarokên xwe kin.
Yanî li gor miletên din, di warê îmkan û dezgehên perwerdeyê da kurd di nuxteya sifirê da ne, loma jî meriv nikane daxwazên ne maqûl û ne mimkûn ji wan bike.
Lê li gel vê jî, li gor îmkanên xwe yê hene, bi taybetî jî di telewîzyonan da dema bixwazin dikanin gelek tiştên baş bikin.
Bes heta nuha nekirine(qesta min Kurdistana Tirkiyê ye)û nakin.
Pir hindik di nava kurdan da jî îro hin pispor û zanayên perwerdeya zarokan hene û dikanin xizmetên baş bikin.
Di vir da ji mamoste, pedagog, pispor û kadiran bêtir, mesele têgihîştina girîngiya karekî wiha ye, têgihîştina vê yekê ye.
Mixabin kurd hîn ne di vê zanînê da ne. Hîn nizanin îmkanên xwe yên heyî baş bikar bînin.
Ji dêlî ku di kanalên telewîzyonên xwe da giraniyê bidin ziman û perwerdeya zarokên xwe, wexta xwe bi tirkî û bi leqeleqa vala derbas dikin. Û bi vî rengî bi tirkan ra ew jî gelê xwe asîmîle dikin.
Weke her miletî, zarokên me jî pêşeroja me ne, lê ji bo vê pêşerojê tiştên îro ji destê me tê em naxin xizmeta zarokên xwe.
Hema di serî da berî hertiştî, piraniya kurdên Tirkiyê bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, carê ev xerabiyeke herî mezin e.
Zarokê ku li mala xwe fêrî zimanê dayika xwe nebe, zarokekî nîvçe ye, di pêşerojê da bi zimanê dayika xwe nikane tu berhemê bide miletê xwe.
Ev nikanîn di wexta kamiliyê da tesîreke pir mezin li hestê zarok dike û wî ji civata wî sar dike, dûr dixe.
Çimkî nikane di civatên kurdîaxêv da rûne û bi însanan ra bide û bistîne.
Gava ziman ji cîlekî dewrî cîlekî din nebe nikane jiyana xwe bidomîne, rojek tê dimre.
Ziman, dema di bazarê da neyê xebitandin û berhemên kulturî û edebî pê neyê afirandin ne mimkûn e ku bijî.
Loma jî meriv dikane bibêje ku kurdên bakur di warê perwerdekirina zarok û axaftina bi kurdî da îmtihaneke baş nadin.

5- Çîrokên di antolojiyê de, lehengên wan ji heywanan pêk tên. Gelek kes çîrokên ku lehengên wan heywanin, wek fabl bin av dikin. Tu di navbera çîrok û fablê de çi ferqiyê dibînî?
Di nabêna çîrok/xemîşok û “fabel”ê da tu ferq tuneye, tenê navên cihê ne. Hemû jî eynî cureyê wêjeya, (edebîyata) zarokan e û tên eynî maneyê.
Gotina “fabel” ji gotina “fabula” ku tê maneya “axaftin”, “peyv” ya jî “çîrok”ê tê. Lê gotina xemîşok, “çîrok” û “çîroka gelêrî” jî eynî tişt e û di eynî maneyê da tê bikaranîn.
Xemîşok(fabel, çîrok), taswîreke kin e ya exlaqî ye û xwedî wate û naverokeke pir dewlemend e. Lê “tu îdîayeke wê ya rastiyê” tuneye. Di xemîşokê da hertişt mimkûn e, hertişt dikane biqewime.
Lê li alî din ne şert e ku xemîşok tenê li ser lawiran be. Di xemîşokê da tu mecbûriyeketeke wiha tuneye.
Mesela di hin çîrokên Antolojiyê da dar, baran, ba û berf dipeyivin, ba û roj bi hev ra dikevin qayişkêşiyê û hwd.
Yanî wek min got, di xemîşokê da hertişt dikane were zimên, bipeyive. Ji ber ku çîrok ne rast e, fantazî ye. Tu îdîayeke xemîşokê(fabelê)ya ratstbûnê tuneye. Loma jî qehreman û qerekterên xemîşokê dikanin lawir, berf û baran ya jî dar û ber bin, ev jî tê maneya ku tiştên di xemîşokê da tên gotin ne rast in, fantazî ne.

6- Çîrokên di antolojiyê de hemî gelêrî ne ma ne wisa? Bi taybet yên kîjan herêmê Kurdistanê ne?
Piraniya çîrokan gelêrî, yanî xwedî û miletê wan nayê zanîn û bi tu herêmeke taybetî va jî ne sînorkirîne.
Min bi salan ew ji devê însanan, ji kitêb, kovar û rojnameyan berhev kirine û bi uslûb û kurdiya xwe, ew nivîsandine.
Yanî weke çîrokbêjekî min jî li gor xwe ew ji nuh va da gotine.
Lê hinek jî hene ku di kurdî da bûne “gelêrî”, lê belkî di zimanekî din da nivîskarê wê/wan hebin. Îcar kîjan gelêrî ne, kîjan yên kurdan e, kîjan ne yên kurdan e ez nizanim. Ji bo zanîna vê yekê lêkolînên ilmî lazim in.
Tiştê min kiriye, min di kitêbekê da ew anîne ba hev û weşandiye.
Jixwe bi kîjan zimanî dibe bila bibe, gelek çîrokên zarokan dişibin hev, weke ku koka wan yek be. Ji ber ku di destpêkê da xemîşok, tenê bi devkî hatine gotin û dûra jî li cîhanê belav bûne. Lê piştra bi wextê ra ji alî hin kesan va hatin berhev kirin û nivîsîn û di vê nabênê da jî hin tişt li wan kêm û zêde bûne.
Loma jî gelek çîrokên zarokan yên klasîk li her dera dinyatê pir dişibin hev.
Wek tê zanîn Aisoposê (620-560 berî zayinê) grekî, weke berhevkarê fablan(xemîşokan/çîrokan)yê pêşî tê qebûlkirin.
Piraniya fablên li Ewrûpayê û cîhanê belav bûne tê gotin ku yên wî ne. Loma jî gelek çîrokên miletan hema hema weke hev in.
Piştî Aisopos, di sedsala şandan da jî Le Fonatainê firansî,(1621-1695)ew bi helbestkî yanî bi wezn û kafiye nivîsî.
Lê helbet hin xemîşokên milatan yên mexsûsî wan jî hene. Bes ev kîjan in û kînga hatine nivîsîn mijareke din e.
7- Tevî ku ev çîrok ji bo zarokanin jî, dîse rastiyên jiyanê yên dijwar tê de cî digrin, wek şer îxanet, bêbextî, kuştin..ûhw. tu vê yekê çawa dibînî, sedema vê çi ye gelo? (Ji ber ku , dema em li çîrok û fablên miletên din dinêrin bêhtir cîhaneke aram, buyerên hûmanîter û bê dijwar in…)
Na, di nabêna çîrok û fablên me û miletên din da tu ferqeke weke hûn dibêjin tuneye. Li her dera cîhanê rol û armanca çîrokan (fablan) eynî ye; xurtkirina şexsiyet û fantaziya zarokan e.
Mesela çîrokên “destbiratiya rûvî û quling”, “dar û bivir”, “şengê û pengê” çirçirk û mûrî”, “gur û berx”, “destbiratiya gur û rûvî” û gelkên din li ba me çawa bin, li ba miletên din jî hema hema eynî ne.
Lê nav dikane ne yek be û yek dikane ji ya din hinekî kin ya jî dirêjtir be.
Mesela “Destbiratiya rûvî û quling”, “gur û ker”, gur û kûçik”, “kevok û rûvî”, “Şengê û pengê” û gelekên din bi navên cihê û bi hin ferqiyetên biçûk di swêdî û di gelek zimanên din da jî hene.
Yanî ji alî naverokê da di nabêna çîrokên me û yên miletên din da tu ferq tuneye.

Dawî.

5 kommentarer:

  1. Xalo
    Te bersivên gelekî qirase dane. Heger ez shash nebim, hemî bersivên te jî vegotinên pir maqul anîne ziman, ku mirov nikare bi vir da u wir da xwar bike.
    Bi dîtina min be, di vê hevpeyvînê da ji derî hin kêmasiyên rêzimanî yên ku ji bala te revîne, tu qusur tune.
    Bi rastî jî xalo te bi tena serê xwe îmana xwandin u nivîsandinê firrand? Xalo, bi navê kalikê min ez dibêm tu shêr î shêr. U pashê jî dibistana navîn li pash xwe hisht. Xalo heger îmkana te hebuya u te bi kurdî bixwanda, tu yê biba serokê hemî zanîngehên li Kurdistan-ê.
    Hin tisht kek Zarayê Kurdîjen aniye ziman, loma ez naxwazim dubare bikim.
    Rêz u rêzdarî
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Xalo, tu jî dibînî ku tu hurmeta wan kesên tirkchî li hemberî keda kesekî din tune. Va ye ji xalê me hevpeyvînekê dixwazin. Lê xalo jî bêyî ku him u gim bike dibê temam. Îcar pishtî chend mehan ne diweshînin u ne jî gotineke li gorî guhê gêleyê fetisokî jê ra dibêjin.

    Chiqas ehmeqî u bê îdraqî hene, di nav wan dezgehan da têne weshandin, lê hevpeyvîneke weha nermik u germik naweshînin.

    Xalo ez dibêjim heger tu zêde nêzîkî wan bêbextan nebî, dê bo saxiya te jî bash be.

    Emma welakîn xalo, chîroka te ya xwandinê bi serê xwe seruweneke fantastîk e. Bijî xalê me!

    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  3. Xalo bi rastî jî te navên qirase dane zarokên xwe. Pîroz be! Lê navê min wekî yê ecuc u mecucan e. Ez jî dixwazim jibo xwe navekî mêrxas yê wekî xalê xwe bibînim.
    Ev înformasiyonên li ser shexsê xalo bo min nu u balkêsh bun. Ango mirov dibêje, hey looo, tu dibînî, ji nav me kurdan jî kesên bi ezm u xwedî îrade derdikevin.
    Silav u rêz u hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  4. Xalê Zinar
    Te bersivên pir xwesh dane. Lê mixabin ku weshangeriya kurdan hîn jî di nav pêvajoyeke dîktatorî, totalîterî u fashîzanî ra derbaz dibe. Aqil maqil, fikir mikir ne karê aqilan e. Mesela ez carina ji avestakurd.net-ê ra shîroveyan dishînim. Nayên weshandin. Xwediyê malperê rehmetê li serokê xwe yê berê dide xwandin. Ez bawer nakim ku pishtî vî temenî jî jê tishtekî demokrat u baqil derkeve. Hevîr carekê di destpêkê da tirsh buye dînime îmanime haaa.
    Silav
    Eliyê Dêrikî

    SvaraRadera
  5. Ji bo "pesin" û şiroveyên hemû xwendevan û xwarziyên min yên qedirşînas gelek sipas.
    Ev şiroveyên we ji bo min dibe ardû yanî weke soran dibêjinsotemen.
    Ez hêvî dikim ku "arduyê" min zû neqede û argûnê min netefe...

    SvaraRadera

PARVE BIKE