Leyla Zana, di axaftina xwe ya Newroza Ruhayê da(20/3-09)got, ”ew bawer dike ku di sala 2010-an da li Amedê ewê Newrozê bi Abdullah Ocalan ra pîroz bikin.”
Ji bo ku meriv bi tiştekî wiha bawer bike, ya dibê meriv dîn be ya jî baweriyeke meriv ya pir xurt û mezin hebe.
Bi qasî ku ez dizanim Leyla Zana heger ne kûpa aqil be jî lê bi kêmanî ne dîn e, têra xwe biaqil e.
Yanî îhtîmala dînîtiyê namîne, dimîne bawerî, baweriyeke pir xurt û texmîneke jixwebawer.
Esas ne Leyla Zana tenê, gelek kesên din jî êdî hêdî hêdî bawer dikin ku Ocalan ewê were berdan.
Baş e bawerî û optîmîzmeke wiha gelo rast e, hêviyeke rasyonel e?
Bêguman sala 2010-an dikane tarîxeke ne realîst be, lê serbestbûna Ocalan ji binda ne xeyaleke vala ye jî.
Heger berî serbestberdanê di hefsê da tiştekî neynin serî,(çimkî di vê meselê da dewlet ne li hev e)ne salê tê be jî, lê çend salên din ewê Ocalan berdin. Jixwe ji bo dewletê jî serokê herî maqûl Ocalan e.
Sê çar sal berê ev ne texmîneke realîst bû, lê îro realîst e.
Ji ber ku qedera Ocalan bi mesela kurd va girêdayîye. Û mesela kurd jî êdî ketiye prosesa çareseriyê.
Ev demeke dewlet sinyalên avêtina vê gavê dide. Lê newêrin hemû gavan li ser hev û zû bavêjin. Hesabê civata xwe dikin.
Çimkî di nava tirkan da li hember kurdan, PKK-ê û Ocalan dijminatiyeke pir mezin heye.
Dibê bi awayekî reaksiyonên civata tirk jî nerm bikin û bigrin bin kontrolê.
Dezgeyên dewletê dibê hêdî hêdî hevûdu îqna bikin.
Çimkî di vî warî da ew jî ne li hev in û şerekî mezin di nabêna wan da jî heye. Operasyonên li dijî hin kadirên çeteyên Ergenekonê beşekî vî şerê li ser mesela kurd e.
Di nava artêş û brokrasiyê da hin kes hîn jî di şerê li hember kurdan da israr dikin û dixwazin artêş destûrê nede çareserkirina mesela kurd.
Lê kesên wiha bere bere tên tasfiyekirin.
Yanî meriv dikane bibêje ku dema israra di şer û înkara kurdan da qediyaye û prosesa lihevkirina bi kurdan ra dest pê kiriye.
Lê dirêjî û kiniya vê prosesê jî bêguman girêdayî şertên der û hundur û siyaseta kurdan e. Şêla Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê gelkî gelkî girîng e.
Dewlata tirk 80 salî hebûna kurdan înkar kir, got kurd tunene. Bi hemû hêz û îmkanên xwe xwest kurdan asîmîle bike, bike tirk.
Lê dawiya dawî, piştî 30 sal şer û malwêraniyeke pir mezin fêm kirin ku nikanin miletê kurd ji binda biqedînin û bikin tirk.
Ev 2-3 sal in êdî ev rastî fêm kirine û dev ji înkara kurdan berdane, lê îcar jî dibêjin em bi PKK-ê ra rûnanin, em Ocalan bernadin, em vî mafê kurdan yê netewî qebûl dikin û vî mafî jî qebûl nakin…
Yanî naziyan dikin…
Diyar e çend salan jî ewê di vê siyaseta xwe ya nenaskirina PKK-ê û qebûlnekirina navê Kurdistanê û nedana hin mafan da israr bikin.
Lê di dawiya dawî da weke qebûlkirina hebûna kurdan, ewê Ocalan û PKK-ê jî qebûl bikin.
Ewê mafê kurdan yên netewî û navê Kurdistanê jî qebûl bikin.
Liberxwedan û têkoşîna miletê kurd ya bi qehremanî wan mecbûr dike.
Jiyan wan mecbûr dike.
Cîhan wan mecbûr dike.
Çimkî bi PKK-ê ra di şer da ne û dibê bi wan ra şer rawestînin, bi wan ra li hev bikin.
Û lihevkirina bi PKK-ê ra jî di realîtê da lihevkirina bi Abdullah Ocalan ra ye.
Jixwe ev demeke di çapemeniya tirk da qala qebûlkirina PKK-ê û Ocalan tê kirin, dibêjin heta ku dewlet Ocalan û PKK-ê qebûl neke, bi wan ra rûnene, ne mimkûn e ku ev şer rawest e û Tirkiye rehet bike.
Yên wiha dibêjin ne tenê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û rojnamevan in, dîplomatên aqilmendên dewletê, generalên teqawit jî êdî pir vekirî qala qebûlkirina PKK-ê û dana mafên kurdan yên netewî dikin.
Wê rojê fermandarê hêzên deryayê yê Teqewit Oramîral Salîm Dervîşoglu, di hevpeyvîna xwe ya di rojnameya Yenî Şafakê da, li ser çareseriya mesela kurd tiştên pir girîng gotin.
Dervîşoglu, pir vekirî dibêje, me xwest kurdan asîmîle bikin lê me nikanîbû. Û ji nuha û pê va jî êdî dereng e, lomajî divê em hebûna wan qebûl bikin û mafên wan bidin.
Dervîşoglu wiha gotiye:
”Meseleya kurd îmkanên me dadiqultîne, xwîna me dimije, tesîra me ya li cîhanê kêm dike, psîkolojiya me xera dike, însanên me şehîd dikevin. Li ser mesela kurd divê em bi cesaret bifikirin, tenê bi metodên leşkerî çareser nabe, zarokê terorîstê ku tu îro dikujî sibe ewê mezin bibe û ev dijminatî ewê tim berdewam be. Pêwîst e koka meselê were zuhakirin.
Li ser pirsa ”Di kokê da çi heye?”, Dervîşoglu wiha bersîv daye:
”Tiştin ew dibêjin, ew dixwazin hene û tiştin me nikanîbûye bikin hene…Divê em rûnin û bi cesaret van tiştan bipeyivin, tiştên em kanin bikin divê em texîr nekin. Gavên aborî me neavêt, me nikanîbû kurdan ji alî kulturî va entegreyî Tirkiyê bikin, me hewil da wan asîmîle bikin. Divê em siyaseteke entegreyê ya nuh tespît bikin. Em ji cazîbebûna Bakurê Îraqê tirsiyan, hîn jî yên ditirsin hene. Riya şikandina vê tirsê, divê em cografyeya xwe bikin merkeza cazîbeyê. Di vî warî da potansiyelê me zêde heye. Divê meriv ji rakirina perçebûna aborî, kulturî, sosyal dest bi meselê bike.”
Yanî para rastiyê di gotinên Leyla Zana xanimê da heye û texmîna wê jî ne texmîneke îrrasyonel e.
Lê ez hêvî dikim ku ev dem pir dirêj neajo û kurd zû perwerdeya kurdî bidest xin. Nexwe bi saya siyaseta van siyasetmedarên heyran û evîndarên zimanê tirkî piştî çend salên din kesên bi kurdî bipeyivin ewê nemînin.
Yanî navî giran e warî wêran e.
Nav kurd e lê ziman, mejî û dil tirk e…
Xalo,
SvaraRaderaEz dibêjim tu rast dibêjî. Leyla Zana par jî (21.3.2008) di newrozê da heman tisht gotibu. Bi zanîna min ew tisht mumkun e ku pêk were. Ya rast heger ez li shuna dewleta tirkan bim ez ê Apo hema vê gavê berdim, da ku bila bashtir ji bo kemalîzmê bixebite (êdî dîrok ewê di heqê wî da biryara xwe bide!). Ewê bikin jî. Herweha ewê miletê kurd bi chavên xwe rastiya shexsiyeta wî bibîne u heyfa xwe bi zarokên xwe u keda xwe ya ku ji bo shexsê Apo kir qurban bîne.
Lê leyla Zana? Bi vî aqilî dawiya riya wê jî Anitkabîra tirkên xwînmij e. Êdî Leyla Zana nikare bibe sembola jinên kurd.
Silavên hêja
Tîrê Qersê
Kek Zinar,
SvaraRaderaEv tisht dikane chêbibe. Xwezila bila Evdo berdana. Bêguman miletê kurd dê ruyê wî ya rast bibîne.
Her chî xaltîka me Leyla Zana ye, di destê kemalîstan da buye lîstok. Di newrozê da bi tirkî peyîvîna wê min tishtek fam nekir. Qey xaltîka me bi vî zimanê xwe yê "shildim bildim"a tirkan chi teoriyên nedîtî u nebihîstî ragihand xelkê "kurd", tenê xwedê dizane. Bi baweriya min kesên (ango kurdên) wilo di nav kompleksên xwe yên shexsî da ne li beramberî tirkan. Bi tirkî dengkirina xwe dixwazin van kompleksên xwe yên shexsî bincil bikin u xwe wekî "tirkên qirase yên dewshorme" li tirkan bidin qebul kirin. Di rastiyê da tu cudahî di navbera van kurdan u di yên mihacirên ku bi navê nijadperestiya tirkan xelkê kurd yê kurd-î-perest dikujin da, tune. Kompleks heman kompleks in! Yek bi navê nijadperestiya tirkan ya eshkere (Atatürk, Erdogan, Demirel ...), yek jî bi navê "qasho kurdîtiyê" nijadperestiya u tirkîperestiya tirkan dike (Ahmed Türk, Selahattin Demirtash, Sirri Sakik, Hasip Kaplan, Aysel Tugluk, Emine Ayna, Leyla Zana, A. Öcalan, Hüseyin Kalkan ...).
Ka em bipê, dîrokê ewê pir tishtan zelal bike.
Silavên germ
Eliyê Dêrikî