Li Tirkiyê pir tişt diqewimin, meriv nizane qala kîjanê bike û qala kîjanê neke. Yek ji yekê girîngtir e, destê min ji yekê jî nabe.
Lê taqet û wexta min a ku ez kanibim qala hemûyan bikim tuneye.
Ev du roj in çapemeniya tirk hevpeyvînên Serokkomarê Îraqê Mam Celal Talabanî diweşînin. Li gor çapemeniya tirk dinivîse, Mam Celal dîsa dilê tirkan xweş û dilê kurdan jî ”reş” kirye, gotiye ”Serxwebûna Kurdistanê xewn e, perçebûna Tirkiyê, Îranê ne mimkûn e” û her wekî din.
Ev ne cara pêşî ye ku Talabanî Kurdistaneke serbixwe weke ”xeyal û xewneke xweş” dibîne, heta nuha gelek carên din jî tiştên wiha gotine.
Ne ev tenê, li PKK-ê û hevdîtinên xwe yên bi Ozal û Demîrel ra Talabanî gelek tiştên din yên girîn jî gotine.
Dibê meriv li ser van agahiyên Talabanî jî hinekî raweste.
Îşev wexta min ya ku ez zêde li ser wan rawestim tuneye, rojeke din fersend çêbibe ezê li ser van dîtinên birêz Talabanî rawestim.
Talabanî dikane bi rastî jî avabûna Kurdistaneke serbixwe mimkûn nebîne û loma jî ji bo hedefeke wiha xebatê neke û neparêze.
Ya din kesê avabûna Kurdistaneke serbixwe realîst nabînin helbet ne Talabanî tenê ye, hema hema hemû hêzên Kurdan îro wiha difikirin û doza serxwebûna Kurdistanê nakin.
Mesela Mesûd Barzanî jî îro serxwebûna Kurdistanê naparêze, lê weke Talabanî gav û seetê nabêje ”ev xeyal e”, dibêje ev yek mafê me ye lê îro em vê dozê nakin.
Lê Talabanî, hercara ku devê xwe vedike, dibêje ”Kurdistaneke serbixwe xeyal e” û nizanim çiye…
Tu dibê qey mecbûr e ku ji dijmin ra bibêje, hûn xurt in, em bi we nikanin, loma jî em teslîm dibin û serxwebûna welatê xwe naxwazin.
Bêguman ne mecbûre wissa bibêje, ew jî dikanane weke Mesûd Barzanî û hin kesên din bibêje "kurdistaneke serbixwe" mafê me ye jî, lê îro em tiştekî wiha naxwazin.
Di gotinên Talabanî da para rastiyê hebe jî, lê ne mecbûr e bibêje û bi vê yekê jî moralê miletê xwe xera bike.
Hercara ku Mesûd Barzanî devê xwe vedike kurd pê kêfxweş û serbilind dibin û dijmin jî pê dibize, xofgirtî û qudûmşikestî dibe.
Mixabin vê carê jî beyanên Talabanî kêfa dilê dijmin xweş kir, moral da wan û moralê kurdan jî xera kir, bi beyanên wî kurd dilşikestî û xemgîn bûn.
Malpera Pûkmediya bi rojnamevan û wênekêşê komkujiya Helepçeyê Ramazan Ozturk ra hevpeyvînek kiriye. Netkurdê jî di 16-ê mehê da(îro jî beşek) ev hevpeyvîna Pûkxmediayê weşandiye.
Min hevpeyvîn heta nuha nexwendibû. Piştî xebera Netkurdê ya îro, min hevpeyvîn xwend.
Di vê hevpeyvînê da rojnamevan û wênekêşê komkujiya Halebçeyê Ramazan Ozturk gotiye ku ewê kamera xwe ya ku di komkujiya Halebçeyê da pê risim girtine dîyarî Muzeya Komkujiya Halebçeyê bike.
Li ser pirsa, ”Gelo ew kamera ku wî wêne pê girtiye,li ba xwe parastiye ya na?”, Ramazan Ozturk gotiye, erê min parastiye û çîroka wê wiha îzah dike.
”Li ser daxwaza kak Wirya Kawanî berpirsê Navenda Kawaniyan li Norveçê, min biryar daye wek diyarî ezê wê bibexşim Monumenta Helebçeyê. Ez li ser wê kamerayê ji te re bêjim ku sala 1998-ê yanî deh sal piştî kîmyabarana Helebçeyê li Tirkiyeyê bîranîna wê felaketê dihat kirin, merivekî kurd ê dewlemend (nexwest navî wî eşkere bike) daxwaz ji min kir ku ez bi 50 hezar dolaran kamerayê bifroşim wî. Min nedixwest bifroşimê, lê çend hevalan gotin bifroşe wî û kamerayeka baştir pê bikire. Di dawiyê de ez razî bûm, min bi 50 hezarî kamera firot wî merivî. Piştî 15 deqîqeyan wî merivî kamera anî, wek diyarî cardin diyarî min kir, min jî ew heta nuha li cem xwe parastiye.”Dema min ev agahî xwend ez pir kêfxweş bûm.
Kurdekî dewlemend kamareya ku bûye şahidê komkujiya Helepçeyê 10 sal berê ji xwediyê wê bi 50 hezar dolarî dikire û piştî 15 deqîqeyan dîsa diyarî wî dike, dibêje veşêre.
Û heta nuha jî li tu derê jî reqlama xwe nekiriye, negotiye min walatperweriyek wiha mezin kiriye.
Kurdekî wiha zana, dûrbîn û kurdperwer hêjayî teqdîr û hurmeteke mezin e. Hebûna kurdên wiha zana û kurdperewer weke kurd meriv kêfxweş û serbilind dike.
Herçiqas heta nuha wî nefsbiçpkî kiribe û navê xwe li tu derê negotibe û nehîştibe Ramazan Ozturk jî bibêje, bi baweriya min dibê medyaya kurd hevpeyvîneke din bi Ramazan Ozturk ra bikin û navê vî kurdperwerî jê bipirsin.
Di Muzeya Komkujiya Helepçeyê da li kêlek nav û rismê wênekêşê komkujiya Helepçeyê Ramazan Ozturk, dibê nav û rismê vî kurdperwerê ku ev kamara kiriye jî were bidardekirin.
Dibê kurd û dîrok navê vî kurdê hêja bizanibin.
Ji bo dîroka gelê xwe tiştê wî bîrbiriye gelkî mezin e û hêjayî hurmet û teqdîrê ye, dibê ev rastî û fedekarî wenda nebe.
Ev bûyer detayeke pir biçûk ya qetlîama Helepçeyê ye, lê dibê ew jî were parastin û di dîroka Helepçeya şehîd da ciyê xwe bigre.
Xalo,
SvaraRaderaEz jî di heman fikrê da me. Min jî do ev shîroveya ji netkurt.com'ê ra shandibu:
"Ez kekê delal R. ÖzKURD ji dil pîroz dikim! Bêguman tevgereke pir mezin ya netewî ye. Her weha wî kesê ku ew makîneya kirriye u dîsan shunda daye kek R. ÖzKURD, diyar e ku merivekî xwedî rumet e. Ez wekî shexsekî kurd bi hebuna kesên wilo xwedî namus u sheref gelekî kêfxwesh bum. Bila xwedê teala hertim li gel wan be!"
Em chi bikin, heger ew chend kesên wilo kurdînî jî nebin, rewsha me milletê me kurdan ewê pir xirab bibe.
Silav u hurmet ji bo kesên weha mêjî- u xwînpak!
Qirixê Amedê