18 september 2009

Li ser gotina "heval" û "xalo"

Berî her tiştî gelek sipas ji bo we hemû şiroveyên we xwarziyan û biraziyan, mala we ava û Xwedê bide we hemûyan bûk û zava.
Kurd dibêjin Xwedê kesî bê pişt neke, bi rastî jî rast e.
Ez we hemûyan weke şûrê şamê li pişta xwe dizanim.
Bi saya van şirove û lêpirsînên we serêşî merêşî tiştek nema, ez bûm weke "pîvazeke Çêrmûgê" û rehet bûm.
Serêşî û nexweşiya min heta danê nîvro dom, kir, çavên min bûbûn weke gola xwînê û min dixwest hema rakevim.
Lê piştî danê nîvro ez baş bûm.
Ez îro hinekî zû ji kar derketim, çûm ba lawikê licî û qehwa xwe ya roja îniyê vexwar.
Lê qey "xwesiya" min îro ji min hez nedikir, çimkî qahwa min îro beyat bû. Bes min neda der, çimkî xwesiya meriv her roj ji meriv hez nake.
Ez nuha hatim mal, min hemû şirove xwendin.
Gelkî kêfa min hat.
Çimkî min dît ku gelek xwendevan guhê wan li ser min e, bi nexweşiyeke min ya herî biçûk ra ew jî xemgîn dibin.
Ji bo vê sersuyê û miqateyiya her kesî ez ji dil û can sipas dikim.
Di nava şiroveyan da şiroveya xwarziyê min Beranê Meletiyê dîsa bala min kişand,
zimanê min nagera ez ji xwarziyê xwe Beranê Meletiyê ra bibêjim "fesadiyê" dike lê axir tiştê dike "fesadî" ye...!:)
Piştî vî umrî dixwaze min û Zinar Ala bera hev de û malikê li min biviritîne....
Beranê xalê xwe, ez hevza xwe ji şer û teşxelê dikim.
Xwarziyê min Beranê Meletiyê, ji Zinar Ala ra gotiye, te çima ji "xalo" ra gotiye "heval Zinar? Ma qey ew hevalê te yê zaroktiyê ye?"
Helbet gava meriv xwar rûne û rast bipeyive, Zinar Ala ne hevalê min ê zaroktiyê ye, ez bawer dikim ez 20-30 salekî jê mestir im.
Lê ev nayê wê manê ku ezê xelkê mecbûrî navê xîtabê bikim.
Ji bo min ya muhîm kes ji min ra nede xebaran, bêyî wê ji dilê kê çawa tê û kî dixwaze bi çi hawî xîtabî min bike serbest e.
Loma jî gotina "heval" pir ne bi dilê min be jî min qebûl e, ez nikanim kesî mecbûrî gotina "xalo" ya jî "apo" bikim.
Herkes bi qîma xwe ye, çi dibêje serbest e.
Lê piştî ku wezna wê hatiye dibê ez qala bîranîneke xwe bikim.
Çend sal berê di şeveke şahiyê ya jî Newrozekê da bû, ez çûm ser dezgeha Apociyan, min xwest xwarinekê bikirim.
Zarokekî 12-13 salî jî li bi çend kesên din ra li ber dezgeha xwarinê bû. Dema xwarina min da min, got, "fermo heval!"Ez matmayî mam, çimkî xort di temenê neviyê min da bû. Min got, lawo ez ji ku hevalê te me?Lê camêr bersîva min neda, bi yekî din ra mijûl bû.
Henek li aliyekî , helbet her milet li gor kultura xwe bi hev ra dide û distîne û xîtabî hev dike.
Li gor kultura kurdî meriv ji yekî ji xwe gelkî mestir ra nebêje "heval", ya dibêje "apo, xalo, keko" ya jî bira...
Lê Apociyan ev kultura kurdî dejenere kirine, xortekî 18 salî ji kalekî 70 salî ra dibêje "heval!"Bêguman ev ne ras te û ne xweş e.
Ev xîtab kopyeya ji tirkî ye.
Di tevgera tirk ya çep û elewîtiyê da ji hev ra dibêjin "arkadaş", "yoldaş" û hwd.
Lê di vir da sebebekî din jî heye, bi baweriya min ew jî navê "Apo" ye.
Ji ber ku ji Abdullah Ocalan ra hevalên wî dibêjin "Apo", loma jî Apo ev nav li kesên din qedexe kiriye, nahêle ji kesên din ra jî were gotin, dixwaze tenê xelk ji wî ra bibêjin "Apo".Ji ber vê yekê gotina "xalo" jî yasax kirye.
Li gor Quranê û dînê Îslamê Hz. Muhemed Pêxemberê dawî ye, piştî wî êdî tu pêxember nayê dinyayê.
Li gor Ocalan jî "Serok" û "Apo" yê herî dawî ye, bêyî wî dibê ji kesekî din ra "Serok" û "Apo" neyê gotin.
Bala xwe bidinê di nava tevgera PKK-ê da xortekî 18 salî jî ji kalekî 60-70 salî ra dibêje heval!!!Ev tiştekî pir ecêb e, hêjayî lêkolîneke kûr e.
Ez bawer nakim Zinar Ala ji ber vê kulturê wisa xîtabî min dike, lê axir pir hindik vê kulturê tesîra xwe li der û dorên ne ji xwe jî kiriye.
Her çiqas rastiyê neguherîne, lê ji ber ku xortê hêja Zinar Ala ji min ra gotiye ez hîn "xort im" mala wî ava.
Ez çuqasî fortan bidim xwe û bibêjim ez xort im jî ne rast, hasil çûye mûsil, dev kox bûye, çav derekê nabîne, pişt bûye nêka teşiyê, meriv li ber li hurobiyê jî xwe guh nabihîze...
Û hîn jî mêrê malê "xort" e...
Ez bawer dikim min hinekî dirêj kir.
Ez hêvî dikim ku min ne "xwarzê" û ne jî "heval" ji xwe xeydandibe...
De hûn hemû bimînin di xêr û xweşiyê da.

9 kommentarer:

  1. Vê carê ezê berî hemû "hevalan" beranê MeletiyêLawkê Cholemêrgê,Beranê Meletiyê, Qijikê Dêrsimê, Paytext-Erzingan Eliyê Dêrikî û Pîran Tîr şîroveya yekemîn biweşînim.

    Gava dibêjim hevalan dixwazim bêjim di navbera me hevaltiyey heye, em hemû di vê blogê de şîrove dikin, dijminatiya hev nakin, vê ca em çi ne?
    "Hevalê" Zinarê Xamo, yanî ez ji deshilatdariyê heznakim. Li welat em bi zorê fêrî van peyvan dikirin. Ez apê xwe bi navê wî bang dikim. Ji diya xwe re gellek caran dibêjim tu çawayî Sînem....?

    Rast e, apocî bandor li min kirine, niha jî ez bandorê li wan dikim, hêvî dikim bi riya nûçeyên ku ez amade dikim û nivîsên ku ez diweşînim hinekî çewtî û gunehên wan kêm bikin.

    Hevalê Zinar, ez peyva heval bi kar tînim ji ber ku em herdu xwedî blog in. Dema Blogspot li Turkiyê qedexe bû, min nameyek ji te re şandibû ji bo dîtina çareseriyekê ta ku xwendevan ji nivîsên te mehrûm nebin. Me wek hevalan da û stand, ji ber wê dibêjim heval.

    Heya şîroveyekê din silav û rêz ji hevalê te Zinar Ala.

    SvaraRadera
  2. Birayê Zinar Ala, tu çawa xîtabî min dikî tu bi kêfa dilê xwe yî. Ji ber ku mijar vebû min jî li ser vê mijarê çend peyv gotin.
    Lê ji ber ku tu ji apê xwe ra nabêjî "apo", bi navê wî ban dikê û ji kokima diya xwe ra jî dibêjî "Sînem", nabêjî dayê ez matmayî mam.
    Ne li gor kultura kurdan tenê, di kultura hemû miletan da meriv ji diya xwe ra dibêje DAYÊ !
    Tu kes bi navê wê xîtabî diya xwe nake.
    Dema meriv ji diya xwe ra nebêje "dayê", maneya xwe ew e ku ya meriv wê layiqî dêtiyê nabîne ya jî hurmeta meriv ji normên kulturî û exlaqî ra tuneye.
    Ev xîtab, ji şêleke anarşîstiyê jî wêdatir e.
    Apociyan ji bo bêyî Ocalan ji kesekî din ra nebêjin "Apo" ev navdêr li heval û hogirên xwe qedexe kirin.
    Bi baweriya min ne rast e, dibê meriv ji bavê xwe ra bibêje, "bavo" û ji diya xwe ra jî bibêje "dayê" û ji yekî gelkî ji xwe bi temen jî ya bibêje "xalo", "apo" ya jî keko.
    Tirkên polîtîze nebûne jî eynî navdêran bikar tînin, ji bo kesên ji xwe mezintir bi piranî dibêjin "abê" yanî keko.
    Ev dîtina min e, lê dîsa jî tu azad î
    Gelek silavên dostaniyê

    SvaraRadera
  3. Wey weyyy, xalo dîsan rabuye ser piyan yaw. Yaw xalo, min do ewqas fikir kirin ku qet nebêje. Ji nu va psîkolojiya min xerabu u chu, hema tu bêje bu wekî shorba nîskê ya Shêx Lotikxanê haaa. Pashê tabî xalo, Zinar Ala abêcîgîm hat îmdada min u got: "Law Berano, hey tifuuuuu. Ma heyatim tishtê tu dikî niha nebu shorba nîskê hiii?" :-).

    Wellahî xalo, ez chi bêjim êdî di nav malbatên kurdan da jî "vîrusa hevalkî" dest pê kiriye, waweylêêê. Mêro rabuye jibo jina xwe ya chel, pêncî salî dibêje "hevala min". Xalocan ez dibêm sayin bashqan Evdille sosyolojiya civata kurd wilo tev li hev kir ku, êdî mirov bi saya "nano-teknolojiyê" jî nikare vê shorbê ji hev safî bike ellaxîme kîtabîme.

    Canekem Zinar Ala abêcîgîm, yaw tu jî wekî min pir lez hêrs dikevî babam. Dînime îmanime xalo henekan dike heyatim, wîîî :-).

    Silavên bi lotik u motik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. Xalo, va ye tu dîsan wekî shêran dinivîsî. Yanî saxiya te dîsan vegeriya ciyê xwe yê berê. Êêêêê, xalê kê yî, helbet tu dê bi lez u bez bash bî :-).

    Welle ez sayin Zinar Ala abê pîroz dikim. Îcar shîroveya xwe ji me hemiyan zutir weshandiye. Ez dibêm Zinar abê jî shêrê Kurdistan-ê ye.

    Xalo min biryarek girtiye. Ez ê ji niha shunda jibo xalê xwe peyva "apo" jî bi kar bînim. Divê mirov zimanê kurdî ji nexweshiyên Evdille pasha u partiya wî ya tirkchî u tirkîperest xelas bike. Yan na, dê hemî nexweshiyên xwe yên bi kompleksên herî berbat zimanê kurdî rezîl u ruswa bikin. Jixwe wezîfeya wan ya dîrokî jî ev e, ku her tishtê kurdewar xera bikin. Sayin Evdille pasha chi digot: Min jiyan kir! Yanî nizane ku bêje "ez jiyam". Îcar murîdan ev cheqilmastiya shor wekî "ayet" qebul kirine u bê navbir dubare dikin: Min jiyan kir! Hey tifuuuuuuuuuuu!

    De bila derbaz be apo.

    Rêz u rêzdarî

    Tîrê Qersê

    SvaraRadera
  5. Hevalê Zinarê Xamo, tevlî te dibim, li hemû çandên cîhanê peyva bavo û dayê ji dê p bavan re tê gotin. Lê eger keksek bang li diya xwe dike bi navê wê ev nayê wateya ku xwe layiqî dêrtiyê nabîne. Bi mîlyonan kes hene, bi awakî şîrîn, dibêjin: Dayê can, dayê qurban... lê qedra diya xwe baş nasnakin.

    Ya min ew bû, ku mirov bikaribe ku diya xwe bi navê wê jî bang bike. min gellek caran got, ne bes bi diya xwe re, her wiha bavê xwe re dibêjim. tu çawayî Hemîd?
    Mebest min ku ev tabûya li cem kurdan bê şikandin.
    Jêre dibêjim: Sînim, sînemamin, onê....
    peyva onê pir jê hezdikim û ya herî bi kat tînim.

    Mixabin li cem kurdan, em jin weke şexs nabînin. Em dibêjim hevsera filanî, xweûşka filanî, dayîka filanî, keça flanî.
    Vêca min herdem, ligel hevalê xwe, behsa Sînemê dikir. Sînem çi kiriye û çi nekiriye ji bo avakirin û xwedîkirina malbata xwe.

    Meseleya Apo jî wek hekê Tîrê Qersê gotiye divê em peyvên kurdî bi kar bînin. Ne ji bo xatirê sayin Ocalan emê peyvê jibîr bikin. Berê ocalan, ji Osman Sebrî re jî Apo dihat gotin.

    Silav ji bo hemûyan, Zinarê Xamo, Beranê Meletiyê û Tîrê Qersê.

    SvaraRadera
  6. Apê Zinar :-)
    Min got bi lez berî hevalên din ez vê peyvê bi kar bînim, hihîhî.
    Apo înshalleh canê te sax e u tu dîsan wekî shêrên Kurdistan-ê li ser piyan î. Bibore ez hinekî dereng man. Lê ji ber pêz u dewêr wext chênebu apo. Welle chi bikin apo, be gavî xwe bi vir da u wir da davêjin.

    Kek Beran dîsan buye agir u pizot welle. Gelek kêfxwesh bum jibo vegera wî. Min digot dibe ku demeke dirêj xwe nede xuya kirin. Keke me ye, ma qet dikare ji ap u xalê xwe dur bisekine.

    Helbet kek Zinar Ala jî tevlî civatê buye u sohbeta li dor masê bêtir germ dike. Silavên bi hevalkî :-)

    Rast e ku apo, bashqan Evdilleh pasha îmana zimanê kurdî ji bin va xera kiriye. Bi fikra min tirk zirar u ziyana ku bashqan Evdilleh daye u hê jî dide ziman u kultura kurdî pir bash dizanin. Lewra wî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin u kîmyaya miletê kurd shêlo-mêlo dikin babam...

    Silav u hurmet ji we tevan ra

    Zarayê Kurdîjen

    SvaraRadera
  7. Yaw min got ez carekê bi kurtî wêneyên Zinar Ala abêcîgîm shîrove bikim haaa. Bi sond u peyman, kekê min, bila abêcîgîm be, di wêneya yekan da hinekî wekî yekî shoreshger xuya dike u di nav charchoveyên toz u pembe ra li jiyanê mêze dike. Hinekî jî tesîra ku kilê kechên panzdeh-shanzdeh salan be, tinazên xwe nîshan dide dînime îmanime.
    Lê di wêneya duyan da gelekî qirase ye cîgerlerim. Wekî yekî serxwe, mulaîm, ji min bêtir munzir xuya dike babam. Bi awirên tîr u kevan li hêla chepê dinêre u mîna ku dixwaze bibêje: "Kechê pozerê, heger tu xwe hinekî din bi vî shiklî virda u wirda tevdî, ellaxîme kîtabîme ez ê te bi kerê boz u belek birevînim", fêlan u fistan.
    De silavên nermik u germik
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  8. Beranê, ezîz li ber dilê min, duh bi şev min vîdyoya beranek û zarokekî kurd dîtin, tu hema hat bîra min. Min rabû nûçeyek "Lîsk bi beranan re nabe (Vîdyo)" di www.avestakurd.net de weşand.

    Beranê hêja, di wêneya yekê de min konsertek li welatê Bask li dar dixist û min li dor xwe ala Kurdistanê gerandiye.

    Di wêneya dudiyan de raste wek te gotiye, ez dibêjim, wek hunermend Cemîl Horo gotiye:

    Çima wa porê te şile keça zer
    Ba lêdixe li hev diftile keça zer
    Pir me meşe û poz ranake keça zer
    Li jorî xwe re xwedê seke keça zer
    Min got belkî tu pir baqile keça zer
    Têrî tu nabî tu bê aqile keça zer.

    Gellek silav û hezkirin ji bo te Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  9. Zinar Ala abêcîgîm, aha babam îspata camêriya min di vîdyoyê da xuya ye. Henek menek li hêlekê, lê van zarokên bê derpî jî bela xwe ji me venaden babam. Bi totikê xwe yê qasî kîrê dîkê mirîshkê porzer, tinazan li min dike qardashim. De haydê me yek car fam kir, du car fam kir, ma ew cara sêyan chi quzul u qurte cîgerlerim. Êêêêê, tabî min jî dersek bash da wî kafirî u li ser kunê da runishtandin dînime îmanime.

    Silavên berankî
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera

PARVE BIKE