08 augusti 2009

Ji bo ku hûn bizanibin ez di çi halî da me...

Yekî nizanibe ewê bibêje nuha kêf kêfa min e, ez ji sibê heta êvarî li hewşê di bin siya şemsiyê da rûdimin,weke xelk û alemê dikevim hêlkanê, rûpelên kitêban di ser hev ra diqulibînim û bi vî rengî tehtîleke tam li gor dilê xwe dijîm.
Heger hûn wisa fikirîne hûn şaş fikirîne, halê min ne tu hal e, heft xezî bi rojên kar.
Do piştî xurîniyê xanim carê bi dora xênî ra geriya û got, wele rûyê/berê xaniyê me gelkî qilêrî bûye(xaniyê me textt e), dibê em bişon.
Herçiqas min îtîraz kir û hinekî bir û anî jî lê pere nekir, got hutul batil dibê ev xanî were şuştin.
Ji mecbûrî min rabû berê xwe da Bauhausê, çû dermanê şuştinê kirî û ez ji efendimê xwe ra bibêjim dûra jî dest bi şuştinê kir.
Şuştina pêşî û paşiya xênî gelkî ne zahmet bû, ji ber ku zêde ne bilind bû. Ez hildikişiyam ser nêrdiwanê û destê min digihîşt her derê
Lê quzulqurta kêleka xênî gelkî bilind e, nêrdiwan mêrdiwana min têr nekir, dibê ya min îskeleyek girê bida ya jî nêrdiwaneke îtfaiyeyê bidest xista.
Welhasil, hat dera firça min gihîştê min firçe kir û dûra jî bi xortimê aveke baş bi tazîq pijiqandê.
Bawer bikin bû wek ku tu nuh boyax bikî.
Biriqî, şûle da…
Saet li dora çaran(16.00)min karê xwe qedand, bi lez hinek av li xwe kir û revî revî berê xwe da qahwexaneyê.
Ev du hefte bûn ku ez wê da neçûbûm. Ez çûm bîstekê rûniştim û ji xwe ra hinek sohbet kir.
Min di dilê xwe da got, ez ji karê giran xelas bûm, van herdu hefteyan êdî ezê ji xwe ra rehet bikim.
Lê vê kêf û xeyala min jî tenê heta vê sibehê dom kir.
Vê sibehê jî li dora herdu enbaran çû hat û got, Zinar, hey med est pê kiriye, ez dibêm ya baş ew e ku em van herdu enbarên xwe jî îro bişon û sibe jî boyax bikin.
Weke şuştina xênî, herçiqas min îtîraz kir, got nuha ne ecele ye, ez dûra bikim, min nexist serî.
Yê teslîm bû dîsa ez bûm.
Ji mecbûrî, lê îcar min ew jî da dû xwe û em dîsa çûn Baûhausê. Me 9 lîtir boyaxa xwe kirî, qutîkên xwe xist ereba xwe ya destan(erebeya meriv xwarinê dixê, çewt fêm nekin. Ne ehliyeta min heye û ne jî erebeya min)û berê xwe da malê.
Firçeyên min berê li mal hene.
Vê êvarê min enbareke şust û hinekî jî paqij kir.
Dibê heta sibe zuha bibe.
Sibe bi xêr ezê dest bi boyaxkirina yekê bikim.
Li gor xanima hoste ya Bauhausê ji min ra got, ji ber ku rengê nuha reş e, loma jî dibê ez berê astarekî û dûra jî du caran boyax bikim.
Yanî ewê bibe sê qat boyax.
De êdî hesab li ba we ye...
Kurd ji rengê sor gelkî hez dikin, lema ezê wan jî weke bûkekê sor bikim.
Jixwe rengê xênî jî sor e, sê sal berê min ew sor kiribû.
Bira yek rengê wan yek be.
Bi kurtî, sibe jî ez di hinge dinga boyaxa enbarê da me, yanî kolanên Stockholmê aheste aheste qoleçan nakim...
Xwezî rojekê weke xelkê tehtîleke rastîn, bê “kar” û bê “boyax” bibûya nesîbê min jî...

4 kommentarer:

  1. Xalo,
    Ma ev chi giliyên te ne? Yaw xalo te hîn berî du rojan tatîla xwe ya qralî xelas kir u vegeriyayî malê. Lê xuya ye tu dixwazî dîsan bi derekê da birevî u kêfa rojên buhurî derxî. Xalo, wellahi jî bîllahî jî sê roj bes in. Serda jî te ji tatîlê ti tisht nenivîsî, wîîîîî.
    Silav
    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  2. Beranê Meletiyê, li ser tehtîla xwe ya sê rojên dîrokî min di 6-ê mehê da(Sê roj tehtîl zû qediya) nivîsî.
    Diyar e yekrojan tu di ser hin nivîsan ra qevz dikî, yanî tu hin rojan nabênê didî xwendinê.
    Tiştê wiha ez qebûl nakim, dibê tu bi dûzan bixwînî.
    Ya na ezê bixweyidim haaa...

    SvaraRadera
  3. Weyyy xalo dîsan hêrs ketiye wellahî. Xalo ez qet nabênê nadim "hindik-rindik". Min ew nivîs heman shevê xwandibu ellaxîme kîtabîme :-). Hmmm, qesda min ya "serda jî te ji tatîlê ti tisht nenivîsî, wîîîîî." ne ew bu. Min xwast bibêjim, gava te tatîla xwe dikir, te tishtek jibo beranên wekî min nenivîsî xalo. Ma em ji Eyshika ereb in tu dibêjî, hahooo.
    Silavên germik

    Beranê Meletiyê

    SvaraRadera
  4. Xalo rast e. Kek Beran gotiye, te ewqas rojan qet silavê xwedê jî ji me ra rê nekir. Xalo nebe ku tu salê tê wextî ku hatî Kurdistan-a pîroz, eynî tishtî li me bikî. Yan na, tu dê tenê xwarin u shîrînahiyê bixwî u qelew bibî. Ango tishtê ku em dixwazin bi xwedê tenê jibo selametî u saxiya te ye, bi sond u peymana Îsa u Muse u meleyê gundê Beranê Meletiyê.
    Rêz u hurmet
    Tîrê Qersê

    SvaraRadera

PARVE BIKE