Nuha gava min xeberên li ser axaftina serokê Emerîkayê Barack Obama ya di Parlamentoya Tirkiyê da xwend ji nişka ve hafiza min tevrabû û bûyereke salên 90-î hate bîra min.
Sal baş nayê bîra min, lê ez dibêjim ewê li dora salên 95-96-an be. Heyeteke ji berpirsiyarên partiyan û parlamenterên swêdî ji gera xwe ya Tirkiyê nuh vegeriyabû.
Ji heyetê çend kesan li bîneya ABF-ê(Yekîtîya Karkeran ya Perwedeyê) li ser gera xwe û hevdîtinên xwe yên bi berpirsiyarên hukûmeta wê demê ra civînek cêkiribûn û agahî didan milet.
Parlamenter û berdevkê Partiya Sosyaldemokrat Urban Ahlîn(wisa tê bîra min, lê nav dikane şaş be)qala hevdîtinên xwe yên bi hin wezîrên hukûmeta wê demê ra dikir.
Digot rewş hewqas xerab e ku di hevdîtinan da meriv nikane navê kurd bigre devê xwe.
Û dûra jî nimûneyek da, got, di hevdîtineke bi wezîrekî ra dema wî gotina kurd bikar aniye, wezîr xwe aciz kirye û gotiye, ez qebûl nakim ku di odeya min da hûn gotina kurd bikar bînin.
Bi kurtî, Ûrban û kesên din ji ger û hevdîninên xwe yên ji Tirkiyê bi tesîr û înîbayeke pir xerab vegeriyabûn û pir bêhêvî bûn.
Li gor Urban Ahlîn, tu rol û giraniyeke siyasetmedaran tunebû, hertişt di destê leşkeran da bû. Loma jî di dawiya axaftina xwe da got, wî li ser gera xwe raporek daye hukûmetê û di wir da gotiye, hevdîtinên bi siyasetmedaran ra bêmane ye, çimkî tu tesîreke wan tuneye. Ya baştir ew e ku ji nuha û pêva meriv rasterast bi leşkeran ra bipeyive.
Lê îro, Serokê Emerîkayê Barack Obama ne di odeya wezîrekî tirk da, di axaftina xwe ya di Parlamentoya Tirkiyê da him got got kurd û him jî qala perwedeya bi zimanê kurdî kir.
Tirk dibêjin ”nereden nereye”, yanî ji ku hat gihîşt ku?
Ew dewleta ku 10-15 sal berê nedihîşt di odeya wezîrekî da jî navê kurd were gotin, îro nikane di meclîsa xwe da rê li ber wê bigre.
Barck Obama, ji bo ku dilê tirkan xweş bike di axaftina xwe da hinek halan di tirkan hil da û pesnê reform û gavên wan yên demokratîk kir, got hûn li ser riyeke rast in û riya xwe bidomînin.
Di derbarê vekirina TRT6-ê û perwerdeya bi zimaê kurdî da jî dîsa cesaret da tirkan û axaftina xwe wiha domand:
”Tirkiyê gelek reformên zor çêkirne lê ev ne ji bo xatirê Ewrûpayê ye, ji bo çêyiya xwe ye. We di nava çend salan da DGM rakirin. Yasaya cezayê we reform kir, qanûnên di derbarê azadiya çapemenî û civînan da we xurttir kir. We qedexeyên li ser perwerdeya kurdî û weşanan rakir. Emerîka, reformê tên kirin, guherînin di qanûnan da, vekirina telewizyona kurdî temaşe dike. Dinya jî bi giramî temaşe dike.”
Di sala 1999-an Clînton jî di Meclîsa Tirkiyê da peyivî bû, lê bi vê zelaliyê qala mesela kurd nekiribû.
Lê Obama ne tenê di Parlamentoya Tirkiyê da qala ”çareseriya” mesela kurd kir, bi qasî wê û heta ji wê jî girîngtir bi serokê DTP-ê Ahmet Turk ra jî hevdîneke kurt pêk anî û di derbarê mesela kurd da li kurdan jî guhdarî kir û dosyeyek jî ji wan girt.
Li gor çapemenî dinivîse DTP-ê di derbarê çareseriya mesela kurd da dosyeyek daye Obama. Berê bûye tiştekî wiha ne mimkûn bû, tirkan ne hevdîtineke wiha qebûl dikirin û nej î dihîştin serokê Emerîkayê bi kurdekî ra rûne û li dîtin wî guhdarî bike.
Mêrikan qebûl nedikikirin serokekî welatekî din li welatê xwe ya jî di civîneke navnetewî da gotina kurd bigre devê xwe.
Lê îro kurd di meclîsa wan da bi Serokê Emerîkayê ra rûdinin û dibêjin li herêmê 17 hezar cînayetên fail nediyar hene.
Yanî dewletê 17 hezar kurd kuştine, dibê hesabê wan were pirsîn.
Bi kurtî, nuxteya kurd îro lê ne û tiştên hatine bidest xistin ne hindik e, lê ne bes e, dibê xebat sist nebe.
Dewleta kemalîst û nîjadperest li ber sikratê ye, umrê wê zêde nemaye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar